Pervîn Buldan: Ji niha şûnde tiştekî ku AKP bide Tirkiyeyê tuneye

  • 09:12 20 Nîsan 2018
  • Ramyarî
Melike Aydın 
 
ÎZMÎR - Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan anî ziman ku hilbijartina pêşwext ji bo gel firsetek e û got:"AKP di şexsê gel de ji azmûnekê derbas bû lê bi ser neket. Ji niha şûnde tiştekî ku AKP bide Tirkiyeyê tuneye. Em li dijî yekperestiyê, wekheviyê, li dijî koletiyê azadiyê û li dijî faşîzmê berxwedanê diparêzin."
 
Hevseroka Partiya Gelan (HDP) Pervîn Buldan da zanîn ku HDP ji bo hilbijartinan amade ye. Pervînê diyar kir ku AKP ji êşê wê de tiştek nedaye Tirkiyeyê û di azmûna ku li dijî gel da, bi ser neket. Her wiha Pervînê anî ziman ku bi hezaran jin tevî hemû zextan û êrîşan di 8'ê Adarê de û di Newrozê de derketin qadan û peyama aştiyê dan. 
 
Pervînê bi lêv kir ku ew ê di 1'ê Gulanê de li qadan bin û dê li aliyê kedkarên ku daxwaza azadî û wekheviyê dikin bin.
 
'Ji niha şûnde tiştekî ku bide Tirkiyeyê tuneye'
 
Pervînê da zanîn ku tevî AKP ji bo rayê xwe zêde bike şer da destpêkirin lê dîsa jî rayê wê zêde nebû ev jî nîşan dide ku gel li dijî şer e û got:"Partiyek ku di hedefa wê de aştî û çareserî tunebe bi polîtîqayên şer û bi komkujiyan xwe nikare mezin bike. AKP'ê ji êş û zilmê wê de tiştek neda Tirkiyeyê û ji niha şûnde tiştekî ku bide Tirkiyeyê tuneye."
 
'AKP ji azmûnê derbas nebû'
 
Pervînê diyar kir ku AKP di şexsê gel de ji azmûnekê derbas bû lê bi ser neket. Ji niha şûnde tiştekî ku AKP bide Tirkiyeyê tuneye. Em li dijî yekperestiyê, wekheviyê, li dijî koletiyê azadiyê û li dijî faşîzmê berxwedanê diparêzin. 
 
Her wiha Pervînê da zanîn ku HDP'ê her dem wekhevî û aramiya gelan parastiye û got:"Ger AKP carek din bê hilbijartin dê gelê Tirkiyeyê bedelên mezintir bidin. Ji ber polîtîqayên şer cenazeyên mirovan diçe her aliyê Tirkiyeyê. Bombeyên ku tê avêtin dikeve nav sifreya her malê."
 
Ji bo jinan banga berendamtiyê
 
Pervînê da zanîn ku wan ji aliyê wekheviyê di partiya xwe de tuzuk ava kirine û got:"HDP ji bo şîddet, îstismar, binpêkirina mafan a li dijî jinê ji holê rabe her dem hewl daye. Di vê hilbijartinê de jî dê bi sîstema fermuarê temsîliyeta wekhev hebe. Tenê partiya ku mafê jinê diparêze HDP ye. Cihê jinan li ba me cuda ye. Em bi taybet dixwazin ku jin bibin berendam."
 
'Divê hemû jin bi hev re tev bigerin'
 
Pervînê anî ziman ku ew ê tifaqa jinê ava bikin û ji bo vê yekê ji Îzmîrê dest pê kirine û got:" Em dixwazin hemû jinên civakê di nava vê tifaqê de cihê xwe bigirin. Hikumeta AKP'ê herî zêde jinan mexdûr dike. Di serdema hikumeta AKP'ê de binpêkirina mafên jinê zêdetir bû. Ez bang dikim ku hemû jin bi hev re tev bigerin."