Meşa li Amedê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan

  • 15:38 11 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED - Ji bo Meşa Gemlikê li Amedê bi dirûşma “Li dijî siyaseta tecrîdê em ê ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin” meş hat lidarxistin. Girse bi dirûşma "Bijî Serok Apo" meşiya. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med'ê (MED TUHAD-FED), bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê sibe “Meşa Gemlîkê” li dar bixin. Beriya meşê li Amedê daxuyanî hate dayîn. Piştî daxuyaniyê jî bi tevlibûna gelek kesan meşek hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmên ‘Her dever Îmrali, her dever berxwedan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
Rojnameger hatin binçavkirin
 
Pêşiya girseya ku ji avahiya HDP’a Rezanê heta Cehdeya Emekê meşiyan, li Avahiya Xizmetê ya Pêvek a Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hate girtin. 11 kes ji hêla polîsan ve hatin bnçavkirin û li otobûsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin siwarkirin. Her wiha nûçegîhanên xwestin çalakiyê bişopînin hatin astengkirin. 
 
Kesên hatine binçavkirin birin Avahiya Xizmetê ya Pêvek a Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.