Dilşat Canbaz: Çareserî têkoşîna rêxistinkirî ye

  • 09:03 14 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Parlamentera HDP’ê Dilşat Canbaz da zanîn ku jinên kurd bi destê dewletê bi polîtîkayên şerê taybet re tên rû hev û wiha daxuyand: “Hun jin bin û heke ku kurd bin du car bi êrîşên polîtîkayên şer re tên rû hev. Li dijî vê divê em dest ji têkoşîna rêxistinkirî bernedin û têkoşîna hevpar bimeşînin.”
 
Şîdeta li ser jinê roj bi roj giran dibe û bi taybet li bajarên herêmê ji ber polîtîkayên şerê taybet zext û şîdeta li ser jinan her diçe girantir dibe. Li bajarên herêmê jin ji aliyê leşker û polîsan ve tên tecawizkirin û gumanbar jî dizanin ku nayên darizandin sûcên xwe didomînin.
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê  û endama Meclîsa Jinan a partiyê Dilşat Canbaz der barê polîtîkayên şerê taybet de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Ger hun kurd û jin bin…
 
Dilşatê wiha vegot: “Li Kurdistanê polîtîka şerê taybet hene. Li herêmê kurdbûn û jinbûn dezavantaje. Êrîşa leşker û polîsan a li herêmê planek mezin a parçeyek vê polîtîkayê ye. Di qetilkirina Îpek Er de bêcezahiştina Musa Orhan mînakek mezine. Gulîstan Doku mînak mezine. Hîna li holê tune ye. Bûyerên êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan a li Şirnex û Colemêrgê mînakên mezinin. Ev polîtîkayek taybete.”
 
Polîtîka plankirî
 
Dilşatê her wiha balkişand ser polîtîkayên şer yên bi salan berê hatine jiyîn û wiha bi lêv kir: “Di salên 90’î de li Êlihê jî li Dêrsîmê jî gelek întîxarên jinan hebûn. Her kesî dizanibû ew jin ji aliyê polîsên tevgera taybet ve tên tecawizkirin. Li Zanîngeha Munzurê bi rektor re leşker û polîs diketin yurdan û gelek mijarên wek tehdîd, tecawiz û şantajê dihatin kirin. Ev hemû encama polîtîka şer bûn. Gelek mînakên vê hene. Bi qeyûman re jî ewil saziyên jinan girtin. 
 
Welat, milet û zimanê mêr
 
Dîlşatê diyar kir ku li ku derê şer hebe ewil berê xwe didin jinan, bedena jinan û wiha daxuyand: “Pinar Gultekîn bi çavsorî hat qetilkirin. Ev qetilkirinek plankirî bû. Tê xeniqandin û piştre zindî tê şewitandin. Piştre betonê dixin ser. Lê bêcezahiştina vê tê wateya ku gumanbar cesaretê digire. Gumanbar dibêje min li Colemêrgê leşkerî kir, ez di esasê de li hember kurda me, ez ji we me’. Yanî em dibînin ku di gotina welat, milet û mêr de dibin hevpar. Bi qetilkirina jinan re rewş pir aşkera li holê ye. Daxistina ceza ya ji rewşa baş û tahrîkê tê wateya parastina gumanbar.”
 
Ji bo gumanbaran xelat
 
Dîlşayê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Cezayê li Kadîr Şeker hat birîn li kujerê Pinarê nehat birîn. Polîtîka desthilatdariya mêr ya li hember jinê diyar e. Em hemû wan polîtîkayên dijminê jinê dibînin. Daraza mêr gumanbarên jinan xelat dikin. Doza Pinar Gultekîn jî mînaka herî mezine. Divê em li dijî van polîtîkayan li her qadê têkoşîna xwe bimeşînin û çalaiyên xwe pêk bînin. Ez banga têkoşîna rêxistinkirî li hemû jinan dikim. Divê em têkoşîna hevpar bimeşînin, ligel hev li kolanan bin û qadan terk nekin.”