‘Desthilatdarî hewl dide pêşî li îradeya derketiye bigire’

  • 09:04 14 Tîrmeh 2022
  • Ramyarî
 
WAN - Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun bertek nîşanî rapora der barê rakirina destnedana hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz de hatiye amadekirin, da û got: “Desthilatdarî hewl dide pêşî li îradeya derketiye holê bigire. Em ê têkoşîna jinê bidomînin.”
 
Di 12’ê Hezîranê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Meşa Gemlîkê pêk hat û di meşê de bi parlamenteran re gelek kes hatin derbkirin. Hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li dijî şîdeta polîs parastina cewherî pêk anî û bi hinceta vê wezîrê karê hundir Suleyman Soylu Salîha hedef girt û der barê wê de 5 fezleke hatin amadekirin. Komîsyona amadekariyê ya ji aliyê Komîsyona Edelet û Destûra Bingehîn a Meclîsê ve hat amadekirin, di 5’ê Tîrmehê de civîn pêk anî û parastina Salîhayê, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş kir.
 
Komîsyona Amadekar di 6’ê Tîrmehê de civîn kir û di encama civînê de der barê rakirina destnedana Salîhayê de biryara amadekirina raporê girt. Komîsyona Amadekar ligel şerha muxalefetê, rapora ku wê ji bo rakirina destnedanê amade bike wê pêşkêşî Komîsyona Tevlihev bike.
 
Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun der barê rapora hatiye amadekirin de axivî.
 
‘Desthilatdarî hewl dide pêşî li îradeya derketiye bigire’
 
Handanê diyar kir ku bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Meşa Gemlîkê pêk anîne û yên tevli meşê bûne hatine îşkencekirin û binçavkirin. Handanê wiha daxuyand: “Polîsan kesên tevli meşê bûn asteng kir. Ev dijhiqûqî ye. Hevserokên me parlamenterên me hatin astengkirin û ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin. Desthilatdarî hewl dide pêşî li îradeya derketiye holê bigire. Bi lez û bez fezleke şandin komîsyona amadekar. Wek di dîmenan de jî tê dîtin Salîha Aydenîz li dijî bertekan refleksê nîşan dide. Amadekarina raporê û erêkirin wê bêguman ji nêrîna li hember jinê cuda nayê destgirtin.”
 
‘Em desthilatdariya heyî ji zîhniyeta serbixwe nagirin dest’
 
Handanê destnîşan kir ku zextên li hember jinê zêde bûne û li ser jinên hatine hilbijartin jî polîtîkayek taybet tê meşandin û wiha bi lêv kir: “Li hember jinên hatine hilbijartin jî hewldanên çewisandinê hene. Desthilatdarî dibêje qey wê bi fezlekeyan pêşî li têkoşîna jinan bigirin. Ez ji vir carek din bang dikim;Jin nîvê civakê ne û tevî hemû zext û polîtîkayên çewisandinê wê têkoşîna xwe bidomînin. Rakirina destnedana Salîhayê, biryara hatiye girtin jî bêguman ji zîhniyeta desthilatdariya heyî cuda nayê nirxandin.”
 
‘Em ê heta dawî têbikoşin’
 
Handanê her wiha anî ziman ku wê jin li dijî zextan her tim li qadan bersiva xwe bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Salîha îradeya me ye, têkoşîna me ya jinan e. Em jin heta ku xwe bi awayekî azad îfade nekin wê têkoşîna xwe bidomînin.”