Baroya Îzmîrê: Daniştay divê biryarek hiqûqî bigire

  • 09:06 13 Hezîran 2022
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Li ser navê Baroya Îzmîrê Perîhan Kayadele ku wê di 4’emîn runiştina ji bo betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê parastinê bike,diyar kir ku wê di runiştinê de diyar bikin ku biryara feshkirina peymanê biryarek siyasî ye û divê biryarek hiqûqî bê dayîn. Perîhanê bi lêv kir ku encam çi dibe bila bibe wê têkoşîna jinê bi ser keve.
 
Bi biryarnameya serokomar Tayyîp Erdogan di 20’ê Adara 2021’ê de Peymana Stenbolê hat feshkirin û der barê betalkirina fehskirina peymanê de li 10’emîn Daîreya Şûraya Dewlet doz hatibûn vekirin û doza sêyemîn sibê di 14'ê Hezrandê  de wê bê dîtin. Sekretera Giştî ya Baroya Îzmîrê û Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Hiqûqî û Şêwirmendiyê ya Mafên Jinan parêzer Perîhan Kayadelen wê parastinê bike.
 
Perîhanê der barê peymana Stenbol û doza der barê wê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Biryar ne hiqûqî  siyasî ye’
 
Perîhanê destnîşan kir ku ji bo peyamaneke ku azadî û mafên sereke dihewîne serokomar tenê biryara feshskirinê daye û got ev xespkirina rayeyê ye û wiha vegot: “Ji ber vê daxwaza me ev e ku biryar bê betalkirin. Dozgerê Şûraya Dewletê jî di heman alî de lê di alî usulê de mutala da.  Dozgerê Şûraya Dewletê tenê di alî usulê de nirxandin kiriye lê tenê di alî usulê de nirxandin têr nake. Di alî armancê de di karê ku îdarê kriye de divê fêdeya cemawerî hebe. Li gorî anketa şîrketeke lêkolînê li Tirkiyeyê ji sedî 7 dixwazin ji peymanê bê vekişandin. Ji sedî 93 jî naxwazin peyman bê betalkirin. Hikûmeta AKP’ê ev 20 sale polîtîkayên wisa dimeşîne. Serokomar got peyman malbatê xera dike û biryara vekişînê da. Ev dijhiqûqî ye. Wek me ji serî de jî gotiye ev biryarek siyasî ye.”
 
DMME Tirkiye mahkum kir
 
Perîhanê wiha berdewam kir: “Desthilatdariyê di 8’ê Adara 2011’an de got ‘em peymanê diyariyê jinan dikin’ û îlan kirin. Bi doza Nahîde Opuz ya ket dîroka DMME’yê re cara yekemîn DMME’yê ji ber şîdeta li hember jinê, di qanûna newekheviyê de Tirkiye mahkum kir. yanî got ‘tu newekheviyê dikî navbera jinan, li welat newekheviyê dikî’, ‘Ji ber jin in newekheviyê’ dikî. Ji ber Nahîde Opuz bi dehan carî gilî kiribû. Tirkiye hat mahkumkrin û ji ber vê ya ku ewil peyman îmze kir Tirkiye bû.  Em ê di vê mijarê de sererastkirinê bikin. Çi bikeve ser milê me em ê bikin.”
 
‘Peyman kirin alava bazarê’
 
Perîhanê destnîşan kir ku ji roja peyman hatiye îmzekirin heta niha  ji ber desthilatdariyê hêza xwe winda kiriye û ji bo tabana paşverû kêfxweş bike rêk wisa tercih kiriye û wiha dirêjî dayê: “Serokomar cara yekem vê terza ‘biryarê ez didim’ pêk nayne. Gelek biryarên dadgehê, biryarên DMME’yê pêk nehatin.  Tişta guheriye eve ku desthilatdarî dibêje ez ji ku dengan kom bikim. Çi koz destê wan de hebe ji bo vê bi kar tînin. Krîza aborî li holê ye. Azadiya gelan ji dest hatiye girtin. Welat bi rejîma zextê tê birêvebirin. Welatî ji vê rewşê gelek nerehet in. Desthilatdarî ji ber hêzê winda dike peymanê dike mijara bazarê û hewl dide dengan bigire.”
 
‘Biryara feshkirinê li dijî xala 90’î ye’
 
Perîhanê bertekên xwe wiha domand: “Wezaretê di dozên hat dîtin de got ku serokomar dikare tenê biryarek wisa bike û rayeya wî nikare bê lêpirsînkirin. Ji bilî vê jî hewcedariya wan bi daxuyaniyên der barê hiqûqa navneteweyî û hewcedariya wan heye ku berê aliyan bide aliyek din. Lê pirsgirêk ev e ku di hiqûqa me ya hundir de çi heye.  Di xala 90’î ya Destura Bingehîn de tê gotin ku di rewşên ku maf û azadî tên sererastkirin de rayeyeke serokomar ya wisa tune. Çawa peymanên navneteweyî li melîsê tê nîqaşkirin. Çawa qanûn ji meclîsê dertê û karê dawî diçe erêkirina serokomar, di vir de jî  ancax biryarek wisa di îradeya meclîsê de ye. Serokomar îradeya meclîsê xesp kiriye.”
 
‘Divê Şûraya Dewletê dozê qebûl bike û biryarê bide’
 
Perîhanê diyar kir ku wê roja runiştinê de diyar bikin ku feshkirin ne li gorî hiqûqê ye û wiha berdewam kir: “Doz ne dozek hiqûqî ye dozek siyasî ye. Em ê  van li dadgehê îfade bikin. Divê  Şûraya Dewletê jî vê qebûl bike û biryarê bide. Divê ev biryara serokomariyê ji holê bê rakirin. Ji bo bê gotin li welat hiqûq heye divê Şûraya Dewletê biryarek wisa bide.” 
 
‘Wê têkoşîna jinan bi ser keve’
 
Perîhanê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Em bi hev re xurtin. Di her du runiştinan de jî ji her derê Tirkiyeyê bi sedan jin hatibûn. Em ji hev hêzê digirin. Encam çi dibe bila bibe wê têkoşîna jinan bi ser keve.”