Li ber edliyê daxuyaniya rojnamegeran: Hûn nikarin me bêdeng bikin

  • 12:12 15 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED - 20 jê rojnameger 22 kesên ku piştî 8 rojan sewqî dadgehê hatin kirin. Derbarê mijarê de DFG û MKGP ji li ber Edliya Amedê daxuyanî dan û gotin: "Hûn nikarin me bêdeng bikin." 
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî di nav de Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Midûra Karen Nivîsan ê Rojnameya Xwebûn Mehmet Alî Ertaş jî di nav de ku di serdegirtina malan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê Malbat û hempîşeyên rojnamegeran, nûnerên saziyên sivîl 
û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
'Hûn nikarin me bêdeng bikin' 
 
Kadrî Esen, xwediyê îmtiyazê yê Xwebûnê axivî û diyar kir ku ew jî bo xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên cezakirin û wiha got: " Ev 8 roj in hevalên me di bin çavan de ne. Her çiqasî sedemê wê ji me re nebêjin jî em dizanin ev êriş ji êrişên li dijî zimanê kurdî pêk tên ne qût in. Ji me re dibêjin pêwîste hûn dengê xwe dernexin. Lê em bêdeng nabin. Em dizanin ev êriş ji êrîşên li dijî kurdan pêk tên ne qut in. Ev êrîş li dijî gel e. Ji bo ku nûçeyên rast neyên weşandin ew serî li van rêyan didin. Ev ne êrişa yekê ne ji ya dawî yê. Bê guman wê çê bibe. Lê belê ruxmê hemû êrişan me xeta xwe parast em ê îro jî biparêzin. Bêyî ku em bimînin di bin bandora van polîtîkayan de em ê li ber xwe bidin. Hûn nikarin me bêdeng bikin."
 
'Divê em berxwedana xwe mezin bikin' 
 
Hevseroka DFG Dîcle Muftuoglu jî axivî û bal kişand ser domandina têkoşînê û wiha axivî: "Ev demeke hevalên me dibin çavan de ne. Em ê piştî 8 rojan bizanin ku gelo bi çi hincetê hatine binçavkirin. Lê em baş dizanin ji ber rastî dernekevin ew hatin binçavkirin. 8 roj in şîrîkên ajansên me di bin dorpêçê de ne. Lê belê tu gef û êriş nikare me bêdeng bikin. Ji salên 90'î ve hûn êriş dikin û hûn bi ser neketin. Hûn îro jî nagihêjin armanca xwe. Ji bo em rastiyê bigihînin gel em ê berxwedana xwe mezin bikin. Em şopdarên rêya Apê Mûsa û Gurbetellî Ersoy in."
 
Daxuyanî bi dirûşma" Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" bi dawî bû.