Dîlek Ocalan ji Amaraya ku di bin dorpêçê de ye bang kir

  • 13:05 4 Nîsan 2018
  • Rojane
RIHA - Ji bo ketina gundê Amarayê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê hat dinê ku dibin dorpêçê de ye destûr nayê dayîn. Dîlek Ocalan a ku li gund dimîne bi tena serê xwe daxuyaniyek da û diyar kir ku ruhê demê li dijî Dehaqan wekî Kawa li ber xwe dide û got ku di vê çarçoveyê de Rojbûna rojbûna Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz be.
 
Gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê ku bi minasebata r69'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê lê çalakî bihata kirin ji aliyê cendirmeyan ve dibinê dorpêçê de ye û ketin û derketina gund hat qedexekirin. Piştî ku kesên xwestin biçin li gund çalakiyê li dar bixin hatin astengkirin, Parlamentera Rihayê û xwarziya Abdullah Ocalan Dîlek Ocalan, li gund bi tena serê xwe daxuyanî da.  Daxuyaniya ku ji aliyê Dîlek Ocalan ve li mala ku Abdullah Oclan lê hat dinê hat dayîn ji aliyê şêwirmendên çapemeniyê yên Dîlekê ve ji çapemeniyê re hat ragihandin.
 
Li gund dorpêça cendirmeyan a gund ku ev hefteyeke hat destpêkirin berdewam dike, li navçeya Xelfetiyê û Rihayê jî li ketina bajar û navçeyê lêgerîn tê kirin û kesên ku dixwazin biçin Amarayê tên astengkirin. Li gel hemû astengiyan Hevserokê Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD)   Berdan Ozturk ê ku berî bi 2 rojan hat Xelfetiyê û hin parlamenterên HDP'ê ku hatin Xelfetiyê bendemayîna wan a li avahiya HDP'ê berdewam dike. Avahiya partiyê jî bi wesayitên zirxî hatiye dorpêçkirin û li bendê ye ku daxuyanî bê dayîn.  
 
Dîlek Ocalan bi tena serê xwe li gund daxuyanî da
 
Dîlek Ocalan a ku li Amarayê bi tena xwe daxuyanî da, diyar kir ku bi rojan e gund di bin dorpêçê de ye û anî ziman ku li gund hemû cureyên tundiyê li  gundiyan tên kirin. Dîlekê bi bîr xist ku li ketina bajêr gelek kes hatine astengkirin û spasiya xwe ji kesên ku li gel hemû tundiyê berê xwe dan xelfetiyê ji bo rojbûna Abdullah Ocalan pîroz bikirn re kir.
 
Dîlek di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Wekî ku tê zanîn tundî ewqas zêde bûye ku duh bişev bi ser  mala ku em lê diman de hat girtin. Di encama serdegirtina malê de 9 hevalên me hatin binçavkirin. Lê ligel hemû pêkanînan ruhê demê li dijî Dehakan bû Kaya û li berxwe dide.  Em dibêjin ku di hemû şert û mercan de em ê li Abdullah Ocalan xwedî derkevin û têkoşîna xwe bidomînin. Di vê çarçoveyê de rojbûna Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz be."
 
Li aliyekî din jî bendemayîna parlamenterên HDP'ê û Hevserokê KCD'ê jî li gel girseya bi wan re li Xelfetiyê berdewam dike.