Rojnamegerên jin: Dixwazin dengê civakê qut bikin

  • 09:02 12 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Medya Uren 
 
AMED - Dema nîqaş li ser pêşnûmeqanûna "Dezenformasyonê" dihat kirin 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin û ji wan 16 rojnameger hatin girtin. Rojnameger Berîvan Kayî, diyar kir ku dê bi rêxistinî li hemberî êrişan li ber xwe bidin. Rojnameger Nurcan Yalçin jî diyar kir ku dixwazin dengê civakê qut bikin. 
 
Pêşnûmeqanûna "Dezenformasyonê" pêşkêşî meclîsê hat kirin û pêşnûme di 2’yê hezîranê de li Komîsyona Mecrayên Dîjîtal û piştre jî di 15’ê hezîranê de jî di Komîsyona Edeletê ya Meclîsê de hat qebûlkirin. Tê payîn qanûn di meha cotmehê de di Lijneya Giştî ya Meclîsê de bê destgirtin û piştî di Komîsyona Mecrayên Dîjîtal de hat qebûlkirin 6 roj şûnde li Amedê 20 jê kedkarên çapemeniyê 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de jî 16 rojnameger hatin girtin. Têkildarê mijarê rojnameger Bêrîvan Kayi û Nurcan Yalçin ji ajansa me re axivîn.
 
‘Rojnameger bi tundiyê re rûbirû dimîne' 
 
Berîvan, diyar kir ku Tirkiye di nava qeyranên aborî, siyasî û civakî de tê birêvebirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Sedemê van qeyranan jî bê guman hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ye. Qanûna sansorê re bi van qeyranan ve girêdayî ye. Ji xwe di her alî de civakê xistiye di bin kontora xwe. Bi vê qanûnê desthilatdariya xwe meşrû dike. Di êriş û sîstema desthilatdariyê de gefên li hember rojnamevanan pêk tên mînakek berbiçave ji bo vê yekê. Rojnamevanek dema nûçe dişopîne bi zoriyên mezin re rû bi rû dimîne. Ango rastî tundiyek ber bi çav tên.”
 
‘Êrişên li hemberî çapemeniyê rewa dikin’
 
Berîvan got dema li madeyên qanûna sansûrê dinêrin dibînin ku çawa civakê dixin di bin qontrola xwe û wiha mijar şîrove kir: “Divê herkes weke îqtidarê bifikire, wek wan binvîse û biaxive. Lewra kesên ku li dijî wan an ji ne li gorî berjewendiyên wan gotinekî bike wê werin cezakirin. Mixabin beşa ku herî jê bandor dibe jî Çapemeniya Kurd e. Ji ber ku hertim rastî êrişan tên. Her wiha Gelê Kurd bi giştî rastî polîtîkayên bişaftin û tunehesibandinê tên. Lewra çapmeniya ku neynika civakê ye tê bêdengkirin. Civaka ku bê nefes hatiye hiştin, bi qanûna sansurê re êdî qet behnê nastîne. Ji bo vê ji em dikarin bûyera îşkencê ya li Wanê bidin. Ger çapemeniya azad nebûya wê dengê wan nehatiba bihîstin. Yan ji wê dengê Pinar Gultekîn nehatiba bihîstin. Naxwazin ev bûyer werin bihîstin û dixwazin civakê bê xeber bihêlin. Ev êriş ji berê de li ser çapemeniyê heye lê belê di roja îro de bi qanûnên derdixe re van êrişan rewa dike.”
 
‘Em xwe birêxistin bikin’
 
Berîvan, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser girtina rojnamegerên kurd: "Girtina 16 hempîşeyên me ji bo van êrişan mînakek berbiçave ku wan ji ber xebatên rojnamegeriyê hatin girtin. Lewra tişta em nîqaş bikin jî em çiqas xwedî li pîşeya xwe û hempîşeyên xwe derketin. Xwedîderketina me têr nekir. Ji bo em nefese bistînin pêwîste em xwe rêxistinbikin û li ber xwe bidin. Em wek rojnamevan jî divê em bêhtir pênûsa xurt bikarbînin.”
 
‘Çapemeniya Azad bû dengê muxalîfan'
 
Nurcan jî bibîrxist ku qanûna sansûrê di komîsyona edaletê ya meclîsê re derbas bû û got: “Ev li dijî çapemeniya azad êrişek e. Çapemeniya azad heya niha bû dengê gelên hatin çewisandin, vîna wan û nasnameya wan tune hatine hesibandin. Bi taybetî jî bû dengê Gelê Kurd û dengê muxalîfan. Ev qanûn jî rêbazek ya êrişê ye. Heya niha bi her rêbazê êriş kirin û dema biserneketin jî qanûnên nû xistin meriyetê. Ligel çapemeniyê bi taybetî jî jin ji van qanûnan bandor dibin. Medyaya dîjîtal ji bo jinan bibû qadekî ku dengê xwe bilind bikin û pirsgirêkên dijîn parvebikin. Lewra bi qanûnê re li ber jinan jî digirin." 
 
‘Dengê civakê qut dikin’
 
Nûrcan, da zanîn ku dema nîqaşkirina qanûna sansûrê û binçavkirina rojnamegeran heman demê de bû û wiha bi lêv kir: "Piştre hempişeyên me hat girtin. Ev ne tesadûfîne ku li pey hev diqewimin. Îqtidara AKP-MHP’ê dengen ku ne li gorî berjewendiyên wan be qut dikin. Ev hewildan ji bo wê yeke ye. Kesên ku li ser medayaya dîjîtal parvekirinek bike dikare ji salekî heta 3 salan ceza bigire. Bi van gefan jî dengê civakê, kesên ku dixwazin pirsgirêkên xwe parvebikin qut dikin.”
 
‘Em dev ji nivîsandina heqîqetê bernadin’
 
Nurcan diyar kir ku ev qanûn herî zêde bandorê li ser Çapemeniya Azad dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di rojên dawî de, di meşa Gemlîkê de 2 hevalên me hatin binçavkirin, li Enqerê di daxuyaniya ji bo rojnamevanên girtî hatî dayînde 3 hempîşeyên me hatin binçavkirin. Ev êriş û astengî berdewam dikin. Her çiqasî ev êriş berdewam bikin jî em dev ji doza xwe û nivîsa xwe ya heqîqetê bernedin. Lewra weke ewlehî pêwîste dengê me gur derbikeve."