Ji TJA'yê komxebata ‘Girtîgeh û Jin’

  • 10:45 11 Hezîran 2022
  • Rojane
STENBOL - Aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî di komxebata ‘Girtîgeh û Jin’ de axivî û got: "Hevalên me yên ku 30 sal in girtî ne, tu carî serî netewandine û girtîgehan veguherandin qadên têkoşînê."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) komxebatek bi sernavê ‘Girtîgeh û Jin’ li dar dixe. Di komxebata li Otelek li Taxsîmê pêk tê de pankarteke mezin 'Girtîgeh û Jin' li ser hatî nivîsin hat vekirin. Nûnerên sazî û rêxistinên jinan, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenter, endamên meclîsa jinan, aktivîstên femînîst, rojnamegerên jin, parazvanên mafên jinan e, Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên ku çalakiya "Nobeta Edaletê" didomînin beşdarî komxebatê bûn. 
 
Komxebat dê ji 4 beşan pêk bê. Beşa 1'em "Ji 70-80-90'î de girtîgeh û jin". Beşa 2'yem “Ji duh heta îro girtîgeh". Beşa 3'yem “Li girtîgehan binpêkirina mafan". Beşa 4'emîn û ya dawiyê jî “Em ê çi bikin û rê û rêbazên çareseriyê". 
 
Axaftina vekirinê ya komxebatê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî ve hat kirin. Fîgena ku bi salan li girtîgehê mayî behsa taybetmendiya girtîgehan kir.
 
Axaftina Fîgenê wiha ye: 
 
"Girtîgeh li hemberî têkoşîna jinê dem bi demî veguheriye amûra islehkirinê. Di salên 80, 90 û 2000’î de li girtîgehan polîtîkayên tecrîd û îzalasyonê pêk tên Di salên 80'yan de em hatin girtin û em hatin darizandin. Em hemû jî çûn ber deriyên wan girtîgehan. Ji wan rojan heta îro tu tişt neguherî. Bêtir şert û merc zehmet bûn û tecrîd bêtir hat girankirin. 
 
Gelek tişt li ser girtiyan hat ferzkirin. Bi taciz û tecawizê re rûbirû man. Dema em li dîrokê dinêrin em dibînin ku jin tu carî entegre nebûne. Heke tu bixwazî azad û jiyaneke bi rûmet bijî, dê kesên ku li hemberî te derkevin jî hebin. Ji ber vê sedemê jin li dijî hêzên desthilatdar li ser vê erdnegariyê her tim di nav têkoşînê de bûn. Jin pêşengtiya Têkoşîna Azadiya Kurd kir. Ev jinên pêşeng hatin binçavkirin û hatin girtin. 
 
Hevalên me yên ku 30 sal in serî netewandine û girtîgehan veguherandin qadên têkoşînê. Bi Girtîgehên Tîpa F xwestin rêxistinbûna girtiyan ji holê rakin. Em ji ber serpêhatiyên xwe û hestên xwe li vir kom bûn."
 
Piştî axaftina Fîgenê derbarê têkoşîna girtiyên jin de sînevîzyonek hat temaşekirin. 
 
Parêzvana mafên mirovan û hevjîna sînemavan Yilmaz Guney Fatoş Guney jî tevlî komxebatê bû û got: "Ez qet nehatim girtin. Lê ez bi kurê xwe re 10 sal in piştevaniya girtiyan dikim. Ez heman hestê dijîm. Ji bo girtîgehan gelek faaliyetên min çêbun. Lê belê min tu carî ji wezaretê destûr negirt. Li girtîgehan mayîn hestek cûda ye. Mînaka wê jî Aysel Tugluk e. Ez hêvî dikim demildest ji bo Ayselê tiştek bê kirin. Her wiha ez hevalên ku ked dane vê komxebatê jî spas dikim."
 
Fatoş piştî axaftinê dest bi peşkeşiya mijara xwe kir. 
 
Komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.