Rûken Altun: Şewitandina înfazan sererastkirina ji bo girtiyên siyasî ye

  • 09:07 15 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Berpirsa Hiqûqê ya CÎSST'ê Ruken Altun da zanîn ku şewitandina înfazan ji sererastkirinek ji bo girtiyên siyasî ye û jinên li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ku înfaza wan hatiye şewitandin bi bîr xist û got: "Pêkanînên li hember girtiyên jin berdewamiya pêkanînên li hember jinên li derve ye. Şewitandina înfazan jî li ser girtiyên jin tên pêşxistin. Binpêkirinên mafan ji polîtîkayan serbixwe nîne."
 
Di pêvajoya pandemiyê ya sala 2020’î de bi qanûnên înfazê gelek girtiyên edlî hatin berdan û girtiyên siyasî ji vê fêde negirtin.
 
Lîjneyên îdarî û şapandinê
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan derketine asta herî jor. Gelek mafên girtiyan ji dest tên girtin û di 1’ê Çileyê 2021’ê de di çarçoveya Qanûna Înfaza hat sererastkirin de Lijneya Îdarî û Şopandinê hat avakirin. Bi avabûna lijneyê re jî pirsgirêka tehliyeya girtiyan rû da. Piştî avabûna lijneyê li girtîgehan tehliyekirina gelek girtiyan hatin astengkirin. Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan jî bi vê polîtîkayê gelek binpêkirin diqewimin.
 
Şewitandina înfazan
 
Ligel şewitandina tehliyeyan, girtiyên hatine tehliyekirin jî înfaza wan tê şewitandin. 12 girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê înfaza wan hat şewitandin û Leyla Saraç, Berîvan Gurhan û Gamze Demîrbaş ên bi mehan berê hatibûn tehliyekirin bi hinceta înfaza wan hatiye şewitandin ji nû ve hatin girtin.
 
Jinên ji nû ve hatin girtin: Leyla Saraç
 
Nivîskara Kurd Leyla Saraç di 25’ê cotmeha 2021’ê de ji Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê hat berdan û lê piştî 8 mehan şûnde di 14’ê Hezîranê de bi hinceta 9 roj ceza wê ya hucrê heye li Balafirgeha Îzmîrê hat binçavkirin û şandin Girtîgeha Jinan Şakranê ya Îzmîrê. Leyla bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 7 sal û nîv ceza lê hatibu birîn û 5 sal û 8 mehan girtî mabû. Ji ber înfaza wê hat şewitandin wê salek û 7 mehên din jî girtî bimîne.
 
Gamze Demîrbaş
 
Gamze Demîrbaş di 22’yê Çileyê 2022’yan de ji girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê hat berdan û di 21’ê Hezîranê de ji mala wê ya li Erdexanê hat binçavkirin û bi hinceta înfaza wê şewitiye hat girtin. Gamze ya bi îdiaya endamtiya rêxistinê 7 sal û 6 mehan ceza girt 5 sal û 8 mehan girtî ma û hat berdan. Piştî tehliyeyê 5 meh şûnde di 21’ê Hezîranê de bi îdiaya înfaza wê hatiye şewitandin şandin girtîgeha Tîpa T ya Erdexanê û wê salek û 10 mehên din jî girtî bimîne.
 
Berîvan Gurhan
 
Berîvan Gurhan ji girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê di 11’ê Tîrmeha 2020’an de tehliye bû. Di 5’ê Tîrmehê de li Konyayê ji ber mala wê hat binçavkirin. Bi hinceta înfaza wê şewitiye hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Konyayê. Berîvan salek û 5 meh ji înfaza wê ya mayî wê li girtîgehê bê girtin.
 
Berpirsa Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Ceza (CÎSS) Rûken Altun der barê mijarê de axivî.
 
