Sîbel Yukler: Ger ku rojnamevanên kurd ne azad bin tu kes ne azad e

  • 09:05 15 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
Oznûr Deger
 
ENQERE - Rojnameger Sîbel Yukler bertek nîşanê girtina 16 rojnamevanên kurd da û da zanîn ku hinceta girtina wan mijarên ku her roj d çapemeniya alîgir de tên nivîsîn û nîqaşkirin e û wiha vegot: “Dibe em li welatekî ku rejîma yek kesî serdest e dijîn lê ger ku rojnamegerên Kurd ne azad bin tu kes ne azad e.” 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polisan di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes binçav kirin û 8 rojan di bin çavan de man. Rojnamevan di bin çavan de di 15’ê Hezîranê de derxistin dadgehê û 16 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistinê kirine", hatin girtin. Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Safiye Alagaş, Azîz Oruç, Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Abdûrrahman Oncu û Lezgîn Akdenîz bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.
 
Ligel girtina 16 rojnamevanên kurd  Qanûna Dezenformasyonê  di Komîsyona Edelet û Komîsyona Mecrayên Dîjîtal a Meclîsê de hat qebûlkirin û tê payîn ku di meha cotmehê de bê Lijneya Giştî. Qanûna Dezenformasyonê wek darbeyek giran a li hember rojnamevaniyê tê nirxandin.
 
Rojnamevan Sîbel Yukler jî di 5’ê Tîrmehê de li Edeneyê ji ber tevli daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo 16 rojnamevanên hatin girtin pêk hat bû, ji aliyê polîsan ve hat îşkencekirin û girtin. Sîbel Yukler der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Zext her çûn zêde bûn’
 
Sîbelê diyar kir ku demek dirêje di şerekî de ne û ji krîza aborî heta polîtîkayên şer hemû tiştên tên jiyîn parçeyê vî şerî ne û wiha daxuyand: “Bandora şerê di 2015-2016’an de hatiye jiyîn hîna didome. Rojnamevan demek dirêje di bin zextan de ne. 16 rojnamevan hatin girtin. Beriya vê jî gelek hevalên me hatin girtin. Hîna yên girtî hene. Hevalên me yên pêvajoya helîkoptrê şopandin hatin girtin. Di navbera 2015 û 2016’an de gelek hevalên me ji ber nûçeyan hatin girtin. Zextên li ser rojnamevanan her çûn berdewam kirin. Her tim berê xwe dan rojnamevanên kurd.  Di şevekê de girtina 20 rojnamevanan jî wêneyê vê ye.”
 
‘Wê hun jî azad nebin’
 
Sîbelê destnîşan kir ku di 2011’ê de di bin Doza KCK’ê de 36 rojnamevan hatine girtin û wiha daxuyand: “Darbeya li dijî çapemeniyê her çû mezin bû. Piştî rojnamevanên kurd hatin girtin, xebatkarên JINNEW û MA gotin ‘azadiya ji bo me tune wê ji bo we jî tunebe’. Dema rojnameger hatin girin Qanûna Sansurê hat rojevê. Di xala 29’an a qanûnê de hukma ‘agahiyên şaş belavkirin’ cih digire û ji bo rojnamevanan bi vê hincetê ji salekê heta 3 salan ceza tê xwestin. Di çarçoveya vê xalê de nûçeyên li ser çapemeniya dijîtal tên parvekirin û tweet dibin sedema girtinê. Tabloya dawî ji xwe ev nîşanî me da. 16 hevalên me beşek ji ber vê hatin girtin.”
 
‘Yên deng dernaxin wê dor bê wan jî’
 
Sîbelê destnîşan kir ku di 4’ê Tîrmehê de di daxuyaniya bertek nîşanê girtina rojnamevanan didan de hatiye binçavkirin û wiha anî ziman: “Em li emniyetê fêr bûn ku parêzer nikarin bikevin şer û îfadeyên girteka lêpirsînê.  Ev jî bi giştînameya ku Wezareta Karê Hundir di 3’ê Hezîranê de şandiye Midûriyetên Emniyetê ketiye meriyetê. Li gorî vê parêzer di dema îfadeyê de nikarin şerhê danîn ser îfadeyê û daxwazan bikin.  Em mafên xwe bizanibin jî di bin çavan de em bê parastin dimînin. Beriya hilbijartinê her tiştî dikin. Girtina rojnamevanan jî ji vê serbixwe nîne. Yên îro li dijî girtina rojnamevanên kurd deng dernexin wê dor bê wan jî. Her wiha tacîza darazê ya li hember rojnamevanên kurd ji pirsgirêka kurd cudatir nikare bê dest girtin.  Ez bêdengiya rayagiştî ya li hember girtina rojnamevanên kurd jî rexne dikim. Ji bo hevalan kampanya hat destpêkirin. Em hewl didin.  Çapemeniya alîgir rojnamevanên kurd hedef nîşan dide.  Bi awayekî hewl didin rojnamevanên Kurd îlegalîze bikin. Ev tabloyek bi xof e. Divê em wek hevpîşeyên wan vê bêdengiyê bişkînin.”
 
‘Wê fêdeya wê ji kesî re tunebe’
 
Sîbelê her wiha di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku rojnamevanên kurd wek rojnamevan li bajarên Tirkiyeyê dijîn di konforê de nînin û wiha dawî lê anî: “Em di bin şîdetê de di bin siya şer de nûçeyan çêdikin. Ev rastiya kurdan û rastiya rojnamevanên kurd e. Hevalên ji Enqere û Stenbolê tên Amedê dibînin ku Pîa, Arî û Pel çawa di bin dagirkirinê de ne û dema JINNEWS’ê ziyaret dikin dibînin rojnameger çawa ji aliyê polîsan ve tên şopandin. Divê her kes vê bibîne. Azadiya ji bo rojnamegerên kurd tune wê ji bo tu kesî jî tune be û fêdeya wê ji kesî re tune be.”