'Ji bo azadiya Birêz Ocalan wê têkoşîna me bidome'

  • 12:32 11 Hezîran 2022
  • Rojane
WAN - Koma yekem a Meşa Gemlikê ya Mezin ji Wanê bi dirûşma "Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo em azadiyê biparêzin em ber bi Gemlikê ve dimeşin" bi rê ket. 
 
Ev nêzî salekê ye xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li ser vê yekê 6 sazî û partiyên siyasî biryar dan ku di 12'ê Hezîranê de ber bi Gemlika Bûrsayê ve bimeşin. Wê bi dirûşma "Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo em azadiyê biparêzin em ber bi Gemlikê ve dimeşin" meş bê lidarxistin. Wê meş bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MED TUHAD-FED bê lidarxistin. Berî meşê li ber avahiya HDP'ê ya Wanê daxuyanî hat dayin. 
 
'Hûn ê nikaribin meşa me asteng bikin'
 
Gelek kes beşdarî daxuyaniya lê pankarta "Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo em azadiyê biparêzin em ber bi Gemlikê ve dimeşin" hat vekirin, bûn. Li vir ewil Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî. Dilanê da zanîn ku meşa ew dixwazin bikin li gelek cihan tê astengkirin û got:"Hûn ê nikaribin bi hemû hêza xwe bi dorpêçkirin û çekên xwe meşa me asteng bikin."
 
'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê têbikoşin'
 
Dilanê da zanîn ev 23 sal in li Îmraliyê sîstema tecrîdê heye û wiha got:"Ev îktidar bi awayekî neheq, bêhiqûqî û ne wijdanî ji bo berjewendiyên xwe tecrîdê didomîne. Tecrîdê ne tenê girtîgeh hemû welat dîl girtiye. Îro siyaset, aborî û qadên din jî xetimîne. Rêya xelaskirina van krîzan di destên Birêz Ocalan de ye. Birêz Ocalan ji bo meseleya kurd, demokrasî û azadiyê têdikoşe. Kengî dengê Îmraliyê vedibe civak bêhnê digire. Îro AKP dixwaze rêya vê çareseriyê bi şer, operasyon, dagirkirin, konsepta îmhayê bigire. Em ê nehêlin ku AKP bi rêya dijminatiye kurdan li ser piyan bimîne. Em ê li her derê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û heta tecrîd bişkê em ê têbikoşin. Îro her kesên li cîhanê bi fikir û ramanên Birêz Ocalan dizanin li dijî tecrîdê derdikevin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û hûn nikarin vî sûcî bidomînin."
 
Meşa aştî û azadiyê
 
Dilanê bi lêv kir ku meşa Gemlikê aştî, azadî, jiyana wekhev e û wiha domand:"Kesên di şer de israr dikin û dixwazin vê meşê asteng bikin ew ê têk biçin. Hûn dikarin vê meşê asteng bikin lê belê hûn nikarin fikir û têkoşîna gelê me asteng bikin."
 
Parlamenterê HDP'ê ya Wanê Murat Sarisaç, bal kişand ser hatina Tayyîp Erdogan a li Wanê û got: "Wêneya ku îro li Wanê derketiye holê her tiştî vedibêje. Li aliyekî wêneyê ku têde gelên ku ji bo aştî û aramiya Tirkiyeyê berdêlan didin tên astengkirin û li aliyê din jî wêneya ku tê de hemû îmkan têde ji bo serokê partiyê hatiye tê seferberkirin heye. Dema ku em ji bo gelên li Tirkiyeyê bi ser kevin, dê şer bi dawî bibe û perêyên kesên ku nan ji çopê kom dikin dê êdî nedin guleyan, em li vir hewl didin pêşî li wan bigirin. Çawa ku Birêz Ocalan 23 sal in di hucreyekê de ji bo aştî û demokrasiyê li ber xwe dide, em ê jî bi heman rengî li ber xwe bidin. Em ê heta Gemlîkê bimeşin. Ji ber ku em dizanin ku çareserî ne di mitînga Erdogan a îro tê lidarxistin de ye. Tiştekî ku Erdogan bide Wanê nîne. Ew ê ji gelê Wanê re bêje ka fîşekek çiqas e, qeyûm tiştekî rewa ye, qetilkirina gel a li Wanê rewa ye."
 
Parlamenter Murat, diyar kir ku hêza Abdullah Ocalan heye ku pirsgirêkan çareser bike û wiha axivî: "Birêz Ocalan ne tenê ji bo kurdan ji bo jin, ciwan û gelên bindestan bûye hêviyek. Îro dewlet hişê xwe winda kiriye û li hemberî mirovan şer îlan kiriye. Birêz Ocalan 23 sal in ji bo pêşeroja wî welatî li ber xwe dide û em jî her tim bi hêvîne. Kurt tenê mafê xwe dixwaze. Li dijî polîtîkayên şer ên hikûmetê jin û ciwan mafê xwe dixwazin. Têkane rêya çareseriyê Îmraliyê. Divê Birêz Ocalan azad bibe."
 
Piştî daxuyanî û çalakiya rûniştinê, rêwitiya ber bi Gemlîkê dest pê kir.