'Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye'

  • 09:01 18 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
Hêlîn Asmîn
 
QAMIŞLO - Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Cîhan Xelîl Şoreşa 19'ê Tîrmehê û her wiha di nava Rêveberiya Xweser de rola jinê nirxand û wiha got:'' Pêwist e jin xwe wekî pêşengên şoreşê bibîne. Bi vê hêz û baweriyê bikaribe bijî. Ji ber hêza herî esas a di şoreşa me de jin e. Hemû cîhanê ev rastî dît. Li gorî vê rastiya heyî jî nêzî jinê dibin. Bi taybet jina kurd di tevahî cîhanê de bûye mînak. Niha li Rojavayê Kurdistanê û tevahî cîhanê şoreş tevî hemû zehmetiyan didome. Ev jî hêza jinê ye."
 
Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya 2012'an li Kobanê wekî çirûskeke biçûk dest pê kir, li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Her wiha veguherî hêviya azadiya jin û gelan. Piştî şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek sazî û dezgeh hatin avkirin, jinan di gelek qadan de rola xwe lîstin. Bi pêşengiya jinê alternatîfeke nû ya jiyanê hat honandin. Têkildarî mijarê Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Cîhan Xelîl nirxandin kir. 
 
'Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye'
 
Cîhan Xelîl da zanîn ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi çirûskekê ji Kobanê dest pê kir û li tevahî cîhanê belav bû û wiha pê de çû:"Hatina Şoreşa 19'ê Tîrmehê ez di destpêkê de li tevahî jinan pîroz dikim. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Ji ber ku jinên li Rojava pêşengtiya şoreşa 19'ê tîrmehê kirin. Di heman demê de ji bo jinên cîhanê bûne îlham. Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Kobanê dest pê kir. Piştre li Efrîn, Cizîr û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Wek jin jî me di hemû kêliyê şoreşê de cih girt. Ji şoreşê re pêşengtî kir. Ji ber ku wekî jin mîrasa me ya salane heye. Em li ser vî mîrasî dimeşin. Berî Şoreşa 19'ê Tîrmehê jî me di nava civakê de kar dikir. Lê bi şoreşê re ez dikarim bêjim heyecana me hîn zêdetir bû. Di van salên ku şoreşa Rojava pêş ket de jin di civakê de bû xwedî rêxistin. Bi tevahî di nava jiyanê de cih girt.  Berî şoreşê karê jinê tenê di malê de bû û tenê karê jinê ew bû ku zarokan xwedî bike. Bi şoreşê re êdî jin bû xwedî fikir, nasname û îrade di jinê de pêş ket. Ji ber jinê bi şoreşê re xwe nas kir û bû xwedî nasname. Ez dikarim bêjim bi şoreşê re hemû sînorên li ser jinê rabûn. Di dema şerê Kobenê de me hemûyan dît ku jin hem di milê leşkerî hem di milê siyasî de li ser civakê çiqas bi bandor e. Ji pergala hevserokatiyê, heta dîplomasiyê di hemû beşên Rêveberiya Xweser de cih digire."
 
'Jin bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re bû xwedî rêxistin'
 
Cîhanê bi lêv kir ku jinên cîhanê ji şoreşa jinên kurd îlham girtin û wiha lê zêde kir:"Bingeha şoreşa çirûska 19'ê Tîrmehê hişt ku jin hemû bi hevdu re bibin yek. Jin hemû di nava Şoreşa Rojava de cih digirin. Şoreş bû şoreşa jinan. Ger em mînakê bidin di van salên dawî de li tevahî bajarên ku ereb lê dijîn, jin di nava Rêveberiya Xweser de cih digirin û weke rêvebir xwe bi rê ve dibin. Şoreşa me bi her awayî rengîn e. Her wiha her ku diçe şoreşa me hîn berfirehtir dibe. Ji tevahî deverên cîhanê jin tên li Rojava dixwazin ezmûnên ku ji şoreşê girtine li deverên din bi rêxistin bikin. Jin bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re bû xwedî rêxistin."
 
'Rêveberiya Xweser paradîgmaya demokratîk û ekolojîk esas digire'
 
Cîhanê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman:"Her pêvajoyek demek wê heye. Şoreşa 19'ê Tîrmehê niha dikeve dehemîn salvegera xwe. Her demên şoreşê ji bo me pir girîng bû. Me wekî jin çawa di destpêka şoreşê de ji bo şoreşê pêşengtî kiriye niha jî em wek jin û wek rêveberiyên di Rêveberiya Xweser de cih digirin em ê ji bo civakê pêşengtiyê bikin. Divê di destpêkê de em hebûna xwe ava bikin ji bo ku em ji civakê re pêşengtiyê bikin. Her çiqas piştî 19'ê Tîrmehê Rejîma BAAS'ê ji nava civaka me derketibe jî lê heta niha zihnîyeta Rêjîmê di nava civaka me de heye. Ji ber vê weke rêveberî em dibêjin gerek em bikaribin ji jinan û civaka xwe re pêşengtiyê bikin. Rêveberiya Xweser li ser paradîgmaya demokratîk û ekolojîk xwe bi rêxistin dike."
 
'Em ê bi rihê Zehra û Hevrînan têkoşîna xwe dewam bikin'
 
Cîhanê axaftina xwe wiha bi dawî kir:" Pêwist e jin xwe wekî pêşengên şoreşê bibîne. Bi vê hêz û baweriyê bikaribe bijî. Ji ber hêza herî esas a di şoreşa me de jin e. Hemû cîhanê ev rastî dît. Li gorî vê rastiya heyî jî nêzî jinê dibin. Bi taybet jina kurd di tevahî cîhanê de bûye mînak. Niha li Rojavayê Kurdistanê û tevahî cîhanê şoreş tevî hemû zehmetiyan didome. Ev jî hêza jinê ye. Ji ber ku şoreş, şoreşa jinê ye ji ber vê jî zihnîyeta desthilatdar her carê bi şêwazek cuda dixwaze şoreşê têk bibe. Dixwazin jinê ji şoreşê qut bikin. Keda ku bi salan e hatiye dayin dixwazin têk biçe. Ji ber vê jî niha siyasetek taybet didin meşandin. Lê ev diyar bûye, sersala 21'ê sersala jinê ye. Şoreşa me jî şoreşa jinê ye. Ji ber vê hêzên desthilatdar her tim jinê ji xwe re dike hedef. Li Kobanê, Dêrazorê û gelek cihên ku jin li wan deran bi rêxistinkirî ne jin tên hedefgirtin. Di şoreşa me de jî gelek jinên pêşeng hatin hedefgirtin. Zehra, Hevrîn û Yadê Eqîde ji wan e. Em ê bi rihê Zehra û Hevrînan têkoşîna xwe dewam bikin."