‘Li dijî pergala serdest a mêr jin li qada ne’

  • 09:18 8 Adar 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Jinên Îzmîrê diyar kir ku çavkanya şîdeta li hemberî jinan zîhniyeta serdest a mêr e û bang kirin ku jin di 8’ê Adarê de dakevin qadan.
 
Jinan diyar kir ku jin li her derê êşên hevpar dijîn û li dijî pergala serdest a mêr a çavkaniya şer, şîdet, newekheviyê ye wê dakevin kolanan. Jinên Îzmîrê diyar kirin ku wê di 8’ê Adarê de li Alsancakê  bên cem hev û banga tevlîbûnê li hemû jinan kirin.
 
Xwendekara Zanîngeha Egeyê Zulal Ural diyar kir ku kapîtalîzm dixwaze jinan bi çanda dan û standinê ji nû ve bi teşe bike û wiha got: “Di mexazeyan de ‘daxistina bihayan a ji bo 8’ê Adarê’ mirovan dide fikirîn.  Jin di 8’ê Adarê de ne ji bo dan û standinê, ji bo mafên xwe divê dakevin qadan. Divê li dijî vê jin xwedî li vê rojê derkevin.”
 
‘Divê li dijî mufredata zayendperest dakevin kolanan’
 
Xwendekara Zanîngeha Aboriyê ya Îzmîrê Ezgî Ulusoy jî destnîşan kir ku bi guherîna zîhniyeta mêr wê cureyên şîdeta li ser jin û zarokan bidawî be û wiha pê de çû: “Ji bo pêşî li binpêkirinên mafan ên li ser jinan bê girtin divê jin dakevin qadan û gelek xebatan bimeşînin. Pergala perwerdeyê bi zîhniyeta mêr tê avakirin. Li zanîngehan jin rastî newekheviyan tên.  Ji dibistana seretayî û pêve mufredat bi nêzîkatiyek zayendperest tê avakirin. Divê jin li dijî vê bêdeng nemînin.”
 
‘Ji bo zarokên xwe divê em dakevin qadan’
 
Melek Bîlîgîlî jî daxuyakirin ku divê jin ji bo azadiya xwe û zarokan tevlî 8’ê Adarê bibin û bang li hemû jinan kir ku dakevin qadên 8’ê Adarê.
 
Fatma Yetîm jî destnîşan kir ku jin ji aliyê bav, bira, kurên xwe ve rastî zilmê tên û got li her qadê jin rastî zilma hevpar tên û got divê jin li  dijî feraseta mêr û pergalê dakevin qadan.