Siyasetmedarên jin: Li dijî her cureyên îxanetê divê yekitî pêk bê

  • 09:12 7 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Siyasetmedarên jin ên Qilebanê, êrişên ku li hemberî herêmê û Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê şermezar kirin û gotin: "Ji ber ku em nêzî sînor in, em ji nêz ve şahidiya bandora êrişan dikin. Divê Gelê Kurd li dijî her cureyên îxanetê demildest yekitiya xwe ava bike." 
 
Polîtîkayên hevpar ên Enqere, Hewlêr û Bexdayê ya li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê bi êrişên li hemberî Qadên Parastina Medyayê didomin. Her wiha bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişên li hemberî Şengal û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cîdî (Mexmûr) jî berdewam dike. Di nava van 6 mehan de ev sê car in balafirên bê mirov ên aîdê Dewleta Tirk Mexmûrê bombebaran dike. Di 5'ê tîrmehê de carek din wargeh bû hedefa êrişan. 
 
Her wiha welatiyên ku li Şirnexê dijîn û bi taybetî jî welatiyên ku nêzî sînorê Herêma Federal a Kurdistanê dijîn ji wan êrişan bi bandor dibin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Qilebana Şirnexê Zîlan Yaman, rêvebera HDP'ê ya Qilebanê Leyla Hîlal û Heybet Urun derbarê mijarê de nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
‘Barzanî çi ji Gelê Kurd dixwaze' 
 
Zîlan Yaman, êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir û got: "Lê belê gelê me yê kurd tu carî paşve gav neavêtine. Em şer û kuştinê naxwazin. Bi salane em daxwaza aştiyê dikin. Lê belê îktîdara AKP û MHP’ê di şer de israr dike. Ew alîgirên şer in û îro jî êrişê xaka Başûr dikin. Çi karê dewletê li wê derê heye? Li Başûr êriş heye û ciyayên me bi çekên kîmyewî tê taxripkirin. Niha êrişê li Cûdî, Gabar û Bestayê dikin û em her roj dengê tank û topan dibihîzin. Barzanî çi ji Gelê Kurd dixwaze? Çima vê xiyanetê dike? Di vê şerê de gelo menfeatê wî çi ye?”
 
'Piştgirî dan Ukranyayê lê ji bo Başûr jî bêdeng in' 
 
Zîlan, diyar kir ku Gelê Kurd gelek caran ji aliyê malbata Barzanî ve bi xiyanetê re rûbirû maye û wiha domand: “Em îro behsa biratiyê dikin, lê ew rabûye xiyanetê gelê xwe dike. Bila ne li aliyê dewletê be, divê aliyê gelê xwe bûya. Ger ku wî destûrê nedaya dê Dewleta Tirk îro nikaribû biçûya wê derê. Tenê daxwazek me heye, bila Barzanî êrişan bide sekinandin. Bila Gelê Kurd rabe li ser piyan û li hember wan êrişan serî rake. Dema Rûsya êrişê Ûkraynayê kir gemû gelê cîhanê rabû li ser piyan. Îktîdara AKP’ê îro êrişê Başûr dike. Ew gelê ku piştgirî da Ûkraynayê çima piştgirî nadin Başûr jî. Ew gelê cîhanê li ku derê ye? Çima ev bêdengî heye?”
 
‘Bi salane dijminatiya Gelê Kurd dike' 
 
