Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Îqtîdar dixwaze rastiyan veşêre'

  • 11:35 12 Hezîran 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Rojnameger, aktîvîst, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên jinan, binçavkirina rojnamegeran di nav de midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş û edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk jî heyî şermezar kirin û daxwaza berdana hemû rojnamegeran kirin. 
 
Di 8’ê hezîranê de midûra ajansa me Safiye Alagaş, edîtora me Gulşen Koçuk, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk, nûçegîhanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bûlût û rojnamevan Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Suat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk hatibûn binçavkirin. 
 
Di heman demê de li gel malên rojnamevanan bi ser Produksiyona Pel, Produksiyona Piya, Produksiyona Arî û ajansa JINNEWS’ê yên li Amedê de girtin. Di serdegirtinana de gelek alavên rojnamegeran hatin desteserkirin.
 
Her wiha rojnameger ji bo dema binçavkirina wan dirêj bikin duh birin edliyeyê. Rojnameger li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin. Piştî bertekên rojnamegeran kelemçe hatin derxistin. Dema binçavkirina rojnamegeran 4 rojên din jî hat dirêjkirin. Bi dirêjkirina demê rê dê rojnameger 8 rojan di binçavan de bimînin. 
 
Siyasetmedar, aktîvîst û rojnamegeran bertek nîşanê binçavkirinan da û gotin divê rojnameger bên berdan.   
 
‘Ez ê li cem rojnamegerên jin bim' 
 
Rojnameger Sevda Erkilinç, di destpêka axaftina xwe de bal kişan ser operasyonên siyasî yên qirkirinê û got: "Ji bo hemû beşên civakê operasyonên siyasî pêk tên. Lê belê operasyona li hemberî jinan taybet digirin dest. Me di operasyonên li hemberî TJA û komeleyên jinan de dît. Dema mijar dibe rojnamegerên jin taybet nêzê wan dibin. Ji ber rojnamegerên jin dibin dengê hemû jinan. Li Amedê rojnamegerên jin ên JINNEWS'ê hatin binçavkirin. Armanc dikin ku jinan bêdeng bikin. Ez wek rojnamegereke jin dibêjim ez ê her tim li cem rojnamegerên jin û li cem JINNEWS’ê bim. JINNEWS ne bi tenê ye. Jin ne bi tenê ne. Em ê bibin dengê wan. Bila rojnameger serbest bên berdan."
 
‘Pênûsa rojnamegeran dê li erdê nemîne' 
 
Berdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya herêma Marmarayê Dîlber Demîr, bertek nîşanî binçavkirinan da û got: "Êrişa li hemberî JINNEWS’e nîşaneya têngavbûn dewletê ye. Dema dewlet tengav dibe li hemberî muxalîf, rojnameger, jin dike hedef. Em her roj bi binçavkirinan çavên xwe vedikin. Em dizanin ku rojnamegerên jin tu carî dev jî pênûs û têkoşîna xwe bernadin. Çawa em jinên kurd li hemberî her cureyên êrişan dev jî têkoşînê bernadin û têkoşîna xwe mezin dikin dê rojnamger jî heman tiştî bikin. Tu carî pênûsa wan rojnamegeran li erdê namîne. Em banga serbestberdana hemû rojnamegeran dikin. Em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin û em dê piştevaniya hevalên xwe bikin." 
 
‘Em ê her tim bi hev re bin' 
 
Aktîvîsta Yenî Demokrat Kadin Çîgdem Buyukpancar jî derbarê binçavkirinan de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îqtîdar her roja ku derbas dibe bêçare dibe û bi polîtîkayên zext û zordariyê dixwaze gel bêdeng bike. Em li vir carek din dibêjin rojnamegerên jin ne bi tenê ne. Em ne bi tenê ne, em ne bi hêvîne û em ne jî bêçare ne. Em li cem hev in û em ê bi hev re bin."
 
‘Îqtîdar dixwaze rastiyan veşêre' 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ceylan Çagır, diyar kir ku êrişa li hemberî rojnamegeran tê wateya êrişa li hemberî têkoşîna jinan û got: "JINNEWS; hem dîroka jinê û hem hefizeya jinê û hem jî heqîqeta jinê derdixe holê. Li ser wan esasan nûçeyan çêdike. Nikarin JINNEWS’ê bêdeng bikin. Em ê di nava piştevaniyê de bin. Armanca êrişa li hemberî çapemeniya azad veşartina rastiyan a ji gel e. AKP-MHP, li hemberî civakê êrişeke topyekûn daye destpêkirin. Yên ku wan êrişan deşîfre dike jî çapemeniye azad û JINNEWS'e.
 
‘Rastî di tarîtiyê de namîne' 
 
Hevberdevka Rêxistinbûnê ya Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Besra Îşsever jî wiha bal kişand ser girîngiya çapemeniya azad: "JINNEWS û çapemeniya azad, li vî welatî li dijî qetilkirina jinan, îstîsmariya zarokan, qirkirinê nûçe çêkirin û pêşkeş kirin. Ji ber vê sedemê hatin binçavkirin. Hevalên me yên jin heqîqeta heyî tînin ziman. Keda wan hevalên me ya di nava çapemeniyê de em her tim dibînîn. Em banga serbestberdana wan dikin. Pênûsa jinê tu carî nayê şikandin û dê her tim nivîsandina rastiyan jî bidomînin. Rastî di tarîtiyê de namîne û dê derkevin rûyê erdê." 
 
‘Nikarin JINNEWS’ê bêdeng bikin' 
 
Endama Kirkyama a piştevaniya jinan dike Tulay Korkutan, da zanîn ku polîsan bi ser buroya JINNEWS’ê de girtin û got: "Gelek rojnameger li Amedê hatin binçavkirin û polîsan dest danî ser amûrên rojnamegeran. JINNEWS, li vî welatî bû dengê têkoşîna jinan. Her tim dengê têkoşîna jinê da bihistandin. Em ê li cem JINNEWS’ê bin. Nikarin JINNEWS'ê bêdeng bikin." 
 
‘Gözaltılar derhal serbest bırakılsın’
 
Endama Piştevaniya Mor Zelîha Korkmaz jî, daxuyand ku rojnamegerên jin li dijî şîdeta dewlet-mêr derket û li dijî zimanê zayendperest a serdestan nûçe çêkir. Zelîha wiha mijar şîrove kir: "Rojnamegerên jin rojeva jinan diyar kirin û têkoşîna jinan mezin kir. JINNEWS rojeva jinê ye û dengê jinê ye. Jin tu carî bêdeng nabin, rojnamegerên muxalîf tu carî bêdeng nabin. Kesên ku hatî binçavkirin divê demildest bên berdan."
 
'Yekitî hêz e'
 
Încî Durgunlu, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha bi lêv kir: "Divê ev zext rojnamegeran netirsînin, têkoşînê bikin. Çiqas tu tiştekî qedexe bikî, ew qas zorê dide wî kesî ku têkoşînê bike. Divê ew jî berdewam bikin. Çi dibe bila bibe, divê ew têkoşîn bidome. Ez bang li her kesî dikim ku bi JINNEWS’ê û kedkarên çapemeniya azad re bibin yek. Ji ber ku yekîtî hêz e û têkoşîn jî wisa bê dayîn."