'Şêniyên li herêmên dagirkirî bi tirsa dizî, tecawiz û tundiyê dijîn'

  • 09:06 22 Hezîran 2022
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
QAMIŞLO - Nûçegihana Ronahî Tv'yê Raperîn Elî li ser herêmên hatine dagirkirin û bûyerên li wir rojane diqewimin, axivî. Raperînê da zanîn li Efrîna ji cihên hatine dagirkirin e jiyan li jinan bûye dojeh û wiha got:"Şêniyên li herêmên dagirkirî bi tirsa dizî tecawiz û tundiyê dijîn."
 
Li herêmên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê yên di bin kontrola dewleta tirk de ne her roj bûyerên revandin, tecawiz, îşkence, destdirêjiyê û gelek binpêkirinên mafên mirovan rû didin. Tevî vê  yekê hîn jî dewleta tirk di bin navê "herêma ewle" de dixwaze êrişî Rojavayê Kurdistanê bike. Têkildarî mijarê Nûçegihana Ronahî Tv'yê Raperîn Elî nirxandin kir. 
 
'Şêniyên li herêmên dagirkirî bi tirsa, dizî tecawiz û tundiyê dijîn'
 
Raperîn Elî di destpêkê de bal kişand ser rewşa herêmên dagirkirî û wiha got: "Ji destpêka sala 2011'an heta niha gelên ku li Sûriyeyê dijîn ji bo mafê xwe têkoşînê dikin. Ji wê demê heta niha dewleta tirk a dagirker lîstokên xwe dide meşandin. Dewleta tirk dixwaze projên xwe yên Osmanî pêk bîne. Ji ber vê gelek herêmên Sûriyeyê dagir kir. Dixwaze planên xwe bixe meriyetê. Li ser vê esasê dewleta tirk a dagirker ji destpêka sala 2016'an heta niha gelek carî êrişî Sûriyeyê kiriye. 8 hezar û 835 km. çargoşeya axa Sûriyeyê, ji Reya heta Serê Kaniyê dagir kir. Di sala 2016'an de cara yekem Reya Cerablûs, sala 2018'an Efrîn, sala 2019'an Girê Spî, Serêkaniyê û sala 2020'î jî Bajarê Nerebiye yê Idlibê hate dagirkirin. Xeyalê dewleta tirk û Erdogan heta niha bi dawî nebûye. Niha jî di bin navê bicihkirina penaberan de dixwaze cihên din jî dagir bike. Lê belê roja ku dewlata tirk a dagirker ev dever dagir kiriye heta niha şêniyên wan bajaran di nava tirs, dizî tecawiz û tundiyê de dijîn. Her wiha yên ku herî zêde bûn qurbaniyên van êrîşan jin û zarok bûn. Bi dehan jin hatin tecawizkirin, revandin, kuştin. Her wiha heta niha bi sedan jin winda ne û çarenûsa wan ne diyar e''
 
'Efrîn ji bo jinan bûye dojeh'
 
Raperînê da zanîn ku yên herî  zêde bûn qurbaniyên dagirkeriya dewleta tirk jin û zarok bûn û wiha domand:'' Jinên ku niha di bin serweriya Erdogan û çeteyên wî de dijîn, nikarin ji mala xwe derbikevin. Taybet jinên Efrînê yên ku ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha pêşengî kirin, xwedî rol û misyon bûn. Niha nikarin ji malên xwe derbikevin. Efrîn ji bo jinan bûye cihê dojehê. Jinên ku hebûna xwe ava kirin niha bê hebûn mane. Bi hezaran jin di girtîgehan de ne. Hemû jinên niha li Efrînê ne, di girtîgeha servekirî de dijîn. Bi rastî em dema niha li herêmên dagirker dinêrîn ne tenê Efrîn li hemû derên ku di bin dagirkeriyê de ne jiyan bi her awayî zehmet e. Zihniyeta dagirkeran tenê jin û zarokan nake qurban bi heman awayî xwezaya herêmên dagirkirî jî talan dike. Bi kurtasî em dikarin bêjin herêmên ku di destê çeteyan de ne di bin metirsiyeke mezin de ne. Guhertina demografîk di heman demê de berdewam e. Ez bi taybet balê dikşînim ser Efrînê, ji ber armanca dewleta tirk ne tenê dagirkirin e bi vê re tasfiyekirina doza kurdan e. Berê ji sedî 95 şêniyên Efrînê kurd bûn. Lê niha ji sedî 25 kurd in. Ji ber hatin koçberkirin, îşkence dîtin û hatin kuştin."
 
'Bila Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve'
 
Raperînê di berdewamiyê de anî ziman ku gel zext û zoredestiyê qebûl nake û wiha got:"Dewleta tirk gelek cihên Efrînê dagir kir û niha bi hezaran şêniyên Efrînê di hundirê çadiran de jiyana xwe didomînin. Niha ev demek dirêj e Erdogan behsa herêmên ewlehiyê dike. Dibêje em ê herêma ewle ava bikin. Lê vî cihê behs dike cihên herî bi tirs in. Em vê ji cihên dagirkirî dizanin. Kesên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne nikarin derkevin derve.  Ji ber vê dema qala herêmên ewle tê kirin, xapandina herî mezin tê kirin. Bi navê ewlehiyê cihên herî ewle tên valakirin. Li cihên dagirkirî gel radibin ser piyan û dibêjin êdî em zext û zorê qebûl nakin. Gelê li wan deran dijîn êdî nikarin jiyana xwe ya rojane bidin meşandin. Di heman demê de di dirûşmên xwe de dibêjin em dagirkeriya Tirkiyeyê naxwazin, bila Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve, Sûriye azad e."