Li dijî zewacên zarokan kampanya:Ez ne taca bûkaniyê beybunê didim serê xwe

  • 09:14 5 Nîsan 2018
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
MELETÎ - Kuafor Selda Gundogan a di temenê biçûk de hatiye zewicandin  li ser cama kargeriya xwe nivîsên ‘Ez li vê kuaforê tacê nadim serê kesên ji 18 salî biçûktir. Ez beybûna didim serê wan’ û ‘Ji zewacên zarokan re na’ nivîsand.
 
Selda Gundogan a 35 salî ku kuaforê dide xebitandin li dijî zewacê zarokan kampanya da destpêkirin. Seldayê di çarçoveya kampanyayê de nivîsên weke  'Ez li vê kuaforê tacê nadim serê kesên ji 18 salî biçûktir. Ez beybûna didim serê wan’ û ‘Ji zewacên zarokan re na’  li cama kuafura xwe nivîsand.
 
‘Ez ne tacê, beybûnê didim serê wan’
 
Selda diyar dike ku her tim bi kesên ku tên dukana wê re vê mijarê diaxive û dixwaze mirovan bike xwedî zanîn û wiha got: “Ez jî di temenê biçûk de hatim zewicandin. Di temenê biçûk de zewicandin yek ji pirsgirêka herî mezin a welat e. Mixabin zarokên me hem rastî îstîsmara zayendî tên û hem jî ji aliyê malbatan ve bi zorê tên zewicandin. Ez jî bi zora malbatê hatim zewicandin. Lê dixwazim bibim dengê zarokan. Divê bi taybet jin li dijî zewacên zarokan bên cem hev û dengê xwe derbixin.”
 
‘Bûkaniyan li zarokên xwe nekin’
 
Seldayê destnîşan kir ku bi taybet di dawet û rojên taybet de cil û bergên xemilandî û bukaniyan li zarokan dikin û got: “Ev jî pêşiya zewaca zû vedike. Divê em zarokên xwe ji bûkaniyan dûr bigirin û tu car cilên wisa li zarokan nekin.”
 
‘Cama min şikandin’
 
Seldayê bi lêv kir ku kargeriya wê her tim rastî êrîşê tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dukana min her tim rastî êrîşê tê. Ez nizam ji ber karê min e an ji ber nivîsa min nivîsi ye? Lê ez tu car dest ji nan û têkoşîna xwe bernadim. Divê ev êrîş me netirsînin berovajî vê divê em zêdetir têbikoşin. Tevî ku min derbarê êrîşa bi kevir de serî li dozgeriyê da jî dozger eleqeder nebû. Li Tirkiyeyê ne hiqûq û ne jî edelet heye.”