Li Êlihê zarokê 9 salî bi giranî birîndar bû

  • 19:18 26 Nîsan 2025
  • Rojane
ÊLIH - Li Kercewsê zarokekî 9 salî gava bi makîneya evrikê erd diajot, bi giranî birîndar bû. 
 
Li gundê Yolagzi yê navçeya Kercewsê ya Êlihê zarokê bi navê Ahmet G. gava bi makîneya tevrikê erd diajot, nigê wî ket ber çerxa makîney. Xizmên zarok gava qîrîna wî bihîstin ber bi cihê bûyerê ve çûn û haya tenduristkaran pê xistin. Ahmet G., piştî mudaxileya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kercewsê. Ahmet G. yê ku ji her du lingên xwe û pişta xwe birîndar bû, ji vir sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê hat kirin.