Rûkenê da zanîn ku li gorî daneyan li Tirkiyeyê bi giştî 384 girtîgeh hene û bi giştî 317 hezar û 368 girtî hene. Rûkenê diyar kir ku li gorî raporên CPT'yê jî girtîgeh gelek tije ne û ev jî parçeyekî pêkanînên îşkenceyê ne. Rûkenê da zanîn ku CTP di rapora dawî de der barê girtîhehên Tirkiyeyê de banga tedbîrên lezgîn kiriye.
 
‘Polîtîkaya cezakirinê didin meşandin’
 
Rûkenê wiha dirêjî dayê: “Di pêvajoya pandemiyê de mafên girtiyan hatin astengkirin. Girtî nehatin tehliyekirin û ji sererastkirinên qanûnan girtiyên siyasî bêpar hatine hiştin. Dewlet li dijî kesên li hember wan muxalefetê dikin polîtîkaya cezakirinê dide meşandin. Lijneya Şopandin û Îdarî ji 1’ê Çileyê 2021’ê şûnde xistin meriyetê. Bi vê qanûnê re krîterên der barê girtiyan de hatin guhertin. Her tevgera girtî hat esasgirtin. Di mijara poşmaniyê de zor li girtiyan hat kirin. Bi awayekî kêfî û zanebûn biryar hatin dayîn. Di vê mijarê de bi awayekî sîstematîk Lijneya Şopandin û Îdarî der barê girtiyan de biryar dan. Der barê rewşa baş û nebaş a girtiyan de biryar hatin dayîn û hincetên van hemûyan absurt bûn. Ji ceyrana ku girtî bi kar tînin heta pirtûkên digirin heta hevdîtinên bi malbatan re bûn mijara nirxandina wan.”
 
‘Îdare nikare lêpirsîna poşmaniyê bike’
 
Rûkenê destnîşan kir ku pirsên der barê poşmaniyê ji girtiyan hatine kirin û bi vê jî dixwazin girtiyan ji nû ve ceza bikin, der barê ferzkirina poşmaniyê de pêvajoya darazê de tu mafê îdareya girtîgehê tune ye. Rûkenê ev tişt diyar kir: “Tişta jê re dibêjin şewitandina înfazê tê wateya şûndekişandina biryara berdana bi şert. Ev di Qanûna Têkoşîna bi Terorê re cih digire. Dibêje ‘kesên sê caran cezayê hucreyê girtine ev cezayê dîsîplînê rabin jî nikarin ji şerta berdana bi kontrol fêdeyê bigirin.’Hinceta şewitandina înfaza girtiyên siyasî jî bi vî awayî ava dikin. Ev pêkanîn tenê ji bo girtiyên siyasî heye. Ji bo yên edlî tune ye.”
 
‘Înfaza girtiyên jin hat şewitandin’
 
Rûkenê bal kişand ser şewitandina înfaza girtiyên jin ên Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê û got jinan ji ber jimartina nîzamî ya leşkerî û li ser piyan qebûl nekirine cezayên hucreyê lê hatine birîn û di encama van cezayan de jî înfazên wan hatine şewitandin. Rûkenê wiha dirêjî dayê: “Tu aliyê hiqûqî yên van cezayên li girtiyên jin hatine birîn tune ne. Ji ber van cezayên hucreyê înfaza girtiyan hatiye şewitandin û ev jî wek hincet dane pêş. Em wek CÎSST'ê berê çûbûn serdana Girtîgeha Bayburtê. Girtiyan bi nameyan serî li me dan. Jimartina nîzamî ya leşkerî li wan tê ferzkirin. Ev pêkanîn di navbera 2017 û 2018’an de pêk hat. Bûyerên şewitandina înfazan bi taybet ji ser jinan ketiye meriyetê. Me ji bo girtiyên xwedî hewcedariyên taybet xebat meşandin. Newekheviya ku jin pê re tên rû hev li girtîgehan zêde dibin. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji polîtîkayên navendî ne serbixwe ne. Ez di vê mijarê de bang li hemû hiqûqnas û parêzvanên mafê mirovan dikim. Em ê wek CÎSST'ê bi girtiyan re di nava piştevaniyê de bin û şopdarê pêvajoyê bin.”