‘Me hezar û 562 girtiyên nexweş tespît kir’

  • 09:01 19 Hezîran 2022
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn 
 
STENBOL - Parêzer Ozge Akyuz da zanîn ku wek CÎSST heta niha hezar û 562 girtiyên nexweş tespît kirine û balkişand ser binpêkirina mafan û got Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevnagere.
 
Tecrîda giran ya li Îmraliyê ket jiyanê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav bûne û girtiyên înfazê wan qediyane bi hincetên cuda nayên tahliyekirin û girtiyên nexweş nayên dermankirin, terkî mirinê tên kirin, li girtiyan lêpirsîn tên vekirin, mafê wan yên ragîhandinê tê astengkirin. Dîsa bi girtîgehên Tîpa S û Y têkiliya girtiyan bi derve re tê qûtkirin. Li gorî rapora 31’ê adara 2022’an ÎHD’ê li girtîgehên Tirkiyeyê 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. ji serê sala 2021’ê heta niha bi giştî 46 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane.
 
Yek ji saziyên  der barê girtîgehan de xebatan dimeşîne Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST) di rojên pêş de wê rapora 2021-2022’yan amade bike. Parêzera CÎSST’ê Ozge Akyuz der barê raporan de rewşa girtiyan de girtiyên siyasî û edlî de nirxandin kir.  
 
Hezar û 562 girtiyên nexweş hatin tespîtkirin
 
Ozgeyê destnîşan kir ku wek CÎSST di salekê de bi hezar û 187 girtî re têkilî  danîne û sê hezar û 180 serlêdan ji bo wan hatiye kirin. Ozgeyê wiha daxuyand: “Me ji serlêdanan hezar û 562 girtiyên nexweş tespît kirin. Xebatên li girtîgehan têr nakin. Divê polîtîkayên bi bandor bên meşandin. Di qanûnên navneteweyî de der barê mijarê de xalên berfireh hene. Protokola Stenbolê, Qanûnên Bangkok ya NY’ê, CEDAW, Rêbazên Madela û Komîteya Wezîran a YE’ê di van mijaran de li ser mafê mirovan disekinin. Ger ku ev pêk bên pêşî li binpêkirinan tê girtin. Lê mixabin peyman pêk nayên.”
 
Tiştên girtiyên jin dijîn’
 
Ozgeyê balkişand ser rewşa girtiyan û got bi taybet girtiyên nexweş, girtiyên jin pirsgirêkên giran dijîn û wiha dirêjî dayê: “Li hewadankan kamera tên daliqandin û ev hundirê odeyan jî dibînin. Ev kamera qadên hevpar dibîne, derketina tuwaletan dibîne. Ji ber vê jî di mijara binpêkirina qada taybet de serlêdan tên kirin.Girtiyên jin dema sewqkirinan de bi peywirdarên mêr re tên sewqkirin. Di riyên dirêj de girtiyên jin rastî tacîza gotinî jî tên. Li nexweşxaneyan jî bi kelepçekirina berovajî tên dermankirin.  Jinên girtî yên edlî ji bo debara xwe bikin bi pereyên kêm li girtîgehan dixebitin.  li qadê paqijî atolya tekstîl û manti girtiyên jin yên edlî tên xebitandin. Girtiyên siyasî hewcedariyên xwe bi awayekî kolektîf pêk tînin. Lê bi rêziknameya nû alavên ji derve tên nagirin hundir û girtî neçar dimînin gelek tiştî ji kantînan bigirin.”
 
ATK daxwazan şûnde vedigerîne
 
Ozgeyê dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li girtîgehan di nav cezakirinê de polîtîka cezakirinê mijara gotinê ye. Girtîgeh cihên di bin berpirsyariya dewletê de ne. Taloqkirina ceza di qanûna ceza de tê sererastkirin. Saziyên Tipa Edlî bi riya tayînkirina girêdayên wezaretê hene. Saziyên Tipa Edlî ne zêde ne. dikare navbera raporên nexweşxane û ATK’yan de cudahî hebin. Divê tenê ATK ne merciya biryargirtinê be. ATK gelek caran daxwazên girtiyan şûnde vedigerînin. Divê der barê binpêkirinên mafan yên girtîgehan de lêpirsînek bi bandor bê meşandin. Divê dewlet, saziyên civaka sivîl, baro, akademîsyen di vê mijarê de plansaziyek hevpar bikin.”