Leyla Hîlal jî bi lêv kir ku îktîdara AKP’ê bi salane neyartiya Gelê Kurd dike û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Bi salane li dijî gelê me êrişek heye. Ger ku Tirkiye di rastiyê de bi pirsgirêkên gelê xwe re mijûl bibûya dê wê demê pirsgirêka qeyrana aboriyê yekem çareser bikira. Ji ber hem vê qeyranê û hem jî şer ciwanên me berê xwe didin Ewropayê. Bila ne pirsgirêkên welatên dinê bila yekem pirsgirêkên welatê xwe çareser bike. Di pêvajoyekî wisa de em bi birçîbûnê re rûbirû ne û dewleta tirk jî êrişê Başûr dike. Dewleta Tirk ji ber dijminatiya li hemberê Gelê Kurd dixwaze welat xirap bike û em dibînin ku xirap jî bûye. Polîtîkayên dewletê bi tenê li dijî neyartiya Gelê Kurd e. Şûna ku neyartiyê dike bila ji vê qeyrana aboriyê re çareseriyekî bibîne. Ji bo menfeatê xwe êrişê xaka Başûr dike. Gelo xirabûna welatê xwe dibîne? Ji vir em her roj dibînin ku çixwasî wesayîtên zirxî yên leşkeran ber bi Başûr ve diçin. Li navçeyê her tim tevgerek heye. Pereyê ku didin tank û topan, ji bo çareseriya pirsgirêka qeyrana aborî bihata bikaranîn niha ev pirsgirêk çareser dibû.”
 
‘Li hemberî êrişan hersa me mezintir dibe' 
 
Leyla, destnîşan kir ku Dewleta Tirk bi êrişên ku pêk tîne dixwaze Gelê Kurd tune bike û wiha bi lêv kir: "Lê Gelê Kurd tu carî xilas nebû û nabe jî. Ger ku pirsgirêka kurd bihata çareser kirin em ê îro di vê rewşê de nebûna. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareser kirin Tirkiyê dê tu carî destkeftiyek bi dest nexe. Gelê Kurd li hember van êrişan bi xûrtir û hêztir dibe. Li hember ev êrişan hêrsa me mezintir dibe. Di pêvajoya çareseriyê de me dît ku têkiliya Gelê Kurd û Tirk çixwasî başe. Her wiha ji bo pêşketina Tirkiyê jî bandorek mezin ava kir. Serê 30 salan zêdetire ev êriş heye, lê Gelê Kurd zêdetir bûn û li her deverên cîhanê belav bûn. Tu tişt bi şer çareser nabe. Nêzîkatiya PDK’ê bi temamî şaşiyeke mezine û divê ji vê rêyê vegere. PDK ku îro bûye hevkarê wan êrişan şermek mezin e. Em bi wî re yekîtiyê naxwazin. Ji ber ku xiyanetek mezin kir.”
 
‘Barê herî giran li ser milê jinê ye' 
 
Heybet Urun jî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re şermezar kir û got: “Rastiyek li holê ye û Gelê Kurd li hember hemû êriş, zext û zordariyan li ber xwe dide û li ser piyan e, Gelê Kurd tu carî serî netewand û dev ji têkoşînê berneda. Tirkiye dixwaze Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd xilas bikin. Di wan êrişan de herî zêde barê giran li ser milê jinê ye. Jinan tu carî li hember şer, dewlet û mêran serî netewand û tim li ber xwe dan. Jinên kurd tim ji bo zarokên xwe herî pêş cih digirin û hember şer disekinin."
 
‘Gelo mirov çawa xiyanetê gelê xwe dike?’
 
Heybet, bi lêv kir ku Qileban ji ber ku sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê ye her roj tevger çêdibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Qilebanê li hemberî kurdan polîtîkayeke taybet tê meşandin. Li vir ji ber derfetên xebatê tunene zarokên me neçarî cerdevaniyê dikin. Zext û zordariyeke mezin li ser zarok û ciwanên me heye. Îro ew kesên bûne cerdevan berê wan didin Başûr. Her roj li ber çavên me tevgera leşkerî çêdibe. Ev tişt êşeke pir mezin e. Em êdî şer û kuştinê naxwazin. Ji bo ku ev şer bi dawî bibe divê Gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike. Dema yekitî hebe wê demê ev şer jî dê bi dawî bibe. Her wiha gelo mirov çawa xiyanetê gelê xwe dike? Çawa wîcdana wan vê tiştê qebûl dike? Bi tenê gotinek me ji bo wî heye dev ji vê xiyanetê berde. Ne tenê gelê Başûr divê li çar aliyê Kurdistanê kurd rabe li ser piyan û li hember vî şerî xwedî li helwest be."