Hulya Altun: Divê jin li er bingehê hevpar bên cem hev

  • 09:04 4 Nîsan 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Seroka Baskê Jinan a Bucayê ya CHP’ê Hulya Altun diyar kir ku AKP hewl dide jinan bi giştî ji jiyana civakî dûr bixe û divê jin li ser bingehê hevpariyê bên cem hev.
 
 Di 28’ê Adarê de bi talîmata serokê TBMM’ê Îsmaîl Kahraman lîstikvanên jin negirtibûn ser sahneya Bîranîna Çanakkaleyê ya li TBMM’ê pêk hatibû. Piştî bûyer hat bihistin şûnde di serî de ji lîstikvanên jin, ji her alî bertek hatibû nîşandan. Duh jî jin li Şanoya Kenter hatin cem hev û diyar kirin ku ew li her derê ne, li sahneyê ne.
 
Seroka Baskê Jinan a Bucayê ya CHP’ê Hulya Altun bertek nîşanê bûyerê da û diyar kir ku  ew dixwazin beyî wekhevî bê kirin jin û mêr bi hev re tevbigerin û got AKP ev 17 sale di hewldana tunekirina destkeftiyên jinan de ye. Hulyayê bi lêv kir ku AKP hewl dide jinan bi giştî ji qada civakî derxîne û got: “Em wisa difikirin ku hewl didin jinan di sêgoşeya odeya razanê, mutbex û malê de  hespis bikin. Em difikirin ku ev rewşek li ser partiyên siyasî ye. Li dijî vê divê em jin bi hev re tevbigerin.”
 
‘Em jin in  û li her derê ne ji we re çi’
 
Hulyayê destnîşan kir ku jin pêşerojê ava dikin û ev tişt anî ziman: “Em bi zarokên xwe pêşerojê ava dikin. Em ê jin li her derê bin. Ji we re çi? Her wiha aştî jî ancax bi hevkariya jinan pêkane.”