Jinên Amedî: Erdogan bi çi rû yê tê Amedê?

  • 10:59 17 Adar 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Jinên Amedî bertek nîşanê hatina serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ku wê sibê tevlî Kongreya Amedê ya Asayî ya 6’emîn a partiya xwe bibe dan û gotin ku bi çi rûyî tê Amdê.
 
Serokê  AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ku wê  îro tevlî Kongreya Amedê ya Asayî ya 6’emîn a partiya xwe bibe. Beriya hatina Erdogan kolanên Amedê xistin bin ablûqayê. Erdogan ji keyayan heta kedkarên cemaweriyê daxwaza hatina “bi zorê” a pêşwazîkirina xwe kiriye. Jinên Amedê jî bertek nîşanê vê biryarê dan û ev tişt gotin: “Li ser vê axê cihê Erdogan  tune ye.”    
 
Jina bi navê Remziye ya ku li  bazarê ji ajansa me re axivî got ku hatina Erdogan baş nabîne û ev tişt got: “ Ez naxwazim ku ew were Amedê. Erdogan êşşên gelek mezin bi gelê Amdê dan jiyan. Bi çi rûyî tê Amedê? Kesên ku biçin wî pêşwazî bikin jî ez wab şermezar dikim.”
 
‘Em ê neçin û pêşwazî nekin’
 
Jina bi navê Fahriye jî anî ziman ku ger Erdogan bê Amedê wê rastê eleqeyek mezin neyê û wiha bi lêv kir: “Gelê Amedê Erdogan pêşwazî nake. Ji ber ku Erdogan li ser gelê kurd komkujiyên mezin pêk anîn û niha jî li Efrînê komkujiyên xwe berdewam dike. Ger ku welatî biçin jî bawerim ji ber biryara ‘bi zorê’ anîna wane. Her wiha Erdoganê kujer ku îro li Efrînê komkujiyên xwe yên li se gelê kurd berdewam dike gelo ji me bawer dike ku em ê biçîn wî pêşwazî bikin.  Bila qet li benda me nemîne em tucar naçin û wî pêşwazî nakin bila neyê Amedê. ”
 
‘Neçin pêşwazî nekin'
 
Jina bi navê Ayşe jî da zanîn ku ew jî baş dizanin ku di nav pêvajoya heyî de biryara hatin û nehatina wî ew nadin û wiha anî ziman: “Em naxwazin ku Erdogan bê  Amedê. Li gel komkujiyên ku li ser kurdan pêk tîne em ê çawa biçin wî pêşwazî bikin? Em hatina wî şermezar dikin. Lê biryara  hatin û nehatina Erdogan em nadin. Lê em baş dizanin ku wê tu kes neçe wî pêşwazî neke. Divê ku hatina wî bê şermezarkirin.”  
 
'Ez naxwazim bê Amedê'
 
Jina bi navê Gulîstan ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amdê hat kirin bavê wê ji kar hat avêtin jî wiha got: "Em hatina Erdogan qebûl nakin. Bavê min li şaredariya xebatkar bû lê piştî qeyûm   hat derxistin.  Birayê min ê ku  tevlî daxûyaniyê bûbû polîsan bombeya gazê avêt û çavê biryê min kor kirin. Em Erdogan ê ku evqas êş bi me dane jiyîn naxwazin û em hatina wî ya Amedê şermezar dikin.”
 
‘Wê ev rojên zor û zehmet biqedin’
 
Ayşe ya ku bi çêkirin û firotina gozlemeyê têkoşîna jiyanê dide jî got: “Wê ev rojên zor û zehmet biqedin û me hêviya xwe qut nekiriye. Em Erodogan ê ku li Efrînê zarokên kurdan bombebaran dike li Amedê naxwazin û hatina wî şermezar dikin."
 
‘Ji bo îxracan ez ê neçim’
 
Zeynep jî bi lêv kir ku ew qas kedkarên cemaweriyê hatine îxrac kirin û ev hemû raya Erdogan hatine kirin ji ber wê jî ez naçim pêşwazî nakim wî û wiha got: “Em hatina wê naxwazin. Ji ber ku bi sedan kedkarên cemaweriyê bê hiqûqî hatin îxrackirin. Ji bo îxracan ez naçim û wî pêşwazî nakim.”
 
‘Niha bi kîjan rû yê tê?’
 
Herê dawî jî jina bi navê Fatma axivî û wê jî bal kişand ser hilweşandina xaniyên Sûrê û got ku piştî hilweşîna li Sûrê bi çi rû yê tê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew qas mirov kuştin li Sûrê Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê komkujî pêk anîn û niha jî van komkujiyên xwe li Efrînê berdewam dike. Bi kîjan rû yê tê? Em hatina wê naxwazin. Ji bo gel tevlî kongreye bibe dirav teklif  kirine. Gelê me ew qas ne ketî ye.”