‘Divê em xwedî li 16 rojnamegerên girtî derkevin'

  • 09:04 21 Hezîran 2022
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
 AMED - Endama Basin –Îş’ê Dîlek Gul, bertek nîşanî girtina 16 rojnamegeran da û got: "Hempîşeyên me bêyî ku sûcek wan hebe hatine girtin. Em girtiyan rojnamegeran qebûl nakin."
 
Li Amedê di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin û di 16'ê hezîranê de ji 22 kesan 16 rojnamevan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Rojnamevan bi hinceta karûbarên rojnamevaniyê, naveroka nûçeyan, zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê hatibûn girtin. Her roj ji gelek komele, pêkhate, partiyên siyasî piştevaniya rojnamegeran dikin. Yek ji van pêkhateyan jî DÎSK Basin- iş e. Endama Basin- İŞ’ê Dîlek Gul derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
‘Roja xwedî derketinê ye’
 
Dîlek bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Em weke rojnamevan ji bo piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên hatine girtin ji Stebol û Enqerê hatin Amedê. Em li Enqere û Stenbolê dixebitin hempîşeyên me li vir. Di aliyê zehmetiyên pîşeya xwe de em hemû jî heman pirsgirêkan dijîn. Ji ber wê ji ferqa me ji hev nîne. Îro hempîşeyên me hatin girtin sibe dibe ku bi qanûnek nû re em ji werin girtin. Lewra rojnamevanî ne sûce û îro roja xwedî derketina li rojnamevanan e. Ji bo em ji vê re gavek bajin em hatin Amedê. Çiqasî em xwedî li pîşeya xwe derkevin û barê hempîşeyên xwe yên li virin sivik bikin ewqas başe.”
 
‘Bi saya rojnamegeran bûyer derketin holê' 
 
Dîlek, da zanîn ku belkî ji Rojavayê Tirkiyê ve baş neyê dîtin, lê belê em dibînin ku rojnamevanên hatine girtin çiqasî di ber rojnamevaniyê de ked dane û wiha bi lêv kir: "Ger ku em mînak ji bidin, hempîşeyên me yên hatine girtin neban me wê bûyera Îpek Er nebihîstiba. Cardin wê xebera me ji nîştecihên ku ji balefirê hatine avêtin neban ango gelek bûyerên weke van. Ev hemû bi saya rojnamevanên hatine girtin derket holê. Bûyerên binpêkirina mafên mirovan ji wan hînbûn. Ji ber vê yekê jî bêyî em cudahiyê bêxin di navbera nîjad û kesan de pêwîste em ji rojnamevanên karê xwe dikin re bibin piştevan. Divê karê wan neyê îlegalîzekirin.”
 
‘Em şahid in’
 
Dîleka ku got rojnamevan bi awayek bê suc hatine girtin got şahîdê rojnamegeriyên wan bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dem dem me bi rojnamevanên hatine girtin re li qadan kar daye meşandin. Em şahid in, ew rojnameger in. Ew di xeta parastina mafê mirovan de kar didin meşandin. Çawa îro em weke rojnameger girtina wan rojnamegeran dinîvsînin, sibe ew jî wê ji bo me binvîsinin. Di vê mijarê de ya girîng hevrebûyîn e û piştevaniye. Em ji soza bihevrebûnê didin. Em ê li gel hempîşeyên xwe kar bidin meşandin.”
 
‘Em girtina hempîşeyên xwe qebûl nakin’
 
Dîlek wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ya ku herî me diêşîne jî berteka li dijî girtina 16 hempîşeyên me ji parvekirina twîtekî wirdetir neçû. Hûn li kîjan deverê cîhanê cihbigirin ferq nake, ger 16 rojnamevan werin girtin wê weke bûyerek mezin were şermezarkirin. Divê li vir ji heman bertek derkevin holê. Divê di pêvajoya binçavê de bertekek mezin bihata nîşandan, belkî jî rojnameger nedihatin girtin. Divê mijarê de em hinek bi hêrs in jî. Ji bo piştevaniyek mezin were pêwîstnake ku rojnamavan binavûdeng an jî popîlîst be. Rojnamevan rojnamevan e. Hempîşeyên me tim vê yekê dijîn. Lê mixabin ji ber nasnameya wan ya kurdbûnê denge wan nehate bihîstin. Em wan wek rojnamevan dibinin. Di hemû xebat û nûçeyên de em ê piştevaniya wan bikin. Ew tenê ji ber karê ku dikin hatin girtin. Ji derveyî vê jî sedemek ya girtina wan tuneye. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Hempîşeyên me sûc nekirine. Divê demildest ew werin berdan.”