‘Divê ev birîna ku bûye kangren jê bibe’

  • 09:03 21 Nîsan 2018
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku hilbijartina pêşwext jî wê AKP’ê xilas neke û got: “AKP birîna ku bûye kangren e. Heta ev birîn jê nebe ew ê  Tirkiye baş nebe.”
 
Hilbijartina dihat plankirin ku di 2019’an de pêk bê, bi biryara AKP û MHP'ê  dê di 24’ê Hezîrana 2018’an de dê pêk were. Ji ber vê biryara hilbijartina pêşwext rojeva Tirkiyeyê bû hilbijartin û partiyên siyasî dest bi amadekariyan kirin.  Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya biryara hilbijartinê nirxand û diyar kir ku  serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan her tiştê di siyasetê de dike nebaş lê vedigere û hewl dide bi hilbijartina pêşwext ji vê rizandinê xilas bibe lê ev wê pêşî li rizandinê negire. Hudayê daxuyakirin ku divê ev birîna kangrenî ya AKP’ê bê jêkirin.
 
‘Wê pêşî li rizandinê negire’
 
Hudayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku AKP bi mehane di nava kampanyaya hilbijartinê de ye û wiha dirêjî da axaftin axwe: “Di pêvajoyek ku aborî têk çûye, polîtîkaya hundir û derve xitimiye, piyasaya dovîzan firyaye de, em nizanin wê mehek şûnde Tirkiye çawa be.  Wan bi operasyona Efrînê digot wê li ser xwînê dengan qezenc bikin.  Di du mehên dawî de lîst lê piştre gel bi rastiyên aboriyê re hat rû hev û betalî derket asta herî jor.  Niha hilbijartin girtin dîroka herî nêz. Ev jî têkçûn û rizandina wan nasekinîne. Tirkiye anîn asta tunebûnê.”
 
‘AKP birînek ku bûye kangren e’
 
Hudayê her wiha destnîşan kir ku AKP birînek ku bûye kangren e û heta neyê jêkirin û neyê avêtin wê Tirkiye baş nebe û got wê Tirkiye di 24’ê Hezîranê de rûpelek nû ji ronahî, edelet, aştî, xweşikahî û hezkirinê vebike. Hudayê her wiha daxuyakirin ku ew  di rojên ku divê pêşiya Tirkiyeyê bê vekirin de derbas dibin.