
‘Em pênûsa şehîdên çapemeniya azad li erdê nahêlin'
- 09:54 26 Tebax 2024
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Jinön ku bertek nişani qetilkirina Rojnamegerên Jin Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn dan, diyar kirin ku heqîqet bi rêya çapemeniya azad derdikeve holê û gotin ku ew ê hesap bipirsin.
Bertekên li hemberî êrîşa dewleta Tirk a 23’ê Tebaxê ya li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê û qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn dewam dikin. Nûnerên partiyên siyasî, rojnamevan û rêxistinên jinan jî diyar kirin ku çapemeniya Azad nayê bêdengkirin û ew ê têkoşîna Gulîstan û Hêro bidomînin.
Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayip diyar kir ku ew ê li dijî komkujiyan dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin û got, “Li Başûrê Kurdistanê ku êrîşên dagirkeriyê bênavber didomin û bombe bi ser gelê Kurd de dibarîne û rojnamegerên ku rastiyê radigihînin hedef digire. Nemirbûna rojnamegerên ku gav paşve neavêtin nîşan dide ku rojnamegriya tê kirin pişeyekî zahmet e. Çapemeniya Kurd a ku ji salên 90’î û vir ve bûye hedefa êrîşên bombeyî, kuştin, windakirin û îşkence û qetilkirinê, li hemberî êrîşan bê ku dev jê berde kevneşopiya xwe didomîne. Ew bê tirs nivîsandina rastiyan didomînin. Ji ber vê sedemê çapemeniya Kurd di hedefa êrîşa dewleta Tirk û PDK’ê de ye. Em ên ku pênûsa şehîdên çapemeniya azad di şexsê Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn de girtin dest, em ê bi her awayî dest ji israra xwe ya ji bo nivîsandina heqîqetê bernedin, dengê bindestan bidin bihîstin û li ser şopa wan bin."
'Em ê ji 7 salî heta 70'ê salî xwe bi rêxistin bikin û hesab bipirsin'
Berdevka Meclisa Jinan a Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Aygul Sîncar, diyar kir ku ev êrîş encama zîhniyeta monîst e û bi salan e tên kirin. Aygulê wiha got “Em destûrê nadin ku sûcên şer û qetlîamên sivîl bên nixumandin. Ev ne cara ewil e. Jin û rojnamegerên jin wê weke her serdemê ji vê serdema tarî bi hêztir derkevin. Li vê erdnîgariyê jinbûn û rojnamegeriya jin jî tê wateya hembêzkirina mirinê. Eger ne ji Çapemeniya Azad a Kurd bûya, haya raya giştî ji Roboskî, Kemal Kurkut, binpêkirinên mafan, jêrzemînên Cizîrê, tiştên li Sûrê qewimîn, her meh bi dehan kuştinên jinan, destavêtin, şewitandina gundan, şewat, şer û pevçûnan çênedibû."