Parlamenterên piştevanî dan rojnamegeran: Divê topyekun deng bê derxistin

  • 09:07 17 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî 16 rojnamegerên kurd dan û diyar kirin ku rojnameger ji ber heqîqetê ji gel re radigihîne hatine girtin, divê civak bi awayekî topyekun dengê xwe bilind bike.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polîsan di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes binçav kirin û 8 rojan di bin çavan de man. Di 15’ê Hezîranê de derxistin dadgehê û 16 kes bi îdiaya endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê kirine hatin girtin. Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş, Safiye Alagaş, Azîz Oruç, Omer Çelîk, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Remziye Temel, Abdûrrahman Oncu û Lezgîn Akdenîz bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Rojnameger Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî girtina rojnamegeran dan û diyar kirin ku divê bertek bên mezinkirin.
 
‘Hedef çapemeniya azad e’
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum bertek nîşanî êrîşê da û got: “Dema  hewl didin êrîşî  civakê bikin ewil ji çapemeniyê dest pê dikin. Çapemenî azadiya fikir û ramanê ye. Gel xwe bi çapemeniyê îfade dike. Ji bo pêşî li vê bê girtin jî êrîş dikin. Ev ne tiştekî nû ye. Demek dirêj e bi hincetên cuda êrîşî rojnamegerên çapemeniya azad dikin. Tu aliyê vê yê hiqûqî tune ye bi operasyonekê 16 rojnameger hatin girtin. Ev êrîş tenê li hember rojnamegerên kurd bû.”
 
‘Divê bi awayekî topyekun deng bê derxistin’
 
Zuleyhayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku çapemeniya kurd bi pêleke êrîşa taybet re hatiye rû hev û îro jî xebatkarên çapemeniya azad tên binçavkirin û girtin. Zuleyhayê axaftina xwe wiha domand: “Hiştina di bin çavan de ya 8 rojan rêbaza îşkenceyê ye. Li holê ji xwe sûcek tune ye. Ji ber peywira xwe kirine hatin binçavkirin. Piştî 8 rojan 16 hevalên me binçav kirin. Ev helwest ji bo bêdengkirinê ye. Ji ber vê jî  em bi awayekî topyekun dengê xwe bilind bikin. Divê em ji van êrîşan re bêjin na.”
 
'Çapemeniya azad pênûsa Mûsa Anter li erdê nehişt'
 
Parlamentera Wanê Muazzez Orhan jî bi lêv kir ku desthilatdarî bi plankirî berê xwe dide çapemeniyê û nirxandina xwe wiha kir: “Ji salên 90’î ji qetilkirina Apê Musa heta niha êrîşên li hember çapemeniya azad didomin. AKP’ê êrîş hîn bêtir dijwar kirine. Li hember kurdan operasyonên qirkirin, îmha û înkarê tên meşandin. Qirkirina jinê gihiştiye asta herî jor. Çapemeniya azad tune be agahiya civakê ji tu tiştekî çênabe. Bi saya çapemeniya azad em bûn xwedî agahî ku cenaze bi kargoyê ji malbatê re diçe. Em bi saya çapemeniyê ji tecrîda giran agahdar in, ji polîtîkaya tecrîdê agahdar in. Desthilatdarî ji bo pêşî li van bigire berê xwe dide çapemeniya azad. Di şexsê rojnamegeran de dixwazin civakê bêdeng bikin. Lê çapemeniya azad tu car bêdeng nema û wê nemîne. Em ê jî bibin dengê hevalên xwe.”
 
‘Em dest ji têkoşîna heqîqetê bernadin’
 
Parlamenteran HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy bi lêv kir ku êrîşên li hember çapemenyê ne nû ne û AKP çapemeniyê her tim hedef digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdarî ji rastiyan ditirse. Naxwaze rastî bigihêjin gel. Ji ber vê jî êrîş dikin. Bi binçavkirin û girtinan hewl didin bikin bin zextan. Êdî hêviya gel ji AKP’ê nema ye. AKP ji rastiyan ditirse. Ji ber vê jî rojnamegeran hedef digire. 16 hevalên me girtin. Çi dikin bila bikin gelê me hemû rastiyan dibînin. Em ê bertekên xwe bilind bikin û çi ji destê me bê em ê bikin.”