Rewşa dawî ya Nexweşxaneya Avrînê

  • 16:38 17 Adar 2018
  • Rojane
EFRÎN - Dîmen û wêneyên bombebar kirina Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê hat weşandin. 
 
Tirkiye di roja 57'an de bi hêza TSK û OSO axa Efrînê û navenda Bajarê Efrînê bombe dike. Şevê din TSK'ê Nexweşxaneya Efrînê bombe kir û nêzî 16 welatiyên sivîl di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dan. Dimen û wêneyên bombebar kirina Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê hatin weşand.
 
Di nava şevê de balafirên şer hem mizgeft û hem jî gelek cih û kargeriyên din bombe kiribûn. TSK’ê îdîa kiribû ku nexweşxane nehatiye bombekirin, lê di dîmen û wêneyên bi awayekî eşker xuya dike ku balafirên şer ên TSK’ê nexweşxane bombebaran kirine. Bi vê yekê derket holê ku TSK bi dîmên parvekirin, derewan dike. 
 
Gava ku balafirên şer ên TSK’ê Nexweşxaneya Avrînê bobebaran kirin, bi sedan welatiyên sivîl ên birîndar lê dihatin derman kirin. Di bombebaranê de 9 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.