'Em wekî jin û Gelê Kurd tu carî dev ji Serokê xwe bernadin'

  • 09:15 7 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
QAMIŞLO - Jinên li Qamişloyê bal kişandin ser tecrîta giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin ku heta dawiya xwîna xwe ew ê li ser rêya Rêberê xwe bimeşin. Her wiha jinan gotin:"Em wekî jin û Gelê Kurd tu carî dev ji Serokê xwe bernadin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê girtin ev sê sal in bi parêzer û malbata xwe re nikare hevdîtinê bike her wiha ev 15 meh in agahî jê nayê girtin. Ruxmê ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi armanca hevdîtina bi muwekîlê xwe re her hefte ye bi awayekî sîstematîk serlêdanê dikin jî lê her carê bi hincetekê ev serlêdan tên astengkirin. Jinan li ser tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bertek nîşan dan û gotin mafê her însanekî ye ji bo bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.
 
'Em wekî jin û Gelê Kurd tu carî dev ji Serokê xwe bernadin'
 
Ayhan Hisin da zanîn ku pirsgirêka kurd li şûna bê çareserkirin şer tê ferzkirin û wiha got :'' Ev salek û du meh in ji  Serok Apo agahî nayê girtin. Em wekî jin û Gelê Kurd tu carî dev ji Serokê xwe bernadin. Ji ber ku  jinên kurd bi fikir û felsefeya Serok Apo gihandin vê astê. Ji ber ku bi saya fikrê Rêber Apo em zana bûn. Me xwe nas kir. Serokê me ji bo hemû jinan fikrên nû afirand. Hemû jiyana xwe da ji bo jiyanek azad û wekhev. Niha çima di Îmraliyê de tê girtin? Em tecrîda li ser Rêber Apo şeremezar dikin."
 
'Em her tim bi Rêberê xwe re dijîn'
 
Leyla Mehemed bal kişand ser tecrîda girankirî û wiha got: ''Ev bîst û sê sal in Serokê me li Îmraliyê tê girtin, ji bo me her rojên derbas bûne pir bi êş bû. Lê em ê wekî Gelê Kurd û jinên kurd her têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber em her tim bi Rêberê xwe re dijîn. Gelê Kurd û taybet jinên kurd tu carî girtina Serok Apo qebûl nekirine. Niha jî em li ser fikrê Rêber Apo dijîn. Di heman demê de em wekî jin her tim bi serokê xwe re dijîn. Serokê me jî bi me re dijî. Li ser vê rêkê bi hezaran ciwanên kurd canê xwe feda kirine. Li hemû deverên cîhanê mafê her însanî heye ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bikin. Lê ev ji salekê zêdetir e dewleta tirk destûrê nade ku bi parêzer û malbatê re hevditîn bên kirin. Ev ne tiştêkî însanî ye, ji derveyî însanetiyê ye. Serokê me roniya çavên me ne, rêya me ronî dike. Em tu carî nasekinin. Heta xwîna me hebe em ê têkoşîna xwe bidin meşandin û ez dibêjim bê serok jiyan nabe, jiyana bê serok ne bi wate ye. Ger jiyan hebe wê bi Rêber Apo re be."
 
'Hêviya me dayikan heye ku wê Rêberê me ji Îmraliyê derbikeve'
 
Rabîye Kewser bertekên xwe nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û wiha got:"Ez di destpêkê de bangê li hemû saziyên Mafê Mirovan dikim ku vê bêdaletî û bêhiqûqiyê bibînin. Dewleta tirk a dagirker dixwaze gel û serok ji hevdu qut bike û tevgera me tune bike. Lê em ji fikrê serokê xwe dûr nakevin. Her çiqas Rêberê me di zindana Îmraliyê de be jî lê bi fikir bi me re dijî. Ji bo em tecrîdê ji ser Serokê xwe rakin pêwîst e em her tim li qadan bin. Dewletên destilatdar dibêjin em ê tecrîdê li ser tecrîdê bidin û her diçe tecrîdê giran dikin. Em ê jî her tim li qadan bin heta serokê me ji zindana Îmraliyê derkeve. Daxwaza me û hêviya me ew e ku di demek nêz de parêzer û malbata Rêber Apo, agahiyê ji Rêberê me bigirin. Serokekî wekî Serokê me heta niha di tevahî cîhanê de derneketiye û dernakeve jî. Hêviya me dayikan heye ku wê Rêberê me ji Îmraliyê derbikeve."
 
'Dewleta tirk ji fikir û felsefeya Serokê me ditirse'
 
Sadiqe Osman jî der barê binpêkirin û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li zindanan wiha got:"Dewleta tirk ji fikir û felsefeya Serokê me ditirse. Her wiha tu hiqûq û mafê însanetiyê li Tirkiyeyê nîne. Ger mafê însanan li gel wan hebûya niha ev qas girtî ne zindanên Tirkiyeyê de bûna. Mînak Serokê me ji derveyî azadiyiyê, însanetiyê û mafê jinê çi kiriye. Ez wekî dayikekê dibêjim ji ber ku ji fikir û ramanên Rêberê me ditirsin wî di zindanê de digirin. Ez ji vir heta Îmraliyê hezar caran silavan ji serok û şagirtên wî yên ku niha li çiyayên Kurdistanê li berxwe didin, dişînim."