Ji bo meşa Gemlîkê bi hezaran kes li Kadikoyê kombûn: Em azadiyê diparêzin

  • 13:03 12 Hezîran 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Li Kadikoyê bi hezaran kes ji bo meşa Gemlîkê li Stenbolê li hev kom bûn û gotin: "Em azadiyê diparêzin, bê Serok jiyan nabe û bijî Serok Apo" meşiyan.
 
Ji bo lingê Meşa Gemlîkê ku wê li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê bi dirûşma "Em Li Dijî Siyaseta Tecrîdê ji bo Azadiyê Biparêzin Dimeşin Gemlîkê" pêk were, li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştgiriyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED-TUHAD FED) girse li hev kom bû dest bi meşê kir. Destpêkê girse li kolana Serasker li hev kom bû û bi ber kolana Bariyeyê ve dest bi meşê kir. Meş li tevahiya Kadikoyê didome. 
 
Di nav girseya ku li kolana Seraskerê li hev kom bû de Hevberdevkên HDK'ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê DTK'ê Bedran Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayîndir, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokên Bajêr ên HDP'ê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu, parlamenterên HDP'ê, aktîvîstên TJA'yê Partiya Jinûve Damezirandinê ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) hevserokên Patiya Şoreşger (DP) û rêveberên wê ci girtin 
  
Bi hezaran kesên ku li çar aliyê Kadikoyê belav bûne, rexmî dorpêça zêde ya polisan jî ber bi Kolana Bahariyeyê ve dest bi meşê kirin. Di vê navberê de polisan pêşiya girseya ku parlamenter û hevserok jî di nav de hene girtin û xwestin ku meşê asteng bikin. Girseyê vê astengiya polisan derbas kir û ber bi Peykerê Ga ve bi dûrişmeyên "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Zext dê me newisînin", "Bîji berxwedana zîndanan", "Bila tecrîd bişikê, zîndan vala bin", Bi berxwedanê em dê bi ser bikevin", HDP gel e, gel li vir e" dest bi meşê kir. 
 
Girseyeke din ku li ba Peykarê Ga bû bi dûrişmeyên "Bijî Serok Apo", "Silav silav li Îmraliyê hezar silav" ber bi kolana Çîlekê ve dest bi meşê kirin.
  
Polisan, li kolana Serasker parlamenteran dorpêç kir û rojnamegeran ji qadê dûr xist. Heta demekê polîsan parlamenteran di dorpêçê de hişt. 
 
Meşvanên ku li tevahiya kolanên Kadikoyê belav bûn, astengiyên ku polisan derxistin derbas kirin û ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dûrişme berz dikin û dimeşin. Bi hezaran derketin kolana Bahariyeyê û dûrişmeya "Silav silav li Îmraliyê hezar silav" û "Bê Serok jiyan nabe" , "Her der tecrîd her der berxwedan" û "Bijî Serok Apo" berz kirin û ber bi Parqa Yogûrtçû ve dimeşin.
 
Meşa ku siyasetmedar jî têde cih digirin didome. 
 
Agahiyên berfireh tên..