Zehra Silêman: Piştî DAÎŞ’ê niha jî Dewleta Tirk êrîş dike

  • 09:03 22 Hezîran 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PADÊ Zehra Silêman, diyar kir ku piştî DAÎŞ’ê îro Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî Şengalê dimeşîne û destnîşan kir ku Tirkiyê bi vê  armanc dike ku Civaka Êzîdî tune bike.
 
 Êzîdiyên ku bi êrîşa DAÎŞ'ê ya di 3'yê Tebaxa 2014'an re bi fermaneke nû ya 73'yan re rûbirû man, vê carê jî bûne armanca êrîşên Tirkiye û Iraqê ku PDK jî hevkariya wan dike. Di encama zextên DYA û Tirkiyeyê de di 9'ê Cotmeha 2020'î de di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser Şengalê peymanek hat îmzekirin û bi "Peymana Şengalê" re bajar hedef hat giritn. Piştî ku Şengal hedef hat girtin di 2'yê Gulanê de Artêşa Iraqê êrîş bir ser. Lê Artêşa Iraqê ji ber berxwedana gel mecbûr ma ku paşve gavê biavêje. 
 
Li gel van hemû zext û zoriyên ku şêniyên Şengalê pê re rûbirû dimînin, Di 15’ê Hezîranê de Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî navçeya Sinûnê ya Şengalê kir. Di êrişê de, avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê û dikanek  amanc girtin. Di encama êrişê de zarokê 12 salî Salih Xidir Naso hat qetilkirin û rojnamevan Salih Berces jî di nav de 6 kes jî birîndar bibûn.  Têkîldarî êrîşên li ser Şengalê Hevseroka  Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Zehra Silêman axivî.
 
‘Hedef û armanca Tirkiyê tunekirina civaka êzîdî ye’
 
Zehra, di destpêka axaftina xwe de  bal kişand ser girîngiya roja çarşemê ji bo êzidyan û wiha got : “Di roja çarşemê de Dewleta Tirk êrîş kir ku roja çarşemê ji bo êzîdîyan rojekê taybet û pîroz e. Êrîş li ser Meclîsa Gel a Sinûnê pêk hat. Bi salan e Dewleta Tirk şengalê hedef digire û êrîş dike. Hedef û armanca Tirkiyê tunekirina civaka êzîdî ye. Dixwazin êzidiyên li Şengalê qir bikin.  Em wekê şêniyên Şengalê vê baş dizanin. Îro jî li ber çavên tevahî cîhanê bi vî şiklî êrîşêk li dijî deskeftiyên gel pêk hat. Wekî tê zanîn Civata Êzidî xwe nû ji fermanekê komî ser hev dike. Civata me xwest ji aliyê aborî, siyasî û civakî de xwe bi rêxistin bike. Loma Dewleta Tirk jî wan sazî û meclîsên gel ku xwe li wan bi rêxistin dike hedef digire. Ev çend carin li ser meclis û saziyên gel  êrîş tê kirin.”
 
‘Piştî DAÎŞ’ê niha jî Dewleta Tirk êrîş dike’
 
Zehra, destnîşan kir ku Dewleta Tirk bê sînor êrîşên xwe berdewam dike û li ber çavên hemû cîhanê sîvîlan hedef digire. Zehra, got: “ Civata Êzidî tucarî êrîşên bi vî şiklî qebûl nake.  Piştî fermana 2014’an êzidiyên Şengalê pêwîstî  bi rêxistinkirinê dîtin. Ji sala 2014’an heta niha êrîşên li ser Civakta Êzidî berdewam dikin. Piştî DAÎŞ’ê niha jî Dewleta Tirk êrîş dike. Bi şêweyekî ne qanûnî  dikeve nav Şengalê û civata me hedef digire. Zarok, pîr û kalan hem şehîd dikin û hem jî birîndar dikin. Ev êrîşên hovane jî li ber çavên tevahî cîhanê tên kirin.  Dewletên netew jî bi helwestên xwe xwestin piştgiriyê bidin van êrîşan. Xwestin Şengalê bikin baregeheke leşkerî  û qadeke sîyasî.”
 
