Malbatan bertek nîşanê AYM’ê dan: Ev biryarek siyasî ye

  • 09:07 9 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX – Malbatên ku di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de zarokên xwe winda kirin, bertek nîşanê biryara AYM’ê dan û gotin: “Birîna dilê me carekedin kûr bû. Ev biryar ne biryarek bi edaletiye. AYM’ê biryarek siyasî da. Lê em dev ji dozê bernadin û heta kujer bên darizandin em ê li ser dozê bisekinin”
 
 Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), serlêdana têkildarî binpêkirina mafê jiyanê yên kesên di qedexeya derketina derve ya di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Cizîra Şirnexê hat ragihandin jiyana xwe ji dest dan, duh biryar da. AYM’ê serlêdanê wek “nayê qebûlkirin” dît û binpêkirina mafê welatiyên hatine qetilkirin ji nedîtî ve hat. 
 
Malbatên ku zarokên xwe di jêrzemînên Cizîrê de winda kirine, bertek nîşanê biryara AYM’ê dan û anîn ziman ku ev tişt biryarek siyasiye.
 
‘Bi biryarê birîna dilê me carekedin kur bû’
 
Di jêrzemînan de Hacer Arslan û Mehmet Saît Arslan jî ji kesên hatin qetilkirin yek in. Cinazeyê Hacer ev 6 salin li dijî hemû hewldanên malbatê jî windaye. Dayika wan Heznî Arslan anî ziman ku bi vê biryarê birîna dilê wan carekedin kur bûye û wiha got: “Her çixwasî dewlet bibêje me nekujtiye jî ew hovîtî li ber çavan hat pêkanîn. Ev bi salan in dayik cinazeyê zarokên xwe digerin. Hesreta wan ew e ku bigihîjin cinazeyê wan. Lê belê ev biryar carekedin birînek kur di dilê me de vekir. Ev 6 salin ez hîn cinazeyê keça xwe digerim. Keça min xwendekara vê dewletê bû û ew du meh bû keça min di belediyê de qeyra wê hatibû çêkirin û li ser ambûlansê dixebitî. Dewletê memûrê xwe qetil kir. Çend caran min xwîn da lê dibêjin cinaze ne li cem me ye. Her carê tên malê pirsa keça min dikin. Hem qetil dikin û hem jî tên pirsa wê dikin. Di bin nasnameya vê dewletê de bi sedan kes hatin qetilkirin. Zarokên me qetil kirin û piştre gotin me terorîstan kuştiye. Ew zarokên vê welatê bûn. Em biryara AYM’ê şermezar dikin û qebûl nakin. Min soz daye zarokên xwe ku heta kiryarên wan neyên cezakirin ez ê dev ji vê dozê bernedim. Dawiya dawî elbet em ê bigihîjin maf û hiqûqê xwe. Ev bê edaletî wisa berdewam nake. Ez ê serî li Ewropa û dewletên navneteweyî bikim û dev ji vê dozê bernadim. AYM’ê piştgirî da kujerên zarokên me. Ji xwe çi ji hêviyê me vê dewletê tuneye û carekedin îro xwe da nîşandan. Hebûna hemû tiştê  me di çavê dewletê de terorîstî ye. AYM’ê ne li gor hiqûqê biryarê daye, li gor siyasî biryarê daye. Heq, hiqûq, wekhevdî û edalet di vê dewletê de tuneye. Heta dawiyê ez ê li ser şopa doza zarokên xwe bim. Ew çixwasî red bikin jî ez ê carekedin serlêdanê bikim. Em ê parêzerên xwe ve serî li AÎHM’ê bidin. Heta kujer bên cezakirin em nasekinin.”
 
‘Em biryara AYM’ê nelet dikin’
 
 Ji kesên k udi jêrzemînan de jiyana xwe j dest da yek jî jê belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Omer Baran e. Dayika wî Fatma Baran bê hiqûqiya AYM’ê şermezar kir û got: “Kurê min ji sala 2013’an heta 2016’an belavkariya rojnameyê dikir. Kurê min jî di jêrzemînan de hatin qetilkirin. Zarokên me terorîst bûn. Ew bi awayek hovane qetil kirin. Zarokên me sivîl bûn. Heta em saxbin em ji bîr nakin. Em ê heta dawiyê xwedî vê dozê derbikevin. Ev biryara ku hatiye dayîn ne bi edaletî û hiqûqiye. Li Tirkiyê edalet nemaye. Em biryara AYM’ê nelet dikin. Du meh beriya niha ji me re nameyek hat û gotin hûn nikarin dozê vebikin. Hemû dewletên navneteweyî li hember vê hovîtiyê û bê hiqûqiyê bêdeng maye. Di vê cejnê de carekedin dilê me şewitandin. Dilê me birîne.”
 
‘Em ê tu carî ji vê rêyê vegerin’
 
Di jêrzemînan de kesên ku jiyana xwe ji dest dan yek jê Adîl û Egîd Kuçuk in. Dayika wan Nafiye Kuçuk jî da zanîn ku dewlet hem zarokên wan qetil dike û hem jî biryarek bê hiqûqî dide û wiha dom kir: “Bi tank û topan êrişê zarokên me kirin û qetil kirin. Vê hovîtiyê hemû cihanê dît. Lê AYM’ê rabû biryarek siyasî da û dibêjin tiştek bê hiqûqî tuneye. Li Cizîra Botan zarok, jin, kal û pîran hemû kuştin. Cizîrê dorpêç kirin û bi kîmyasalan qetil kirin. Çawa dibe ku ev tişt li gor hiqûqê ye. Heta ku edalet cihê xwe bîbîne em ê bibin şopdarê vê dozê. Di ser de jî AYM serlêdanên me red dike. Heta ku ez saxbim ez ê xwedî vê dozê derbikevim. Ji bo kujer bên darizandin çi ji destên min bê ez ê bikim. Îro carekedin dilê me dayikan şewitandin. Ne PKK’ê, dewletê zarokên me kuşt. Em ê destûrê nedin ku ser vê dozê bê girtin. Heta dawiya emrê xwe ez ê li ser vê dozê bisekinim. Heta Ewropayê jî em ê doza xwe bibin. Hemû kes jî dizane vê hovîtiyê kî pêk aniye. Em ê tu carî ji vê rêyê venegerin.”