Rengîn Ergul: Avakirina aştiyê bi azadiya Ocalan pêkan e

  • 09:05 14 Hezîran 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Sekretera Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul destnîşan kir ku biryara ‘Ocalan-2’ ev 8 sal in pêk nayê û wiha vegot: “Birêz Abdullah Ocalan û tevgera Azadiya Kurd her tim di aştiyê de bi israr bûn. Pêkhatina aştiyê bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye û 15 meh in agahî jê nayê girtin. Hevdîtina dawî di 25’ê Adara 2021’ê de pêk hat. Rayedaran li ser fikaran Abdullah Ocalan bi birayê wî Mehmet Ocalan re bi telefonê hevdîtin da kirin û tenê 4 deqeyan berdewam kiribû.
 
Serlêdan bê encam man
 
Ev salek e tevî hemû hewldanên parêzeran tu bersivek erênî nehat girtin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê serlêdana lezgîn li Raportoriya Taybet a Îşkenceyê ya NY’ê kir.
 
Ji 775 parêzeran serlêdan
 
Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî ji bo hevdîtinan hewldanên xwe didomînin û 775 parêzerî bi pêşengiya OHD’ê der barê qedexeya hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re di 10’ê Hezîranê de serî li Dadgeriya Înfaza Bursayê dan. 
 
Di hevdîtina dawî de hişyar kiribû
 
Rêberê PKK’ê di hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan re gotibû: “Hem tu hem dewlet, hûn şaşiyan dikin. Bi salane hevdîtin nayên kirin. Ev di tu hiqûqê de tune ye. Hatina te şaş e û bi xeter e. Dewlet jî bi xetre. Ev ne rast e. Ger hevdîtinek pêk bê bila di çarçoveya hiqûqî de be. Bi telefonê hevdîtin nabe. Tiştê hûn dikin şaş e. Dewlet şaş dilîze. Ev nayê qebûlkirin. Ev gelek bi xeter e. Gelo hûn dizanin ku hûn çi dikin? Bila parêzerên min bên vir.”
 
OHD, ÎHD û Weqfa Hiqûqî ya Civakî (TOHAV) li Stenbolê bi mijara ‘Li dijî siyaseta tecrîdê mafê aştiyê’ konferans pêk anî. Di konferansê de hat gotin divê demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.
 
‘Hewl didin îradeyê tune bikin’
 
Sekretera Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul da zanîn ku rakirina mafê hêviyê bi darizandina girtî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha vegot: “Beriya darizandina Birêz Abdullah Ocalan û girêdayê darizandinê guhertina qanûnê, cezayê bi şert berdanê tunebû. Rakirina mafê hêviyê jî bi anîna Abdullah Ocalan dest pê kir. Di vir de armanca wan ev e ku di şexsê Gelê Kurd de îradeya Birêz Ocalan tune bikin. Ev di alî qanûnên Tirkiye û peymanên navneteweyî de li dijî hiqûqê ye.”
 
Biryara ‘Ocalan-2’ 8 sal in pêk nayê
 
Rengînê biryara ‘Ocalan -2’ ya di 2014’and e ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derketiye bi bîr xist û wiha anî ziman: “DMM’yê biryar da ku ev biryar li dijî rûmeta mirovahiyê ye li dij mirovahiyê ye û got divê Tirkiye mevzuatê li gorî şertan ava bike û ji bo tehliyekirina kesekî şert bê avakirin û kes di bin tecrîdê de neyên girtin. Lê Tirkiye bi tu awayî li gorî biryarê tev nagere. Tirkiye li gorî qanûna xwe jî tev nagere. Tevî 8 sal in ev biryar hatiye dayîn pêk nehatiye .”
 
‘Hêza ku wan bide zorê em in’
 
Rengînê di berdewamiyê de nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Ger ku komîteya wezîran bandora xwe li ser Tirkiyeyê bi kar bianiya wê Tirkiyeyê hîn bêtir gavên erênî biavêta. Ji bo saziyên navneteweyî bandora xwe winda nekin, neçar van pêkanînan bikin. Em Tirkiyeyê dawetî guhertina qanûna wan dikin. Divê rayagiştî vê pêvajoyê bişopîne û ji bo saziyên navneteweyî jî peywira xwe binîne cih wan bide zorê. Hêza ku wan bide zorê em in, rayagiştî ye, saziyên civaka sîvîl in, rewşenbîr û pêşengên civakê ne. Avakirina aştiyê jî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e. Birêz Ocalan û tevgera azadiyê her tim di aştiyê de bi israr bûn. Ji bo vê ava bikin jî jiyan û têkoşîna xwe danîn holê. Ji ber vê teqez avakirina aştiyê bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e.”