Dîlek Gappî: Em ê li dijî rejîma zextxwir dengê xwe bilind bikin

  • 09:01 14 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Seroka ÎGC Dîlek Gappî da zanîn ku binçavkirina rojnamegeran tê wateya heqereta li pîşeyê û wiha vegot: “Azadiya çepemeniyê azadiya mafê girtina nûçeyan e. Ne tenê rojnamger hun li ser gel jî tehdîdek mezin diafirînin.” 
 
Li Amedê di 8’ê Hezîranê de têde Mudrua Karên Nivîsa  ajansa me Safiye Alagaş û edîtora me Gulşen Kolçuk jî heyî, 20 rojnameger  bi gişti 22 kes hatin binçavkirin. Rojnameger ku 4 roj dema binçavkirina wan hat dirêjkirin, ji bo berdana wan ji akademîsyen, rojnameger, saziyên sivîl û rêxistinên jinan bang tên kirin.
 
Yek ji bertekan ji Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmîrê hat. Seroka cemiyetê Dîlep Gappî da zanî ku azadiya çapemeniyê azadiya girtina nûçeyan di bin zextan de ne.
 
‘Ne tenê rojnameger li ser gel jî tehdîd heye’
 
Dîlekê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê bi pirsgirêke û çapemenî bi her cureyê zext û astengiyan re tê rû hev. Dîlekê daxuyakirin ku bi binçavkirinên dawî re asta hatinê her tiştî zelal derdixe holê û wiha vegot: “Ev tiştên tên jiyîn dijdemokratîkbûne. Her tim di bin heman klîşeyan de zilm li rojnamegeran te kirin. Em vê zilmê qebûl nakin. Ger ku bixwazin bibîin ku rojnameger rojnamegerin an na, ji rêxistinên   pîşeyî bipirsin. Rojnamegeriyek rast divê bi hawirek serbixwe bê kirin. Ji ber vê jî em qebûl nakin ku serdestiya mêr li ser hêza çaran a demokrasiyê xwe bibînin. Em qebûl nakin. Em ligel hevpîşeyên xwe ne. Em di lêgerîna maf û hiqûqê de ligel wan in. Ne pêkane em van heqeretan qebûl bikin. Hun ne tenê azadiya rojnamegeran azadiya girtina nûçeyan hun azadiya gelan jî dikin bin xetereyek mezin.”
 
‘Azadiya fikr û ramanê hedef tê girtin’
 
Dîlekê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her dem çapemenî di bin zextê de bûye lê bi nêzîkbûna pêvajoya hilbijartinê re ev zext zêde bûne û wiha bi lêv kir: “Nêzîkatiyên ku civakê jinûve teşeb ikin, stratejiyek  cemawerî avakirin û nêzîkatiyên li hember çapemeniyê tên dîtin. Ev ji nêz ve tê hîskirin. Mînak pêşnûme qanûnek çapemeniyê hat avakirin û anîn meclîsê. Em wek rêxistin li dijî vê derketin.Hun qanûna çapemeniyê ava bikin lê têde çapemenî tune. Hun qanûna dezenformasyonê amade dikin lê ew qanûnek sansurê ye. Ji ber divê bingeheke teknîkî ya qanuna dezenformasyonê hebe. Di vir bingeheke wê ya ku aliyê hember sûcdar dike heye. Me ev bi dehan carî ji rayedaran re ragihand.Ez ji desthilatdariyê re dibêjim ev şaş e.”
 
‘Rêxistinên pîşeyî tune tên hesibandin’
 
Dîlekê  bi lêv kir ku hewl tê dayîn ku qerta çepemeniyê nedin rojnamegeran û  di vê mijarê de jî wiha daxuyand: “Ev yek jî ne rastin. Li ber hemû cîhanê me biçûk dixînin. Pergal pir girînge. Lê pergal dikare bi destê rêxistin, rêxistinên pîşeyî û sendîkayan bê kirin. Hun ji vê birevin hunê van heta hestiyên xwe hîs bikin .Li dijî vê rejîma zextê bêguman em ê dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Dest jê berdin’
 
Dîlekê dawiya axaftina xwe de bang ki rku divê rojnamegerên di binçavan de bên berdan û ev bang kir: “Li wir bûyer an jî sûc hebe, bi rêxistinên pîşeyî re ji nûve bigirin dest. Li ser me hêzê ava nekin, dest ji vê berdin.”