Rojnameger Gulşen Koçuk: Hêza me wan ditirsîne

  • 09:04 23 Hezîran 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk ku 8 rojan di binçavan de ma, der barê hevalên xwe yên hatine girtin de axivî û got: “Li hember me çapemeniya alîgir ya wek artêşekê ye heye. Lê dîsa jî hêza me wan ditirsîne û ji ber vê jî êrîşan pêk tînin.”
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polisan di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes binçav kirin û 8 rojan di bin çavan de man.  Di 15’ê Hezîranê de derxistin dadgehê û 16 kes bi îdiaya endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê kirine hatin girtin. Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Safiye Alagaş, Azîz Oruç, Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Abdûrrahman Oncu û Lezgîn Akdenîz bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.
 
Etîdora ajansa me Gulşen Koçuk ku ew jî hat binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan, der barê zextên li ser rojnamegeran de nirxandin kir.
 
‘Çi dikin bila bikin kevneşopî didome’
 
Gulşenê destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê demek dirêje êrîşê aliyên muxalîf dike û wiha pê de çû: “Di pêvajoyeke wisa de pir kêm saziyên çapemeniyê van polîtîkayên şîdetê teşhîr dikin. JINNEWS, Ajansa Mezopotamya û çend saziyên din yên weşanê. Desthilatdarî wek çareserî bi êrîşan li hember me disekine. Lê berê jî gelek caran zext û girtin pêk hatin; Vê nîşan da ku bi serdegirtin, bi desteserkirina alavan rojnameger bêdeng namînin. Me dît ku êrîşên li hember çapemeniya azad wê bi dawî nebin. Di 2011’an dîsa di bin navê KCK’ê de operasyon pêk hat. Lê di alî rojnamegeran de tu tiştek neguherî. Kevneşopiyê berdewam kir.”
 
‘Girtina rojnameger pêkanîna nebaşe’
 
Gulşenê wiha vegot: “Her ku desthilatdarî zextên xwe bidomîne wê çapemeniya azad binivîse. Heta şîdeta mêr û dewletê bidome wê çapemenî binivîse. Her ku em binivîsin jî wê êrîş bidomin. Yek ji van êrîşan jî di 8 Hezîranê de hat kirin. Dema em hatin binçavkirin prsên wekê ‘we şîdeta fîzîdî dît, wek kîja pêkanînên xerab dîtin’ pirsîn. Lê astengkirina rojnameger jî pêkanîna xerabe. Mafê we tune hun pîşeyê krîmînalîze bikin. Ev jî binpêkirina maf e.”
 
Li dijî çapemeniya wek artêş çapemeniya azad
 
Gulşenê destnîşan kir ku hevalên wê yên hatine girtin ji ber nûçeyên çêkirine, bernameyên kişandine û pêşkêş kirine hatine girtin û wiha daxuyand: “Li hember me çapemeniya alîgir ya wek artêş heye. Li dijî vê jî  hêza me wan ditirsîne û ji ber vê êrîş dikin. Agahiyên ku parêzerên me nikaribûn xwe bigihîninê li ser çapemeniya alîgir hat weşandin. Yanî rojnamegeriya me li gorî xwe nerm kirin û hewl dan krîmînalîze bikin. Rojnamegerî ne pîşeyeke ku deshtilatdarî li gorî xwe teşe bike ye. Her tim dibêjin destnedana hiqûq û siyasetê heye lê rojnamegerî divê destnedana wê hebe.”
 
‘Divê têkoşîn bê domand’
 
Gulşenê bi lêv kir ku wê ji bo 16 hevpîşeyên xwe yên hatine girtin têbikoşin û wiha bi lêv kir: “Em ê pênûs, klavye û kamereya wan li erdê nehêlin. Heta ew derkevin em ê li şûna wan rojnamegeriyê bikin.Berê jî 60 rojnameger girtî bûn. Berê me ji bo wan têkoşîn dida. Niha em ji bo hemûyandidin. Divê bêyî hincet têkoşîn bê meşandin.Her piştî ji bo me girîntir û nirxtire. Ji vir şûnde jî ev piştevanî gelek girînge. Heta em hemû hevalên xwe azad nekin divê ev têkoşîn bidome.”
 
‘Tehdîd jî parçeyek êrîşê bû’
 
Gulşenê di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku karê dikin ne sûc e û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Em di dosyayek ku divê der barê wê de lêpirsîn bihata vekirin re hatin rû hev. Bêguman pêkanîna li hember me jî wisa bû. Me hinek pêkanînên ku em xistin psîkolojiya sûc  jiyan kir.  Yek ji van hevalekî mey ê mêr ji bo dema binçavkirina wê bê dirêjkirin dema birin edliyeyê kelepçe kirin. Di encama bertekên hevalên me de hat vekirin. Ligel vê dema em birin edliyeyê dubare dubare bi kelepçeyê em tehdîd kirin.Ev tehdîd jî parçeyek heman êrîşê bû. Ev ne refleksek şexsî bû. Me dizanibû ku tu tiştekî bibe sedema girtina hevalên me tunebû û bi vê hişmendiyê me pêvajoya binçavkirinê derbas kir.”