Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike

  • 11:48 13 Tîrmeh 2022
  • Rojane
AMED - Xizmên girtiyan ên li ber deriyê ATK'ê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê, gotin, "Em hem ji ber nasnameya xwe ya kurd û hem jî ji ber nasnameya xwe ya xizmên girtiyan tên cezakirin."
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya ji aliyê malbatan ve li Amedê bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hat şewitandin li ber  Komeleya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir. Malbatan di çarçoveya çalakiya xwe de daxuyek dan çapemeniyê. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Komeleya Alîkar,  Piştevaniyê  ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re  Komeleya Alîkar, Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê  (MED-DER) bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya malbatan tevli daxuyaniyê bûn.
 
'Vîna me tune dihesibînin'
 
İncî Guler di serî de bal kişand ser bêdengiya partiyên siyasî û wiha got: "Bi mehane em li vir di nobetê de ne. Partiyên siyasî xwe ker û lal kirine. Erka xwe nayînin cih. Bila sonda xwe bînin bîra xwe. Bi bêngiyê re ew ji dibin şîrîkî zilmê. Di girtîgehan de cur bi cur îşkence li wan tên kirin. Ji lêgerîna tazî heya êrîşên derûnî li ser wan tên meşandin. Dixwazin vîna me tune bi hesibînin. Em nêzîkatiya wan şermezar dikin. Em dem li dest daxwaza aştiyê dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanê”, “Heq, hiqûq û edalet” û tilîliyan bi dawî bû.