‘Dewlet li şûna pêşî li îstîsmarê bigire, manîpulasyonê dike’

  • 09:14 8 Adar 2018
  • Rojane
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Psîkolog Duygu Oz diyar kir ku ji bo îstîsmara zayendî ne wek nexweşî, wek sûc bê qebûlkirin divê gav bên avêtin û wiha got: “Bi taybet jî xesandina  kîmyewî bi zînayê re nîqaşkirin gelek xeter e. Dewlet derbarê zayendê de manîpulasyonek cidî dike.” 
 
Psîkolog Duygu Oz ku derbarê şîdeta li ser jin û zarokan, travmayan xebatan dimeşîne, derbarê qanûna xesandinê de nirxandin kir. Duyguyê da zanîn ku gelek sazî û rêxistinên jinan berê jî fikrên xwe yên derbarê xesandina kîmyewî de gotibûn, lê niha dîsa hat rojevê. Duyguyê ev tişt vegot: “Ewil divê îstîsmara zayendî wek sûc bê qebûlkirin. Pir kêm îstîsmarkarên zarokan pedofîlî ne. Xesandina kîmyewî her wiha bêyî daxwaza kes mudaxalekirina bedena wî ye. Yek ji sûcên herî mezin ê mirovahiyê ye.
 
‘Desthilatdarî civakê pir şûnde dixîne’ 
 
Duyguyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pirsgirêk ji serdestiya mêr û newekheviya navbera zayendan diqewime. Ji vê perspektîfê divê derkevin rê û wekheviya zayenda civakê pê bînin. Lê desthilatdarî berovajî vê civakê pir şûnde dibe û ji bo îstîsmara zayendî rewa bike gelek pêngav avêtiye. Zîna bi hevrebûna zayendî ya du kesan ku bi daxwaza xwe dikin e. Ji ber vê tu kes, dewlet jî nikare mudaxaleyê li vê bike. Dewlet derbarê zayendê de manîpulasyonek cidî dike.” 
 
Duyguyê di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo pêşî li sûcan bê girtin divê zêdetir bê axaftin û divê perwerdehiyên zayendî di mufredatên dibistanê de cih bigirin.