Komkujiya Pirsûsê: Hat xwestin lêgerîna edaletê bê astengkirin

  • 09:03 18 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
Rozerin Gultekin
 
STENBOL - Bersûcên Komkujiya Pirsûsê ev 7 sal in nayên darizandin. Malbat jî li dijî vê yekê bi salan e li korîdorên edliyeyê li edaletê digerin. Ji parêzerên dozê Sezin Uçar wiha got:"Hat xwestin lêgerîna edaletê bê astengkirin."
 
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de 33 endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên xwestin bi gelê Kobanê re bikevin nava piştevaniyê û ji zarokan re pêlîstokan bi rê bikin li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin. Ji ser qetilkirina wan 7 sal derbas bûn. Di nava 7 salan de tenê Yakup Şahin hat darizandin û 34 caran cezayê heta hetayê girt. Dosyayên bersûcên fîrarî yên 
Îlhami Bali û Deniz Buyukçelebi ji hev hatin veqetandin û biryar hat dayin ku bên girtin. 
 
Dê 24'emîn rûniştina dozê di 5'ê Kanûnê de li Kampusa Girtîgeha Hîlvanê bê dîtin. Di 7'emîn salvegera komkujiyê de ji parêzerên dozê Sezin Uçar nirxandin kir. 
 
'Xwestin destkeftiyên Şoreşa Rojava bifetisînin'
 
Sezinê da zanîn ku armanca vê êrişê ew bû ku piştevaniya bi Gelê Kurd re bê astengkirin û wiha got:"Xwestin destkeftiyên Şoreşa Rojava bifetisînin. Piştî komkujiyê derbarê lêpirsînê de biryara nepeniyê hat dayin. Me îtiraz kir lê belê heta darizandinê dest pê kir biryara nepeniyê dewam kir. Gelek daxwazên me derbarê dosyayê de hebûn lê nehatin qebûlkirin. Derbarê DAÎŞ'yan de biryara girtinê hebû lê belê dîsa jî komkujî kirin. Me bi vê yekê re dît ku hinek kes tên parastin."
 
'Hat xwestin lêgerîna edaletê bê astengkirin'
 
Piştî komkujiya Pirsûsê gelek komkujî pêk hatin. Komkujiyên Enqere, Sultanahmet, Reina, Balafirgeh, Kolana Îstiklalê. Me got dibe ku bersûcên van komkujiyana bi hev girêdayî bin û di çarçoveya vê yekê de bên darizandin. Malbatan jî ji ber darizandin kêm pêk dihat îtiraz kirin. Me jî wekî parêzeran şandeya dadgehê ji ber ku darizandineke adîlane nedikir, red kir. Ev yek jî wekî sûc hat dîtin. Şandeyê ji bo komkujî bê ronîkirin tenê delîlek jî li dosyayê zêde nekir. Şandeyê bêyî ku delîlan zêde bike xwest derbarê dosyayê de biryarê bide û derbarê malbat, parêzer birîndaran de giliyê sûc bike. Bi vê yekê hat xwestin lêgerîna edaletê bê astengkirin. Lê belê malbatan tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedan."
 
Lingê siyasî yê komkujiyê 
 
Sezinê diyar kir ku wan daxwaz kiriye li Serokê wê serdemê Ahmet Davutoglu bê guhdarkirin û wiha pê de çû:"Berpirsê komkujiyê ne tenê DAÎŞ e berpirsên vê komkujiyê yên siyasî jî hene. Ahmet Davutoglu komkujiyên serdema hezîran û mijdarê îşaret kiribû lê belê dewama wê neanîbû. Wê demê gotibû 'Ez rastiyên di wê dîrokê de bêjim kes nikare li rûyê hevdu binêre'. Tevî serokkomar xebatkarên cemaweriyê yên berpirsê vê komkujiyê hene."
 
Polîtîkayên bêcezahiştinê 
 
Sezinê  da zanîn ku li Tirkiyeyê li dijî dosyayên komkjiya DAÎŞ'ê polîtikayên bêcezahiştinê heye û wiha got:"Ev bêcezahiştin ji bo wan dibe benda parastinê. Yakup Şahin bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bûbû. Ev pirsgirêk e. Her wiha me gelek carî serî li Dadgeha Bilind daye lê belê ji bo van serlêdana gelek caran bersiva redkirinê hatiye. Me got dewamkirina biryara nepeniyê ya li ser dosyayê mafê darizandina adîl binpê dike. Li ser vê yekê jî me serlêdan kir. Dewletê parastina mafê jiyanê yê welatiyan nedît. Serlêdana me ya derbarê vêya de jî niha li Dadgeha Mafê Mirovan e. Hîn biryar nehatiye dayin."
 
Hedef darizaninda Erdogan e
 
Sezinê di 7'emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de daxwaza edaletê ji her kesî re kir û wiha dawî lê anî:"Divê herkes beşdarî dozê bibe û piştgiriyê bide. Divê her kes fam bike ku îro pêdiviya me bi piştevaniyeke wiha heye. Doza Komkujiya Pirsûsê dê di 5'ê Kanûnê de bê dîtin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku li Ahmet Davutoglu wekî şahid bê guhdarkirin. Hedefa me ew e ku Erdogan, Davutoglu, peywirdarên cemaweriyê yên ji vê komkujiyê berpirs in bên darizandin. Ger wiha bibe encax edalet pêk bê."