‘Divê çapemenî rastiyan derxe holê’

  • 09:39 12 Adar 2018
  • Rojane
MUGLA - Bertekên li hemberî talîmata sansurkirina nûçeyên der barê îstîsmara zarokan û şîdeta li ser jinan a ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hatiye dayîn, didomin.  Jinên Muglayê peywira çapemeniyê bi bîr xistin û banga zêdetir çêkirina nûçeyan kirin.
 
Serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ji bo nûçeyên tacîz, tecawiz û îstîsmarê  axaftina wekê ‘Weşanên televîzyonê jî êdî ji rê derketine. Ez bang li çapemeniyê dikim. Ji kerama xwe re bibirin wan weşanan. An jî hun gel bêzar dikin.’  kiribûn û li ser vê jinan bertekên tûnd nîşandan û diyar kirin ku divê rastî zêdetir bên ziman.
 
‘Çêkirina nûçeyan xizmeta ji bo mirovahiyê ye’
 
Endama PM'a HDP'ê Adalet Aydin diyar kir ku Tayyîp Erdogan tehemulê rexneyek biçûk ya di çapemeniyê de nake û bi salane wek kesekî welat bi rêve dibe ji pirsgirêkan re çareseriyê pêk naniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêkên wekê îstîsmar, kuştinên jinan û xizanî her diçin zêde dibin.  Her tişt zêdetir ber bi xerabiyê ve diçe. Rizandina civakî di asta jor de ye. Bi şer re tacîz û tecawîz zêde bûye.  Gel bi rêzefîlman, bernameyên magazînê dixapînin.  Lê rastî nayên veşartin. Kî van nûçeyan çêdike, xizmetê ji mirovahiyê re dike.
 
‘Dengê welatiyan dide bihistin’
 
Karkera bi navê Ummu Has ya li Mîlasê dixebite diyar kir ku nûçeyên der barê îstîsmarê de hestiyariya rayagiştî zêde dike û divê çapemenî tu car bêdeng nemîne, divê jin zêtir gotinên xwe bibêjin, zêdetir derkevin ser ekranan û destê hev bigirin.
 
Jina bi navê Demet jî diyar kir ku di pêvajoya AKP’ê de zêdebûna kuştinên jinan û îstîsmar ne tasaduf e û got polîtîkayên AKP’ê her tim îstîsmar teşwîq kirine û ji ber cezayên giran nayên dayîn jî  sûc zêde dibin.