Elewî welatîbûna wekhev dixwaze: Em dikarin cîhanek wekhev bihûnin

  • 09:03 23 Hezîran 2022
  • Rojane
Marta Somek - Safiye Alagaş
 
Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê di 5’ê gulanê de starta ‘Hevdîtina mafê welatîbûna wekhev a ji bo Elewiyan’ da destpêkirin û di 18’ê hezîranê de bi tevlibûna hevseroka giştî ya HDP’ê, gelek nûnerên rêxistinên elewî û siyasetmedar li Stenbolê hatin gel hev. Di civînê de mafê welatîbûna wekhev û pirsgirêkên li Welat tên jiyîn hatin nîqaşkirin û ji bo çareseriya pirsgirêkê peyama wê bi hev re bimeşin hat dayîn.
 
Niviskar û aktîvîsta Elewî Gulfer Akkaya ku tevli civînê bû ji ajansa me re der barê pirsgirêkên ku Elewî dijîn, daxwazên welatibûna wekhev de nirxandin kir.
 
‘Em wek welatiyên plana duyem tên dîtin’
 
Gulferê da zanîn ku civaka elewî cuda tê dîtin û wiha vegot: “Elewî li Tirkiyeyê civakek xwedî baweriyek cuda ne û ji ber ola fermî ya dewletê îslame her tim ji jiyana perwerdê û heta jiyana rojane nayê qebûlkirin. Ji têkiliyên cîrantiyê bigirin heta dibistan, karkegrî û saziyên dewletê elewi her tim di plana duyem de tên dîtin. Elewî her wiha gelek caran bi gotinên nefretê re  jî tên rû hev.Wek objeya nefretê li elewiyan dnêrin. Der barê elewiyan de dimijara ahlaq, zayendî de reşkirin tên kirin. Gelek kes jî bi vê bawer dikin. Ji ber vê jî hem di alî hiqûqî hem di alî sazî û hem jî di jiyana rojane de li hember elewiyan zextên mezin hene.”
 
Tiştên elewî dijî..
 
Gulferê wiha dirêjî dayê: “Elewî li taxên xwe ber bi êrîşan re tên rû hev diçin cihê ku wek wan in dan û stanê dikin. Dibêjin ‘ew jî ji me ne.’Ev jî nîşan dide ku elewî li Tirkiyeyê çi dijîn. Ji ber elewî havînan zarokên xwe naşînin qursên Kuranê, ji ber malên elewiyan tên zanîn. Elewî her tim bi fikara ewlehiya jiyana xwe dijîn.  Elewiyên mêr li cihên wek leşkeriyê her tim bi fikar dijîn. Kurd jî, ermenî jî û elewî jî vê baş dizanin. Di her pêngava xwe jiyana xwe de em bi fikar û tirs dijîn.”
 
Daxwaza welatîbûna wekhev
 
Gulferê destnîşan kir ku ya herî xweş welatîbûna wekhev e lê elewî di şert û mercên wekhev de najîn û wiha daxuyand: “Desthilatdariya îslamî-tirk bi salane elewiyan dikin fikarê. Bi pêkanîna qanûnê re wê pirsgirêka ewlehî û welatîbûna wekhev a elewiyan çareser bibe. Li welat qanûn pêk nayên. Qanûnên xwe jî pêk naynin. Em li welatekî wisa djîn. Ji ber vê elewî di bin zextan de dijîn.”
 
‘Berpirsyarî dikeve ser milê siyasetmedaran’
 
Gulferê bi lêv kir ku bi asîmîlekirin û hewldana tunekirinê elewî heta îro hatine û wiha dirêjî dayê: “Ji bo vê çareseriya herî mezin ev e ku elewî xwe rêxistin bikin, xwe ifade bikin, ji vê netirsin û nerevin. Divê daxwazên xwe bînin ziman, nêrînên xwe bi aşkera bêjin. Ev mijar hemû civakê eleqeder dike. Ev tenê bi elewiyan ne pêkane. Çawa mijara Kurd mijara ermenî ne tenê mijara kurdan nîne, ev jî wisa ye. Divê hemû alî û partiyên siyasî eleqeder bin. Gelo li vî welatî çima elewî kêm di saziyên dewletê de cih digirin? Çima li Meclîsê elewî kêm in? Ev li hember elewiyan heqerete.  Dema dibêjin ‘tu eleqeya me bi  nasname û meşrebeya kesekî tune’ jî çavên me ditirsînin. Ez wek elewiyekê dixwazim ku li Tirkiyeyê demokrasî hebe. Ji ber vê peywir dikeve ser milê hemû kesî. Peywir dikeve ser milê CHP û Îyî Partî  HDP vê dike. Em ji ber vê banga HDP’ê hatin.”
 
‘Divê elewî bê dîtin û qebûlkirin’
 
Gulferê wiha dawî lê anî: “Di tifaqa bê avakirin de wê elewî her tim hebin. Ji ber elewî ji xwe di vê parastiya siyasî de ne. Di tifaqa HDP’ê de gelek elewî hene. Di CHP’ê de jî hene. Elewî ji xwe hene divê bên dîtin û qebûlkirin. Divê mafê gotinê ji bo elewiyan bê dayîn. Divê ev pirsgirêk êdî bê çareserkirin. Divê daxwazên welatîbûna wekhev ya elewiyan bê dîtin. Wisa nabe. Nikare bimeşe. Em dikarin bi hev re jiyanek wekhev bihûnin.”