Parlamentera Norveçî: Mandelayê Rojhilata Navîn

  • 09:04 8 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera Partiya Keskan a Norveçê Bente Knagenhjelm û Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Unîte The Unîon a Îngîlîstanê û berdevkê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Tony Burke ku li 5’emîn Kongreya HDP’ê cih girtin der barê tecrîdê de axivîn û gotin tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin. 
 
5’emîn Kongreya Mezin a HDP’ê di 3’ê Tîrmehê de bi tevlibûna hezaran kesî li Salona Sporê ya Enqereyê pêk hat. Di kongreyê de gelek peyam hatin dayîn û hat gotin ku yekem çareserî HDP ye. Ji her çar alî Tirkiyeyê û Rojhilat û Ewropa gelek kesî di kongreyê de cihê xwe girtin.
 
Parlamentera Partiya Keskan a Norveçê Bente Knagenhjelm û Sekrterê Giştî yê Sendîkaya Unîte The Unîon a Îngîlîstanê û berdevkê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Tony jî ku tevli kongreyê bûn çavdêriyên xwe ragîhandin.
 
'Ez bi heyranî têkoşîna kurdan temaşe dikim'
 
Bente da zanîn ku tevlibûna kongreyê ji bo wê tecrbuyek girînge û coşa gel bi heyranî temaşe kiriye û wiha vegot: “Ez 4 sal berê jî hatibûm kongreyê. Wê demê jî ez gelek bi bandor bûm. Min xwestibû dîsa bêm lê pandemî bû. Niha ez hatim û gelek kêfxweş im. Ez têkoşîna kurdan bi heyranî dişopînim. Ev wê heta dawî jî ji bo min wisa be. Ez ji bo Doza Kobanê û runiştinên Selahattîn Demîrtaş jî hatim. Min doz şopandin. Dijhiqûqî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Girtina siyasetmedarên kurd nayê qebûlkirin.”
 
‘Tecrîd nikare bê qebûlkirin’
 
Bente bi lêv kir ku gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên hevdîtina dawî yên bi parêzeran re hatiye kirin di kongreyê de hatine bibîrxistin û got ev gotin gelek girîngin û wiha daxuynad: “Ocalan di çareseriya pirsgirêk kurd de xwedî rola girînge. Ger destur bidin ku rola xwe bilîze wê çareserî pêkan be.  Ocalan wê bi salan berê ev pirsgirêk çareser bikira lê destur nehat dayîn. Bi rastî ev ji bo me hemûyan êş e. Nahêlin Ocalan rola xwe ya mezin bilîze. Tecrîda li ser Ocalan bi tu awayî nikare bê qebûkirin. Her wiha hewldanên CPT jî qelsin. Rewşa Ocalan ya Nelson Mandela tîne bîra mirovan. Divê em zêdetir dengê xwe derxin.”
 
 Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Unîte The Unîon a Îngîlîstanê û berdevkê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Tony Burke destnîşan kir ku peymanên di kongreyê de hatine dayîn gelek girîng bûne û heta azadiya Ocalan pêk neyê wê têkoşîn bidome û wiha bi lêv kir: “Her tiştê li hember Ocalan pêk tê êrîşek nebaş e. Li Îngîlîstanê bi saya sendîka me û sendîkayên din ji bo Ocalan kampanya tên meşandin. Em mîtîngan pêk tînin.  Divê em van xebatan xurt bikin em bikin rojeva hemû sendîka û partiya karkeran a Îngîlîstanê. Mixabin Erdogan êrîşên xwe yên li hember HDP û kurdan didomîne. Ji bo ev êrîş bi dawî bin divê em bixebitin.”
 
‘Mandelayê Rojhilata Navîn e’
 
Tony balkişand ser gotinên Rêberê PKK’ê yên debarê çareseriya pirsgirêka kurd de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ocalan xwedî tecrubeyek mezine. Ligel vê Ocalan ji aliyê civakê ve tê qebûlkirin û gelek hezkirin. Ji ber vê jî  dewlet gelek ji Ocalan ditirse. Ev demek dirêje di bin tecrîdê de ye û sedema vê jî ev e. Ocalan bi rastî jî Mandelayê Rojhilata Navîne. Me gelek caran ev li her derê aniye ziman. Me kampanya pêk anîn me got em ji bo Ocalan divê wisa bikin. Niha li Ewropa kampanya didomin. Hêvîdarim wê li DYA jî mezin bibin.  Erdogan ji hêz û zanîna Ocalan ditise. Ji ber vê jî demek dirêj e tecrî dike. Erdogan naxwaze mirov bibin yek. Polîtîka wan eve ku gelan li hev sor bike.”