‘Em pênûsa şehîdên çapemeniya azad li erdê nahêlin' 2024-08-26 09:54:04   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Jinön ku bertek nişani qetilkirina Rojnamegerên Jin Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn dan, diyar kirin ku heqîqet bi rêya çapemeniya azad derdikeve holê û gotin ku ew ê hesap bipirsin.   Bertekên li hemberî êrîşa dewleta Tirk a 23’ê Tebaxê ya li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê û qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn dewam dikin. Nûnerên partiyên siyasî, rojnamevan û rêxistinên jinan jî diyar kirin ku çapemeniya Azad nayê bêdengkirin û ew ê têkoşîna Gulîstan û Hêro bidomînin.    'Em dest jê bernadin'    Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayip diyar kir ku ew ê li dijî komkujiyan dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin û got, “Li Başûrê Kurdistanê ku êrîşên dagirkeriyê bênavber didomin û bombe bi ser gelê Kurd de dibarîne û rojnamegerên ku rastiyê radigihînin hedef digire. Nemirbûna rojnamegerên ku gav paşve neavêtin nîşan dide ku rojnamegriya tê kirin pişeyekî zahmet e. Çapemeniya Kurd a ku ji salên 90’î û vir ve bûye hedefa êrîşên bombeyî, kuştin, windakirin û îşkence û qetilkirinê, li hemberî êrîşan bê ku dev jê berde kevneşopiya xwe didomîne. Ew bê tirs nivîsandina rastiyan didomînin. Ji ber vê sedemê çapemeniya Kurd di hedefa êrîşa dewleta Tirk û PDK’ê de ye. Em ên ku pênûsa şehîdên çapemeniya azad di şexsê Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn de girtin dest, em ê bi her awayî dest ji israra xwe ya ji bo nivîsandina heqîqetê bernedin, dengê bindestan bidin bihîstin û li ser şopa wan bin."   'Em ê ji 7 salî heta 70'ê salî xwe bi rêxistin bikin û hesab bipirsin'   Aktîvîsta TJA'yê Hanîm Kurum jî diyar kir ku bi salan e li dijî çapemeniya azad û bi taybet xebatkarên çapemeniya jin zext û zordarî tê kirin, diyar kir ku li Silêmanî bi hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re 2 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane. Xanimê got, “Dewlet ji jinan ditirse. Em bi rêzdarî li ber şehadeta hevalên xwe bejna xwe ditewînin. Em weke jin dê têkoşîna xwe bidomînin. Jinên Kurd bi rêxistin bûn û ev yek nîşanî cîhanê dan. Em ê li dijî komkujiyan ji 7 salî heta 70’ê salî xwe bi rêxistin bikin û hesab bipirsin. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin. Bi salan e banga aştiyê tê kirin û em ji PDK'ê re dibêjin 'Êdî ji vê rêyê vegerin'. PDK dê heta kengê xwe li pişt dewleta Tirk biparêze?"    'Em ê nehêlin sûcên şer bên veşartin'    Berdevka Meclisa Jinan a Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Aygul Sîncar, diyar kir ku ev êrîş encama zîhniyeta monîst e û bi salan e tên kirin. Aygulê wiha got “Em destûrê nadin ku sûcên şer û qetlîamên sivîl bên nixumandin. Ev ne cara ewil e. Jin û rojnamegerên jin wê weke her serdemê ji vê serdema tarî bi hêztir derkevin. Li vê erdnîgariyê jinbûn û rojnamegeriya jin jî tê wateya hembêzkirina mirinê. Eger ne ji Çapemeniya Azad a Kurd bûya, haya raya giştî ji Roboskî, Kemal Kurkut, binpêkirinên mafan, jêrzemînên Cizîrê, tiştên li Sûrê qewimîn, her meh bi dehan kuştinên jinan, destavêtin, şewitandina gundan, şewat, şer û pevçûnan çênedibû."