'Em ê li hember êrîşên dewleta tirk bibin bersiv û parastina xwe bikin'

  • 09:24 8 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Sîdara Mamo
 
ŞEHBA - Ji Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Fatma Lekto têkildarî rewşa awerte ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandiye ev tişt anî ziman: "Hem di aliyê siyasî, hem leşkerî hem jî rêxistinê de me gelek kar kirine. Em ê tu carî gavên xwe jî paşde neavêjin. Em ê li hember êrîşên dewleta tirk bibin bersiv û parastina xwe bikin." 
 
Ev demeke dewleta tirk û komên girêdayî wê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê ser û ber dide ber topan. Rojane herêm tê topbarankirin. Bi van êrîşan dewleta tirk dixwaze herêmê vala bike û gel koç bike, ji bo ku pir hêsan herêmê dagir bike. Lê belê ji ber ku bi daxwazên dewleta tirk nebû, her roj derbas dibe, êrîş dijwartir dibin, bi van êrîşan jî sivîl tên hedefgirtin. Li hember van gef û êrîşan Gelê Kurd soza tekoşînê daye. Ji ber vê yekê herêm di rewşek awerte de ye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa awerte û serferberî li hemû herêmên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand. Her wiha Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de ragihand ku ew ê li dijî şer parastina xwe bikin û gel jî amedeye parastina xwe ya rewa bike. 
 
Têkildarî Mijarê ji Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Fatma Lekto ji ajansa me re nirxandin kir. 
 
'Em ê li hember êrîşên dewleta tirk bibin bersiv û parastina xwe bikin'
 
Fatma Lekto di destpêkê de behsa êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmê kir û wiha pê de çû: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa awerte ragihand. Weke seferberiyek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em jî weke gelê Efrînê di nav vê rewşê de ne, ji ber ku rojane herêma me ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bi êrîşan re rû bi rû ye. Ne tenê ev êrîş li ser herêma Şehba ye, ev êrîşên dewleta tirk a dagirker li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî hovane dewam dike. Ji ber vê yekê em hemû di seferberiyê de ne û amedekariyên xwe ji bo vê rewşê dikin. Gel di nav amedekariyên pir mezin de ne, xwe bi rêxistin dikin û hîna li ser soza vegera Efrînê ne û bi wê hêviyê li berxwe didin. Ji ber vê yekê ji vir û şûn de jiyana me jiyanek şoreşgerî ye. Her wiha wekî her carê em ê weke gelekî şoreşger tev bigerin. Ji ber ku hîna me azadî bi dest nexistiye û jiyan ne normal e. Ji ber ku em li vê derê koçber in."
 
'Lawaztiya Hikumeta Şamê rê li pêşiya dagirkeriya dewleta tirk vekir'
 
Fatmayê da zanîn ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê û heta niha dewleta tirk dagirkirina erdên Sûriyeyê ji xwe re wekî derfetekê dît û wiha dom kir: "Ev 11 sal in aloziya Sûriyeyê dewam dike. Dewleta tirk a dagirker ji xwe re derfetek dîrokî bi dest xist ku êrîş bike. Ji ber vê yekê îro ji ber lawaztiya Hikumeta Şamê di Sûriyeyê de, derfetên herî mezin li pêşiya dewleta tirk a dagirker hat vekirin ji bo ku hemû herêmên Sûriyeyê dagir bike. Rojane van êrîşana li me tên kirin. Her roj dewleta tirk êrîş û gefên xwe li ser herêma Şehba û Navçeya Şêrewaya Efrînê de dijwartir dike. Ev yek jî tê wateya ku dewleta tirk dixwaze vê herêmê vala bike. Her wiha dixwaze aramiya gel tune bike ji bo ku koçber bibin. Lê belê gelê me rêxistinkirî ye û gelek tecrubeyên wan di şerên Til Eran, Til Hasil, Minbic, Reqa û herî dawî jî Efrînê de heye. Her tim dewleta tirk bi DAIŞ û Cebhet El-Nusra û komên çeteyên ku ava kiriye êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye."
 
'Tirkiye dixwaze xeyalê Mîsaqi Milî pêk bîne'
 
Fatmayê diyar kir ku ev gef û êrîşên li ser herêmê ne nû ne lê vê carê dewleta tirk bi israr e ku herêmên me dagir bike û wiha bi lêv kir: "Ev êrîş û gef ne nû ne lê vê carê Erdogan bi israr e ku herêma me dagir bike, ji bo ku xeyalê Mîsaqi Milî pêk bîne. Ji ber ku dewleta tirk baş dizane ku eger îro herêma Şehbayê dagir bike wê bikaribe gelek herêmên Sûriyeyê jî dagir bike. Ji ber vê yekê divê ku Hikumeta Şamê bizanibe ku îro ne tenê gelê kurd tê hedefgirtin û di metirsiyê de ne, ji ber ku dewleta tirk dixwaze hemû dewletên herêmî yên derdora Tirkiyeyê lawaz bike û bixe bin dagirkeriya xwe."
 
'Em ê li hember êrîşên dewleta tirk bibin bersiv û parastina xwe bikin'
 
Fatma Lekto di dawî de ragihand ku ew jî weke gel li herêma Şehbayê ji bo parastina rewa, amedekariyên xwe dikin û wiha bi dawî kir: "Hem di aliyê siyasî, hem leşkerî hem jî rêxistinê de me gelek kar kirine. Em ê tu carî gavên xwe jî paşde neavêjin. Em ê li hember êrîşên dewleta tirk bibin bersiv û parastina xwe bikin. Weke Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê kar û xebatên me li ser vê bingehê tên meşandin. Li hember gefên dewleta tirk me hesabên xwe kiriye, ji ber vê em ji bo şer amede ne û gel jî soza vê yekê daye."