Jinên astengdar du car pirsgirêkan dijîn

  • 08:06 21 Adar 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinên astengdar, ji ber pêşdarazên civakî û qanûnên pêk nayên, zêdetir rastî binpêkirina mafan, tacîz û îstîsmarê tên.
 
Jiyana jinan a bi zîhniyeta serdest a mêr tune tê hesibandin û hemû mafên wan ji dest wan tên girtin, dema astengdarî hebe jî du car tê jiyîn. Seroka Komeleya Jiyana Bêasteng, Gulgun Yorgancilar  diyar kir ku yekem car jinên astengdar di 8’ê Adarê de li Îzmîrê daketine kolanê û anîne ziman ku astengdar hene. Gulgunê da zanîn ku jinên astegdar du car pisgirêk û zehmetiyan dikşînin û ligel pirsgirêkên tenduristî, perwerde û civakî, rastî îstîsmar û tacîzê jî tên.
 
‘Astengdarên dixebitin wek bên cezakirin’
 
Ji Komeleya Astengdaran a Bucayê Kamuran Parilti jî bi lêv kir ku qanûnên di meriyetê de ne li gorî hewcedariyê pêk nayê û got: “Qanûna hejmar a 5378’an divê bi rastî jî bikeve jiyanê. Tu tişt wek tê dîtin nîne. Gelek hevalên me hewcedar in.  Astengdarên dixebitin, ji mafên xwe yên civakî fêdeyê nagirin. Mînak cîhaza 2-3 hezar lîrayî, hezarek wê astengdar didin.  Dewlet nabêje ka vî pereyî ji ku tînin. Ji bo astengdarê naxebitin jî tu hêsanî nayê kirin.  Em naxwazin astengdar ji jiyana civakî bên derxistin.”
 
‘Şaredarî tedbîran li gorî astengdaran nagire’
 
Ji Komeleya Nebîneyan a Çagdaş Sevgî Dalgiç jî ku dema emelyata dil de zêde dermanê xwînê ron dike danê çavekê xwe bi giştî winda kiriye û yê din jî hinekî dikare bikar bîne, diyar kir ku di plansaziya bajar de astengdar nayên fikirîn û got çalên ceyran û telefonê yên hatine vekirin jî xetereyek mezin diafirînin. 
 
‘Li gorî peymanan tevnagerin’
 
Yek ji parêzera Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî Mujgan Bîlgen Ozen jî nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku Peymaneke Mafê Astengdaran ku Peymana Mafê Mirovan a Gerdunî ya Neteweyên Yekbûyî esas digire di 2007’an de hatiye îmzekirin lê mixabin li gorî vê peymanê tevnagerin. Mujganê her wiha ev tişt anî ziman: “Ji bo astengdaran mafên perwerde, tenduristî, ewlehî û îstîhdamê hat nasîn lê mixabin pêk nayên. Civak dibêje qey astengdar nikarin bixebitin.  Astengdar nikarin xwe bigihînin qadên cemawerî. Mînak ji ber asansor tune, nikare biçe. Astengdar heye ku divê alav jê re bê girtin. Dema tunebe jî nikarin di jiyana civakî de cih bigirin.”