‘Ji bo pêkanîna edaletê em ê li her derê bin'

  • 09:02 10 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Çalakvana "Nobeta Edaletê" Sultan Yagmekan, bertek nîşanê doza ku li xizmên girtiyan ên Stenbolê hatiye vekirin da û got: "Mafê pêkanîna çalakiyê ya her kesî heye. Bila girtiyên nexweş berdin û em ê jî dev jî çalakiyê berdin." 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê didome. Li Stenbolê her hefte çalakî pêk tê û her hefte jî polîs êrişê çalakvanan dike û bi îşkenceya malbatan binçavdike. Dayika girtiyê bi navê Xemgîn Karakaş, Cemîle Karakaş, dayika girtiyê bi navê Yakup Akman, Fînce Akman hatin binçavkirin û der barê wan de doz hat vekirin, ji salekî û heta 3 salan ceza tê xwestin. 
 
Sultan Yagmekan ya di çalakiya "Nobedeta Edeletê" ya Îzmîrê de cih digire der barê doza ku li dayikan hatiye vekirin de ji ajansa me re axivî.
 
Sultanê da zanîn ku xizmên girtiyan xwedî mafê ku çalakiyê pêk bîne ne û got: "Li hemberî çalakiya malbatan doz hatiye vekirin. Zarokên me nexweşe em çawa li malên xwe runin? Bila daxwazên girtiyên me qebûl bikin, girtiyên nexweş berdin em jî çalakiyê pêk neynin.  Her wiha lîsteya girtiyên nexweş ji aliyê wezareta dadê ve hatiye qebûlkirin û bila girtiyên me bên berdan."
 
‘Bêguman em ê çalakiyê pêk bînin’
 
Sultan, diyar kir ku bi hincetên cuda girtiyan derman nakin û girtiyên tahliyeya wan hatine jî bernadin û ev tişt anî ziman: “Em dayik in, em dixwazin zarokên me bên berdan. Em ji bo hemû girtiyan edeletê dixwazin. Dayikên Stenbolê binçav kirine û piştre jî doz lê vekirine. Em vê qebûl nakin. Gelo wê hîna çiqas zilmê li zarokên me bikin. Bêguman em ê ji bo edeletê li her derê rûnin.”
 
‘Ji bo wekheviyê bila girtiyan berdin’
 
Sultanê destnîşan kir ku 3 meh in  li Îzmîrê çalakiya "Nobeta Edeletê" pêk tînin û ji bo wekhevî û aramiyê divê girtiyan berdin û wiha bi lêv kir: "Ji ber ku doza nasnameya xwe û ya Gelê Kurd kirin zarokên me hatin girtin. Dewlet kurdan tune dihesibîne. Lê belê kurd hene. Xwezî bihatana kongreya HDP’ê bidîtina. Kurd hene. Hem jî ji yên sindoqan zêdetirin. Ji bo wekhevî û edeletê ji bo hebûna kurdan em ê li kolanan rûnin. Bi pereyên gel girtîgehên nû çêdikin û zarokên me heps dikin. Ew bi vê zilmê nikarin tiştekî bi me bikin. Em natirsin.”
 
‘Bila kurdan qebûl bikin’
 
Sultanê di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrişên li hemberî malbatên ku li Stenbolê çalakiya "Nobeta Edaletê" pêk tînin: "Çima li Stenbolê êrişê malbatan dikin. Dayik tenê li vir ji bo zarokên xwe edeletê dixwazin. Ew dayik in. Êdî tehemula me namîne. Zarokên me nexweş in em çawa li malê rûnin?Bila girtiyên nexweş berdin. Em jî dev jî çalakiyê berdin. Em êdî vê tecrîdê bişkînin."