Parêzer Aslihan Bulut: Îşkence berdewamiya pergala nîzamî ya leşkeriyê ye

  • 09:01 12 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Endama Lijneya Rêveberiya MED TUHAD-FED Aslihan Bultuk da zanîn ku hewl tê dayîn Girtîgehên Tîpa S bên zêdekirin û wiha vegot: “Piştî girtî biguman jiyana xwe ji dest didin em rastê şopên îşkencê tên. Ev polîtîka berdewama pergala nîzama leşkerî ya di dema pêvajoya darbeya 80’ê de pêk hatiye."
 
Di serî de li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û li girtîgehên Tirkiye û herêmê tecrîd û binpêkirin zêde bûne û bi vekirina tîpa nû ya girtîgehê re tecrîd her diçe girantir dibe. Di pêvajoya dawî de Girtîgehên Tîpa S tên zêdekirin û li van girtîgehan girtî di hucreyên yek kesî de bi guman jiyana xwe ji dest didin û tê dîtin ku şopa îşkencê heye.
 
Girtiyê bi navê Hogir Batu di 23’yê kanûna 2021’ê de ji girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar Yek a Amedê surgunê girtîgeha Tîpa S ya Îdîrê hat kirin û di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê hatibû vekirin. Hogir li ser vê der barê mijarê de daxwaznameyek nivîsî, da gardiyan û li ser vê dîsa îşkence dît. Di 29’ê Adara 2022’an de Sînan Kaya yê 28 salî yê li girtîgeha Tîpa S ya Îdirê dima, bi guman jiyana xwe ji dest da. Derketibû holê ku Sînan ku bi îdiaya propaganda rêxistinê sê sal ceza lê hatiye birîn her tim di hucra yek kesî de hatiye girtin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan ya Mezopotamyayê (MED TUHAD-FED) Parêzer Aslihan Bulut der barê  binpêkirina mafan ya li girtîgehan de nirxandin kir.
 
‘Polîtîka qetilkirinê pêk tîne’
 
Aslihanê got binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bi mirinê encam dibin û wiha got: “Lê ev mirin li gorî me bigumanin. Girtiyên di hucra yek kesî de dimînin jiyana xwe ji dest didin. Ligel van girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Ev ji bo me cînayetin. Ev polîtîka kuştinê. Girtiyên cezayên muebetê girtine di hucreyên yek kesî de tên girtin û piştre bi îdiaya ku întîxar kirine jiyana xwe ji dest didin. Bêguman ev rewş êdî nikare bê qebûlkirin.”
 
‘Girtî ji civakê dûr xistin’
 
Aslihanê dema ku cezayên muebeta giran derketine pêş bibîrxist û wiha anî ziman: “Guherîna qanûnê kirinû cezayê muebeta giran dan. Der barê vê de ji bo cezayê li Birêz Ocalan hatiye birîn serî li DMME’ê hat dayîn. Piştî vê DMME’ê der barê got divê guherîna qanûnê bê kirin û yek kes di hucreyê de girtin li dijî hiqûqê ye. Piştî vê dîsa di serlêdanên hatibûn kirin de heman biryar derketin.  Der barê serlêdanan de daxwaza guherîna qanûnê hat kirin. Lê guherîn nehatin kirin û girtî di hucreyan de girtin. Ligel vê bi polîtîka tecrîdê girtî ji civakê durxistin.”
 
‘Mafê jiyanê tê binpêkirin’
 
Aslihanê axaftin xwe wiha berdewam kir: “Pêkanînên li girtîgehan ne mirovahî ne. Li ser bedena girtiyên jiyana xwe ji dest didin şopa îşkencê tê dîtin. Piştî girtiyê bi navê Siddik Ugur yê li girtîgeha Tîpa T ya Beşîrî jiyana xwe ji dest da şûnde di dîmenan de şopa îşkencê hat dîtin. Bêguman ev li hemû girtîgehan tê dîtin. Di pêvajoyên dawî de binpêkirinên mafan bi mirinan encam dibin.”
 
‘Civakê jî tecrîd dikin’
 
Aslihanê bi lêv kir ku di pêvajoya girtîgehên Tîpa F hatine vekirin bi dehan girtî jiyana xwe ji dest dane û wiha  daxuyand: “Lê piştre girtîgehên Ewlehiya Bilind vekirin û kampus hatin avakirin. Dewletê çiqas bêje ev hêsantire jî wisa nebû. Ji derveyê  bajaran kampus ava kirin û girtî surgunê kîlometreyan dûr kirin. Bi vê re jî civak hat tecrîdkirin. Malbatên çûn hevdîtinên zarokên xwe bi bêdengiya mirinê re rû bi rû hiştin.”
 
‘Nîzama leşkerî hîna didome’
 
Aslihanê balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Mafê dermankirina girtiyan asteng dikin. He wiha girtiyên ciwan dikin odeyekê û tenê dihêlin. Ev heman polîtîkane. Ev berdewama pergala nîzama leşkerî ya darbeya 80’ê ye. Binpêkirina herî mezin li ser lingan hejmartine. Nîzma leşkerî ya girtîgeha Amedê ya darbeya 80’ê tê didoman. Li girtîgeha Tîpa S ya Îdirê lêgerîna tazî û li ser lingan jimartin hatibû rojevê û me dît ku Sînan Kaya li wir di hucra yek kesî de berbi mirinê ve birine.”