‘Faliyetên rojnamegeriyê ne sûc e’

  • 09:03 12 Hezîran 2022
  • Rojane
 
WAN - Siyasetmedar û aktîvîst bertek nîşanê binçavkirina rojanemgeran dan û gotin divê demildest bên berdan û gotin: “AKP di amadekariya şerekî nû de ye. Li welat êdî krîz û kaos nayê qebûlkirin û ji ber vê jî êrîş didomin. Em piştevaniya bi çapemeniya azad re mezin dikin.”
 
Li Amedê di 8’ê hezîranê de tê de gerînendeya ajansa me Safiye Alagaş, edîtora me Gulşen Koçuk, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û Omer Çelîk, nûçegîhanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bûlût û rojnamevan Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Suat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk hatibûn binçavkirin. 
 
Bi ser navenda buroya me de girtin û destdanîn ser gelek alavên teknîkî. Du rojên din jî binçavkirina rojnamegeran hat dirêjkirin. Biryara sînorkirinê anîn ser dosya wan. Li aliyê din jî hat hînbûn ku rojnameger di hucreyê yek kesî de tên girtin. Ji her alî bertekên li dijî binçavkirinan didome.
 
‘Em li malê tenê Stêrk û Medya TV temaşe dikin’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şukran Şen, der barê armanca operasyonê de wiha vegot: “Dixwazin dengê jin û kurdan qût bikin. Em li mala xwe Stêrk û Medya TV temaşe dikin. Hemû nalên din bi zîhniyeta serdest weşanê dikin. Bi çapemeniya azad re me deng û rengê jinê dît. Em ajans û kanalên ku li hember fikr û zimanê me rêzdarin temaşe dikin. Çapemeni tunebe jin bêdenge civak bêdeng e. Ji ber vê divê xebatkarên çapemeniya azad bên berdan.”
 
‘Em zextan qebûl nakin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Leyla Aşkan jî wiha bertek nîşan da: “Şer çi dibe bila bibe ji ber ji rastiyan tavîz nadin rastî polîtîkayên zextê tên. Rojnamegerên kurd ji ber ku li gorî desthilatdariyê tevnagerin hedef tên girtin. Çapemeniya azad ji bo gel rojnamegeriyê dike. Em zextan qebul nakin. Bila xebatkar demildest bên berdan.”
 
‘Dixwazin bêdeng bikin’
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Hatîce Kiye jî bi lêv kir ku rojnamegerên çapemeniya azad hewl didin dengê gel bidin bihistin û ev tişt anî ziman: “Armanca esas dengê Gelê Kurd, dengê jinan qût bikin. Desthilatdarî her tiştî li gorî xwe dixwaze û jina makul ferz dike. Hewl dide civakek serî tewandî ava bike. Lê ev 50 sal in çapemeniya azad tevî zextan dinivîse. Wê binivîse jî. Divê demildest ji van polîkayên şaş vegerin, xebatkarên çapemeniyê berdin.”
 
‘Faliyetên rojnamegeriyê ne sûc in’ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Muşê Şevîn Coşkun jî der barê mijarê de nêrînên xwe anî ziman: “Faliyetên rojnamegeriyê ne sûc in. Rojnameger dengê xwe bi awayekî herî rast radigihîne. Peywira wan ev e. Li Tirkiyeyê krîzek mezin a aborî, betalî û xizanî heye. AKP ya ku xitimiye û polîtîka şer dîsa xistiye dewrê, çapemeniya azad jî hedef digire. Ev me matmayî nahêle. AKP ji bo tiştên kiriye veşêre çapemeniyê binçav dike. Ji ber AKP êdî  li Tirkiyeyê nayê xwestin nayê qebûlkirin. Li dijî hemû muxalîfan polîtîka zextê di dewrê de ye. Rojnameger hewl didin rastiyan nîşan bidin. Em bi hevalên xwe re di piştevaniyê d ene. Piranî hevalên rojnameger girtîne. Lê tu car wê dest ji rastiyê bernedin. Wê pênûsa xwe teslîm nekin.”
 
‘Em li cem çapemeniya azad in’
 
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan jî wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ji bo dijhiqûqî, şer, krîza aborî, şîdeta li ser jinan dernekeve holê polîtîka çewisandinê ya li hember çapemeniya azad xistine dewrê. Ev 6 roje xebatkarên çapemeniya azad di binçavan de ne û ji ber nûçeyên wan sûcdarî tên kirin. AKP ji bo operasyona derveyê sînor veşêre çapemenî binçav kir. Di salên 90’î de hewl dan çapemeniya azad bi polîtîkayên cuda biçewisînin. Bi darbeyê re bi KHK’yan bi dehan saziyên çapemeniyê girtin. Lê wê tu encamê bidest nexin. Em ligel çapemeniya azadin.”