‘Dixwazin êzidiyan bînin hemberî hev’
 
Zehra, anî ziman ku dewletên netew û netewên yekbûyî bi helwestên xwe êrîşên Tirkiyê diparêzin û got: “Ev 8 sal in ev meclis û gelek deskeftiyên me yên din hene. Xelkê bajêr li wan qada xebatên xwe dimeşîne û debara xwe dike. Em  îro dibînin ku di wê êrîşê de ew zarokê12 salî ku ji fermana 2014'an rizgar bibû di encama êrîşên Tirkiyê de hatiye qetîlkirin.  Çi sûcê wan ciwan, kal û pîran hebû ku niha di encama êrîşên Tirkiyeyê de birîndar in û li nexweşxaneyê radizên. Heger îro dewletên cîhanê ji bo êrîşên Tirkiyê piştgiriyê didin ew tê wê maneyê ku ew jî dixwazin Civata Êzîdî tune bibe.  Meclîsa Gel wek meclisek leşkerî bi nav dikin.  An jî kombûna endamên wê meclîsê dikin mijareke siyasetê. wê rojê li wir civata sîv hedef hat girtin û gelek şahîdên wê rojê hene. Em hêvî dikin ku civata me ya êzîdî neyê lîstikên dewletan û nebe amûrên siyasî. Bila rojevê neguherin û heq û hiqûqa xwe biparêzin. Bi van êrîşan dixwazin Civata Êzîdî bînin hemberî hev û ji hev re bikin dijmin.”
 
‘Bila Civakat Êzidî neyê lîstikan’
 
Zehra, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tê xwestin hêza Asayîşa Êzîdîxan û YBŞ’ê ji holê bê rakirin û got: “Bûyer ne li qadekê leşkerî  çêbûye. Dewleta Tirk êrîşî sivîlan kiriye. Lê xwestin vê berevajî nîşan bidin. Bi vî şikî armanc kirin ku gel û hêza birêxisitnkirî bînin hemberî hev û gel bê rêxisitn bihêlin. Bi van êrîşan dixwazin Asayîşa Êzîdîxan û YBŞ’ê  ji holê rakin. Lê em jî dipirsin gelo heke ew hêz ji holê were rakirin wê kî me biparêze?  Divê em li dijî van êrîşanhişyar bin û neyên lîstika sîyaseta hêzên derve.”
 
‘Sekna PDK’ê ya ji bo êzîdîyan di sala 2014’an de diyar bû’
 
Zehra, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybet îro ji ber  listikên PDK’ê li ser Şengalê ev êrîş pêk tên. Ji bo ku ev vîna gel were şikandin ewqas êrîş tên kirin. PDK  dixwaze îradeya Civata Êzidî di bin serweriya wê de be. Dixwaze Civata Êzîdî qîr bike û tune bike.   Ev rewş di 2014’an de diyar bû.  Çawa ku DAİŞ hat civaka êzîdî qîr bike PDK’ê rê da ku DAÎŞ ber bi şengalê ve bimeşe. Rastiya PDK’ê ya ji bo êzîdîyan wê rojê hat zelalkirin. Lê îradeya Civata Êzîdî nehişt ku bigihêjin armanca xwe. Îro PDK bi hevkariya Dewleta Tirk van êrîşan berdewam dike. Her wiha bêdengiya neteweyên yekbûyî, dewletên netew û hikûmeta Îraqê destê dijmin xurt dike. Lê rexmî van hemû êrîşan em êzîdî dibêjin çi dibe bila bibe em ê tu carî çiyayê Şengalê nedin destê dijmin. Em ê li ser fikra ol û bawerî û felsefeya xwe têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî wan serî netewînin.”