Li wanê jin bi reng û lîlandina xwe diherikin qada 8'ê Adarê

  • 12:44 8 Adar 2018
  • Rojane
WAN - Jin li Wanê bi reng û lîlandina xwe di pêşengiya Platforma Ahtamarayê de diherikin qada Mîtînga 8'ê Adarê
 
Jin li Wanê bi reng û lîlandina xwe di pêşengiya Platforma Ahtamarayê de bi dirûşma "Em bi 8'ê Adarê diherikin xwebûna xwe"  diherikin qada Mîtînga 8'ê Adarê ya ku wê li Parka Musa Anter bê lidarxisitn. Qda ku bi bariyeran hatiye dorpêçkirin ji 3 milan ve deriyê wê yê ketinê hene.  Jinên ku li gel bariyeran diherikin qadê bi reng, lîlandin û kincên xwe yên kurdî tên û tu astengiyan nas nakin.
 
Jinan qet guhdariya sermayê nekir û berê xwe dan qadê
 
Li gel hewaya sar jinên ku bi hemû xemla xwe berê xwe dan qadê li ber muzîkê li qada mîtîngê bi dirûşmên "Jin jiyan" kom bi kom govend girtin. Li qada mîtîngê pankarta bi kurdî û tirkî ya bi nivîsa "Bi 8'ê Adarê em diherikin ji bo ku bibin xwe, her der 8'ê Adarê" hat dalilqandin û dowîzên bi dirûşma "Wê cîhan ji cihê xwe bi heje ger ku jin azad bibin", "Jin jiyan azadî", "Em hebûn hene û em ê hebin" û  "Jin jiyane jiyanê nekuje" hatin daliqandin. 
 
Bernameya mîtînga 8'ê Adarê ya Wanê wiha ye:
 
Bernameya ku wê bi rêzgirtinê dest pê bike wê bi axaftina Seher Kadirogu a ku di komîteya amadekar a 'ê Adarê de cih digire dest pê bike. Li aliyekî din jî di berdewamiya mîtîngê de jî peyama peralamenterên girtî yên jin ên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Sebahat Tuncel ku ji girtîgehê şandin wê bê xwendin. Piştî peyaman wê Berdevka Jinên HDP'ê Besîme Konca û Hevseroka Giştî ya Keskê Aysun gezen biaxivin. Piştî axaftinan wê mîtîn bi starên dengbêjanî, ên Koma Arjîn û Hediye Kalkan berdewam bike.