'Azadiya Abdullah Ocalan azadiya civakê ye'

  • 09:02 14 Cotmeh 2025
  • Rojane
Buşra Turan
 
WAN - Jinên ku daxwaza bidawîanîna tecrîd û komploya 27 salan a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, daxwaz kirin ku komîsyona parlementoyê ji bo hevdîtinê serdana Îmraliyê bike û gotin, "Heke azadiya Abdullah Ocalan tune be, azadiya me jî tune ye."
 
Komploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi hevkariya hêzên navneteweyî bi serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir, niha 27 li dû xwe hişt. Îro, komplo bi polîtîkaya tecrîdê li Girava Îmraliyê berdewam dike.
 
Dayikên Aştiyê, partiyên siyasî û beşên cûda yên civakê daxwaz dikin ku rêyên aştî û diyalogê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re werin vekirin. Jinên ku daxwaz dikin ku komîsyona parlementoyê ji bo hevdîtinê serdana Îmraliyê bike, hem balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û hem jî destnîşan dikin ku jin bêyî Abdullah Ocalan azad nabin û civak bêyî azadiya jinan azad nabe.
 
'Divê komîsyon biçe Îmraliyê'
 
Dayika Aştiyê Gozel Erdemlî diyar kir ku 27 sal in komployek li dijî Abdullah Ocalan heye û ew dixwazin ku ev komplo bi dawî bibe. Gozel Erdemlî got, "Em aştî û wekheviyê dixwazin û em daxwaz dikin ku pêvajoya ku dest pê kiriye berdewam bike. Em dixwazin ku komîsyona ku li Parlamentoyê hatiye avakirin li ser bingeha wekhevî û aştiyê xebata xwe bidomîne û komîsyon biçe Îmraliyê û ji bo aştiyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike."
 
 
'Serokatî tarîtî veguherand ronehiyê'
 
Dayika Aştiyê Asya Ozle, mîna hemû gelên cîhanê, diyar kir ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav gelê Kurd de be û got, "Birêz Abdullah Ocalan ev pêvajo danî pêşiya me û hemû cîhan wê qebûl dike. Ji bo me, Serokatî bi vê pêvajoyê tarîtî veguherand ronahiyê. Divê em jî vê pêvajoyê hembêz bikin û tevbigerin. Wekî gelê Kurd, me erka xwe pêk aniye; em şertên Birêz Abdullah Ocalan qebûl dikin. Divê dewleta Tirk jî erkê xwe bichi bîne. Bes e; em bi mirinê nikarin bigihîjin tu derê. Ne ew û ne jî em divê nemirin. Ger ku Ocalan azad nebe em jî azad nabin."
 
'Divê girtî bên berdan'
 
Asya Ozle her wiha tekez kir ku girtiyên di girtîgehan de tevî ku cezayên xwe dikişînin jî nayên berdan û girtiyên nexweş tevî ku li ber mirinê ne jî  nayên berdan. Asya Ozle wiha berdewam kir, "Êdî bes e. Divê dayikên Tirk mîna me aştiyê bixwazin, destên xwe bidin hev û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Mixabin, wan hîn gavek neavêtine. Divê ew niha qebûl bikin û gavekê ber bi aştiyê ve bavêjin. Em dixwazin ku ev komplo bi dawî bibe. Îro, li gelek deverên cîhanê ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan dê xwepêşandan bên lidarxistin û em li vir in. Em aştî û azadiya bi rûmet dixwazin."
 
'Ez ji bo azadiyê ji Amed heta Enqerê meşiyam'
 
Endamê rêveberiya navçeya Payizava ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Seçkîn Tunç diyar kir ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e wekî şerekî navxweyî ye û anî ziman  ku ew dixwazin ev komplo bi dawî bibe. Seçkîn Tunç got, "Dayikên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane digirîn. Em dixwazin van deriyên şer ên bi sedsalan vekirî bigirin vê komployê betal bikin û bi dawî bikin. Em daxwaz dikin ku rêyên danûstandinê werin vekirin û gavên avakirina civatek demokratîk werin avêtin. Wekî ku Birêz Abdullah Ocalan got, civak nikare azad bibe heTa ku jin neyên azadkirin. Em, jin û dayik, ji bo azadkirina civakê li kolanan in. Ez ji Amed heta Enqerê meşiyam; em êdî naxwazin dayik bigirîn û zarokên wan bên qetilkirin. Em ji bo her du aliyan aştiyê dixwazin; em dixwazin komplo were betalkirin û rêyên danûstandinê werin vekirin."