Li gundê Esmer ji bo jiyana kolektîf xebat

  • 09:10 19 Hezîran 2022
  • Jiyan
Zelal Tunç
 
AGIRÎ - Jinên ku li gundê Esmer dijîn her sal di mehên havîne di serdema  berxbirê de bi awayekî kolektîf hiriya ji mîh û berxan kom dikin dişon, diyar dikin ku ji bo karê wan hesantir bibe ev hevkarî gelek girîng e.
 
Li gundê Esmer a Tutak a Agiriyê jin bi awayekî kolektîf jiyana xwe didomînin. Jinên li Çemê Esmer tên gel hev her sal di meha hezîranê de hiriya ji mî û berxan tê qusandin bi awayekî kolektîf dişon. Jin bi derketina rojê re dest bi kar û barê şûştine dikin û heta êvarê ev xebata wan didome.
 
Malbata  Kubar Aslan 20 sal berê ji navçeya Melezgîr a Muşê tên gundê Esmer ê Tutaxê bi cih dibin. Kubar Aslan der barê jiyana komunal de ji ajansa me re axivî.  
 
‘Ji bo karên me hêsan bibe em bi hev re dibin alîkar’
 
Kubarê destnîşan kir ku bi saetên sibehê re hiriya ji mîh û berxên  xwe digrin dibin ser çem û dest bi şûştinê dikin. Kubarê wiha dirêjî dayê: “Em di dema berxbirê de tên gel hev. Her roj em hiriya malbatekê dişon. Ev karê şûştina hiriyê ku gelek zehmete bi hevkariyê zûtir diqede. Hemû kar û barên gund li ser milê jinan e. Ji bo em karên xwe hêsan bikin em bi hev re dibin alîkar.”
 
‘Em hiriyê yek bi yek dişon’
 
Kubarê bi lêv kir ku piştî zewiciye li Elbaq a Wanê bi cbih bûne û mehên havînê jî diçin gundê Esmer û bi malbat û gundiyan re di pêvajoya berxbirê de tevli pêvajoya kar dibin. Kubarê axaftina xwe wiha domand: “Em sibehan saet di 09.00’an de diçin ber çem û heta êvarê hiriyê dişopn. Hiriya nêzî 150 pezî heye. Hirî ji rengên spî û kehweyî pêk tê. Em piştî dişon radixin. Em hiriya xwe di serî de şil dikin û deterjan û xwê davêjin ser. Mêr bi traktoran di ser re derbas  dibin û em em li bendê dimînin ku qirêşa hiriya me binime. Piştre em yek bi yek di çem de dişon.”
 
‘Sewalkarî û çandinî di asta tunebûnê de ye’
 
Kubarê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yekane çavkaniya debara me çandinî û sewalkarî ye. Krîza aborî bandorek mezin li ser me kiriye. Ji ber bihabûna mazotê em nikarin erdên xwe biçînin. Tovên genim û ceh pir bihaye. Her wiha pez bi pereyekê kêm tê firotin, şîr, mast, penîr bi bihayekî gelek kêm ji gundiyan tê girtin. Em tenê ji bo debara xwe pez xwedî dikin. Sewalkarî û çandinî hatiye asta tunebûnê.”