'Li dijî zilmê yekitî divê'

  • 09:03 18 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Fermandarê YBŞ’ê Cengîz Durak, di sala 2017’an de li Şengalê jiyana xwe ji dest dide, dayika wî Afiye Durak, diyar kir ku ji ber tirsê ewqas êrişê li kurdan dikin û got: "Dema mijar dibe kurd herkes bêdeng dibe û dibin yek. Divê em kurd jî bibin yek." 
 
Êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişan roj bi roj zêde dibin. Bi taybetî jî malbatên ku zarokên xwe di şer de windakirine û ango tevlî têkoşîna azadiyê bûne bangewaziya yekitiyê li kurdan dikin. Yek jî wan malbatan malbata Cengîz Durak (Şervan Botan) ê YBŞ'ê ye. Cengîz di sala 2017’an de li Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dike û jiyana xwe ji dest dide. Dayika wî Afîye Durak derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
Afîye (49) bi eslê xwe ji bajarokê Dêrgulê ye. Afîye dayika 9 zarokan e û di sala 90’î de ji ber polîtîkayên wêrankirina gundan neçar dimîne ku cih û warê xwe terk bike. Ji ber ku li dijî cerdevaniyê derketin xaniyên wê hat şewitandin. Ji neçariyê jî berê xwe da Şirnexê û li vir bi cih bûn. 
 
'Zilma dewletê her hebû'
 
Afîye, diyar kir ku zilma dewletê ji salên 90’î heya niha xwe berdewam dike û got: "Gelê Kurd bi sala ne bi zilm û zordariyê re rûbirû mane. Hêj jî bedelên giran didin. Niha tişta ku herî zehmet jî piştevaniya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re ye. Em dixwazin ev şer biqede. Divê aştiyeke bi rûmet pêk bê. Bila êdî dilê dayikan neşewite."
 
'Dema mijar dibe kurd herkes bêdeng dibe'
 
Afiye, daxuyan ku ji ber ku kurdan ditirsin ewqas êriş dikin û wiha bi lêv kir: "Divê bê zanîn ku bi êrişan kurd xilas nabin. Em ê her hebin. Em ê her tim li pey doza xwe bin. Di nava raya giştî de dema dibêjin kurd her kes bêdeng dibe, li dijî kurdan dibin yek. Lê belê kurd jî nabin yek. Heke kurd bibin yek ev tişt nedihat serê me."
 
'Kurê min rêhevalê her kesî bû'
 
Afiye, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser kurê xwe: "Kurê min li dijî zilmê tevlî PKK’ê bû. Pişt re derbasî Şengalê bû û li wir fermandar bû. Li Şengalê dema li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir şehîd ket. Kurê min jêhatibû û bêtirs bû. Zilm û heqeratê qebûl nedikir. Rêhevalê her kesî bû. Di dema îlankirina qedexeya derketina li derve ya li Şirnexê de xaniyê me carek din hat şewitandin. Em neçar man ku vegerin Dêrgûlê. Me li vir xaniyê xwe carek din çêkir. Vê demê agahiya şehîdketina kurê min hat. Lê belê me nekarî em biçin cenazeyê kurê xwe bînin."
 
'Em ê li pey doza xwe bin'
 
Afiye, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez ê ligel zilm û zordariyê dîsa li pey doza xwe bim. Ez ji rêya xwe venagerim. Gelek dayikên wek min hene ku nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Heta em sax bin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin. Em bi zarokên xwe serbilind in. Em bi bawer in ku wê serkeftin çêbibe. Banga min ji bo hemû kurdan e ku bila li pey doza xwe bin. Bila tu kes yên xwe ji bîr nekin û ji bîranînên xwe re wedî derkevin.”